4 Nisanê Welatên Pîroz Dide Xemilêndin
Belê bajarê pêxemberan gelek Netewa di nava xwe de, dide hewandin e. Bi dewlemediya çanda xwe re navê xwe li ser rûpelên dîroka hemdem daye nivîsandin û bûye warê mirovatiyê. Dema ku em li dîroka bajarê Rihayê temaşe dikin, em dibînin ku bûye bajarkî herî qedîm û yê berxwedaniyê. Di cîhanê de bajarekî herî qedîme û kevnere, her waha di dîrokê de bajarê herî kevîn yê mirovatiyê Rihayê hatiyê dîtin. Şahrestaniya mirovatiyê jî xwe li derdora vî bajarê xwe biçi kirine. Gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwerbûn e û di hema demê de jî gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê bilêvkirin di destpêkê de warê Nemrûd û Îbirahîm pêxember tê bîra mirovan. Mirovên pêşege şerê xwe yê rastiyê li ser bedewiya vê axê danekirin. Ji ber ku li ser vê axa zêrîn gelek mirovên şoreşger cihê xwe di nava pir rengîniya vî bajarê pîroz de girtine û şerê jiyana heqîqetê dane meşandin.
Dibêjin bajarê pîroz xwe di nava melûdiya pêxemberê setsala 21’ em de, xwe dide xemilandin. Di her setsalekê de mirovek peşeng jî nava vî bajarê pîroz de, derketiye ser dîka dîrokê û pêşegiyatî ji bo civakan xwe daye çêkirin û hêza xwe ya berxwedaniyê jî daye avakirin. Mirovê pîroz meşa xwe ya azadiyê di nava demsalên xwezaya rengin de, dide meşandin. Meşa wan dihêle ku ronahiya jiyanek bi wate li her çar aliyê welatê bide bilavekirin, di nav demsalê nû de.
Belê, bajarê pêxemberan jî, di nava demsalên bihara rengin de, xwe dide xemilandin. Dema ku dibêjin meha nîsanê, di destpêkê de bereketa ku di hûndirê xwezayê de tê bira mirovan. Ji ber ku dewlemediya xwezayê li her şûnekê de, rengê xwe yê xweşik û bedew dide diyara kirine, bi rengê xwe yê azad re. Hemû rengên xwezayê xwe di nava xweşikbûna meha nîsanê de xwe didin xemilandin. Meha nîsanê bi hevsengiya jiyana xwe ya bi wate re, jiyana mirovan jî biwate dike. Demsala bihara rengin dewlemendiya civakbûyinê û ya xwezabûyîn ê jî dide avakirin. Di destpêka meha nîsanê de jî mizgîniyek ji bo gelên Rojhilata Navîn dihat dayîn. Ev mizgîniya biwate ji nava dewlemediya bajarê Rihayê de, xwe dida nişandan. Di nava bedena dayîka Ûvêş de. Ev sanciyên serdema gelekê nû bûn. Dayîka Ûvêşê di serê sibeha çarê nîsanê de mizgîniya jiyanek nû dide gelê kurd. Ev mizgîniya dayîka Ûvêş di nava pêlên ewrên zêrîn de xwe dida xemilandin, bi bayê serê sibehan re, dilê mirova jî geş dikir. Hemû zindiyên ku di nava vê xwezaya pîroz de, bi ser bilindiyeke mezin mizgîniya dayîka Ûvêş pêşwazîdikirin.
Belê, hostayê jiyana nû di sala 1949’ de li gundê Amara yê girêdayê xelfetiyê hatiye din ê. Bi hatina hostayê jiyana nû re dilşadiyeke mezin di nava civaka kurdistanê de da avakirin, di nava xweşikbûna bihara rengin de. Çawa ku barana biharê rûyê xwezayê dide kenadin, hostayê jiyana nû jî rûyê gelê kurd da kenadin, di nav pir rengbûna çandiniyê de. Dengê rastiyê dihêle ku careke din gelê kurd serî li hemberî desthilatdariyê bide rakirin. Dengê mizgîniya azadiyê li her çar parçeyên kurdistanê hatibû bilindkirin. Bi mizgîniya azadiyê re, vegera li rastiya cewherê dayîkê ji nû ve hate çêkirin. Ev vegera li rastiya dayîkê mîna volkanekê di nava dilê kurdistaniyan de vedibe û her mirovek dixwaze bibe rêhevalê mirovê aştîxwaz. Ji ber ku dayîka Ûvêş lawê xwe bi şîrê bedena xwe ya pak re daye mezinkirin, ji bo vê yekê jî hostayê setsala 21’yêkme, dibe hêviya pêşeroja mirovatiyê, di nava zanistekê azad de. Lawê berxwedêr bibû senteza hemû rastiyên civaka heyî, zerdeş û Maniya jî li payî xwe dihêle û berê xwe dide yekbûna jiyanek biwate, di nava hemû kêm netewan de. Bê ku cudahiyê bêxe nav bera gelan.
Bêguman bajarê Rihayê bi tîpên zêrîn, her dayîm navê xwe li sere rûpelê dîroka hemdem daye nivîsandin. Dema ku dibêjin Riha yan jî urfa di destpêkê de pêşengên civakê têne bira mirovan. Ji ber ku li ser vê axa pîroz jî gelek mirovên pêşeg derketin ser dika dîroka Rojhilat navîn. Pêşengê mîna hazretê Îsa û Eyûban jî, li ser vê axa zêrîn têkoşîna xwe dane meşandin. Mirovên mîna Rêber APO jî navê xwe yê zêrîn li ser axa bajarê Pêxemberan da nivîsandin û bû Rêberê hemû civakên aşîtîxwaz. dema ku çavên xwe li jiyanê vedike, dibine ku cîhanek ya zordaran li ser axa welatê wî hatiye avakirin. Di wan kêliyan de, Rêberê mirovatiyê biryara têkoşîneke mezin dide ku li hemberî hemû zordaran şerê xwe yê heqîqetê bide meşandin. Ji bo ku civakek azad bide avakirin. Ev biryara Rêberê jiyana rastiyê, her roja ku diçe xûrtir û mezintir dibe, di nava mirovatiyê de. Civakên aşîtîxwaz jî berê xwe didin ramanên Rêbere APO. Ji ber ku Rêber APO di zanista xwe ya çandî û civakî de jî heya dawiyê xwediyê zanist û berhemên nû ye. Gelek mirovên şorşeger li ser vê axa pîroz têkoşîna xwe dane meşandin, lê belê ne bûn xwediyên ramanên biredoziyeke kûr. Ji bo ku mirov bibe xwediyê birdoziyekê kûr, divê xwe di rastiyên civakbûniyê de kûr bike û wate li jiyana mirovan bide barkirin.
Belê, Rêber APO jî li ser bingehê hemû rastiyên şoreşên yên ku li ser axa welatê me hatine meşandin, wan lêkolin dike û dersên mazin ji wan derdixin. Ev dersên mazin dihêle ku sentezeke mazin ya şoreşgerî bide avakirin û dilê hemû mirovatiyê jî bide qazackirin.
Ji bo vê yekê jî, dema dibêjin çarê nîsanê di wê demê de dilê mirovan ji hêviya jiyanekê biwate tejîdibe. Ji ber ku bi hatina Rêber APO re jî wate li jiyana me hemûyan hate barkirin û bi wê re jî em bûne xwediyê çandekî azad. Roja çarê nîsanê bûye helbesta jiyanakirina me hemû yan jî.
Barîn Roj