amadekar: Nujıyan Erhan
Her sal wek her devera ku gelê Kurd lê dijîn, li çiyayên Kurdistanê jî 4 Nîsanê bi coşeke pir mezin tê pîroz kirin. Gêrîla bi çandina şitlên darê hêvî û baweriya xwe ya azadiyê nîşan didin. Têkoşîna azadiyê ji her demê zêdetir xurt û ji xwe bawer e.
Di 4’ê Nîsana îsal de ku di Newrozê de Rêbertî peyameke pir girîng da hemû cihanê gelê Kurd hîna bicoştir e. Ji ber ku îsal wê bi berxwedana gel û gêrîla bibe sala aştî û serketinê. Gelê Kurd bi slogana ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Kurdistanê re Statû’ têkoşîna xwe ya 2013’an bi tevlîbûna pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê bigihîne lûtkeyê. Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo, me hest û nêrîna gêrîlayên jin pirsî.
Zîlan Heleb: Li ser erdnîgariya Mezopotamya pîroz bi hezar salan çanda xwedewendiyê hatiye jiyîn. Gundê Amara jî di navavê çanda bi berket de ye. Ew çanda ku di dil û mêjiyê mirovahiyê de neqşa jiyanê çandiye, çiqas tofan bi ser de bê, li ser wê êrîşên talan û diziyê pêkwere jî, wê her tim li berxwe bide û xwe ji nû ve biafirîne. Wek alaleyekê bibiharê re jinûve bişkove. Ji ber warê Mezopotamya yê her tim bûye cihê çavkaniya mirovatî û warê Egîdan, qehreman û berxwedêran. Her tim li hemberî pergala kapîtalîst bi cewhera xwe ya civaka xwezayî sekiniye û her tim di nava pêlênîsyanê de bûye.
Nîsan ji bo xwezayê meha nûjeniyê ye. Xweza bi hemû rengan bejn û bala xwe dixemilîne û bi bedewbûna xwe coşeke pir mezin dixe dilê mirovan. Ji ber di biharê de, Mirov jî xwe nû dike û bi xweşikbûna xwazayê re xwe dike yek. Rojek ji rojên Nîsanê li gundê Amarayê dayîka bi navê Ûveyş di nava dewlemendiya çanda dayîka xwedawend de di hembêza bedewiya Rihayê de dijiya. Dayîka Ûveyş di ronahiya sibêrojê de bi janeke pir mezin re rûbirû hat, ew jana zayîna mirovahiyê bû. Ew pêşeroja gelan bû, ew zayîna hêviya mirovahiyê bû. Lê wê nedizanîbû. Dayîka Ûveyş bi coşeke mezin ew zarok hembêz kir, di wê kêliyê de dayîka Ûveyş nirxên mirovahiyê ya beriya pênc hezar salan hembêz dikir.
Wî navê kurê xwe kir Abdulah ango evdê xwedê, lê ew kur li hemberî evdîtî û xwedayên erdê agirê Newrozê yê Kawayê hesinkar vêxistibû dewr girt, bû dengê kesên ku dixwazin wan bikin evd, lê ew evîtiyê napejirin. Li gundê Amara yê ronahî geşdibû û hêviya her kesê ji wî zarokî re mezin dibû. Ji ber herkesê hêviya pêşerojê di rûyê wî zarokî de didît. Ew zarok rêhevalê her kesî/ê bû ji heftsalî heya heftê salî, dibû dostê herî rast. Ticarî xwe xapandin û derew qebul nedikir. Her tim hevaltiya wî li ser esasê lêgera jiyana azad bû. Qalibên zayendperestên ku pergalê li ser gelan ferz kiriye ji bo wî nerdeyên jiyanêbû û ji bo vêşerê wî yê herî mezin li hember wan nerdeyan bû. Ew zarok roj bi roj mezin bû û tevger û nakokiya wî jî bi wî re mezindibû, ji heftsaliya xwe kete nava lêgera jiyana azad.
Ew lêger îro bimîlyonan mirov re didome. Ew çîrok li ser çiyayên Kurdistanê tê jiyîn û ew kurik bûye Rêberê gelê Kurd û rêberê azadîxwazan.
