Hêviya Hatina Te

0Shares

Viyan Şoreş

Biruskên awirên çavên te

Jibo dawîkirina banga recma li mizgeftan e

Jibo dawîkirina naqûsên mirinê li kilîsan e

Tîpên azadiyê ku bi lêdanê dilê te dihat

Di hinavên me de dihate bihîstin

Te jibo me

Bihna nanê gerim ku bi jiyaneke azad pijiya bû

Kire diyarî.

Bi bare…bi bare Sara

Xwedawenda çiya

Dayka Zagrosan

Rihê bi coş ya Avaşîn

Vaye hîna jî Darberû yên çiya

Şîn dibin bi heyecana hatina Te

Vaye niha jî kaniyên dilkêş yê Qendîlê

Wêneyên Te di çavên wan de dikene

Vaye niha jî peresêlke ya xinêre

Bi hêviya hatina te

Hêlîna xwe ya bêkes

Bi çar werzan dihûne

Sara…

Çavê evîna jinek e gerîla

Di nava senger de

Firmêska tolgiriya çiya

Henîska serhildanê

-Lêvên Rojê bê Ken Nehêle-