Ev çardeh salin ku Rêbertî di zîndana Îmralî de tê ragirtin. Lê ne zîndana Îmraliyê, ne jî ti dîwar, ti derya, ti pergal dikare pêşî li fikir û ramanê Rêbertî bibe asteng, ji ber ramanê Rêbertî di kûrahiya dilê bi mîlyonan de dijî. Di Newroza 2013’an de Rêbertî xîtabê hemû cihanê kir. Niha jî çav, guh û hêviya hemû cîhanê li Îmraliyê ye.
Gelê kurd her sal li gundê Amara û tevahî cîhanê rojbûna Rêber APO bi coşekî pir mezin bi çandina şitlê daran pîroz dike, ji ber rojbûna Rêber APO rojbûna roja nû, rojbûna hêvî, bawerî û rojbûna mirovahiyê ye. Em li çiyayên Kurdistanê heya Îmraliyê qêr dikin; Serokê min rojbûna te pîroz be!
ZinarînAmudê:Gelê Kurd ji ber ku têkoşîn, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo dipejrîne û jê bawer e,4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêbertî, weke xilasiya xwe û hêviya xwe ya wenda bûyî dibîne. Ji ber ku hebûna Rêber APO bû hebûn û vejîna gelê Kurd. Çawa ku di her welatekê de, di her civakekê de rojên taybet yên pîroz hene, ji bo gelê Kurd jî ev roj rojeke taybet e. Sedema kêfxweşî û coşa ku dijî, jiber birastî jî nirxa vê rojê di dilê xwede hîs dike û bi têgihîştineke cewherî dipejirîne.
Wetayavê rojê ji bo gelê Kurd û jinan pir cuda ye. Ji ber bîrdoziya Rêbertî xwe dispêre azadiya jinê û azadiya gelan. Jina ku bi pergaleke pir wehşî dihat perçiqandin, tinekirin û bênasname hiştin bi bîrdoziya Rêbertî re pênaseya xwe dît. Ti serok û ti rêber mîna Rêberê gelê Kurd bi jinê re hevaltiyeke ewqas kûr ne daye nîşandan. Hevaltiya Rêber APO bi jinê re piralî û li ser asasê azadiya jinê û civakê ye. Rastiya xwe naskirin, hêza xwe dîtin û ji bo vê têkoşîn kirina jinan bi naskirina Rêbertî re pêşket.
Di vê rojê de tevahî gelê Kurd û gêrîlayên serê çiya daran diçînin. Bi vê çalekiyê, hem girêdana xwe bi Rêber APO re qahîm dike, hem bawer dike ku her darek ku şîn bibe wê biqasî wetaya vê rojê bi berhem û bedew be. Em roja rojbûna Rêbertî di serî de li Rêber APO, tevahî gelê Kurd û derdorên demokrat û azadîxwaz, jinên ku dixwazin azad bin pîroz dikin.
MelsaBarîn: Roja 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojavejînê ye. Welatê me ji hêla 4 dewletan ve hatibû parçe kirin û gelê me di bin desthilatdariya van dewletan de bê nefes hatibû hiştin. Pergalekî wisa hatibû sazkirin ku tenê ne welatê me bi sînoran nehatibû parçe kirin di nav gelê Kurd de jî parçebûneke ruhî û menewî hatibû avakirin. Tirs û xofeke wisa hatibû çandin ku kes êdi nedikarî kurdbûna xwe xwedî derbikeve. Kes nema dikarîbû bi zimanê xweyê dayîkê serbest biaxive. Pergalê digot bi perçiqandina îsyana Agirî re Kurd mirî ye û li ser tirba wî beton hatiye rijandin.
Di nav rastiyeke wisa de derketina Rêbertî pêşket. Ev derketin ji bo tevahiya gelê Kurd roja rojbûnê bû. Lewma rojbûna Rêbertî ji bo me Kurdan pir watedar e. 4’ê Nîsanê roja hilatina Rojê ye, çirandina perdeyên tarîtiyê ye, bi tîrêjên Rojê dilên cemedgirtî germ bûne.
4’ê Nîsanê roja hêviyê ye. 4’ê Nîsanê li tevahiya cîhanê pîroz be!