Dîroka Tevgera Azadiya Jin-20

0Shares

Kongreya YAJK’ê ya 1. heman demê yekemîn kongreya jin a neteweyî ye ku pêkhatiye. Ew kongre heman demî xet û meyla azadiyê zelal dike, ji pirsa “çawa bijîn?” re bersiv dide. Pirsa “jiyaneke çawa” di cewher de pirseke bîrdoziye, argumanekî bîrdozî ye. Em nikarin wisa hêsan bigirin dest. Tevahî dahûrandinên Rêbertî li ser çawa bijîn e û wê kî vê pêş bixe ye. Wê ewil YAJK vê pêş bixe. Lê tê vê çawa birêxistin bikî? Esas tu diçî şoreşa Kurdistanê. Mesela, tu di Kurdistanê de jiyanek çawa li pêş dibînî, ev karakterê şoreşa te diyar dike. Yanî karakterê jiyana te çawa ji jiyaneke wekhev û azad re dibe bersiv.

Esas berê hemû xebatên jinê bi navê YJWK’ê girêdayî ERNK’ê dihatin meşandin, lê bi avabûna YAJK’ê re êdî ji wê qut dibe û YAJK jî yekser girêdayî Rêbertî ye. Di nav pratîkê de hêz dikeve nav hev, yê ku bipejirîne, yan jî perspektîf bide jinê yekser Rêbertî ye. Biryargeha navendî jî li gorî Rêbertî dimeşe. Xisûsa din, êdî wê têkiliya xwe ya bi pêkhateya giştî re li ser nasnameya xwe ya YAJK’ê pêk bê. Êdî ne weke kesekê, bi navê yekîneyekê nake, wê bi nasnameya rêxistinekê bike. Ji ber îradeya te hatiye rewakirin, qebûlkirin.

Rêbertî wiha artêşê pênase dike: “Artêşbûn çawa ji Bêrîtanan re bû bersiv, YAJK jî ji tevahî şehîdan re bersiv e û her wiha berbiçavbûna meyla azadiyê ye û keda ku hatiye rijandin, ji wê kedê re bersivek e.” Rêbertî pirsek wisa dike: “Çima jin? Ji bo jiyana azad jin. Çima şerê jin?” Ji bo ku tevahî koletî û newekheviya heyî bê rakirin.”

Rêbertî wî demî 3 prensîbên YAJK’ê yên esasî diyar kir:

Yek; Welatparêzî, heya dawî bi wê ve girêdanbûn pêwîst dike. Her kes dikare dev ji welatparêziya xwe berde, lê YAJK tu carî nikare dev jê berde. Wek mîsala zewacê pêwîste bi welatparêziya xwe ve were girêdan, axa xwe, welatê xwe li ser her tiştî re bigire.

Du; Rastiya şer ango şerkirin, têkoşîn dayîn, ji xwe tercîha li hemberî dijmin şerkirinê çêbû, lê bi qasî wê şerê hundirê partiyê, şerê rêxistinê, ji pêwîstiyên jiyana azad re xwedî derketin girîng e. Ji bo vê pêwîste YAJK şerkerî û têkoşînê esas bigire.

; Birêxistinbûn e, bi taybetî hêza partiyê esas girtine. Divê weke hêzeke herî rêxistinî bê destgirtin, ji ber ku bê rêxistin jin nîn e, jin weke nasname encax bi rêxistina xwe heye. Ji bo vê herî zêde divê ew xwedî li xeta Partiyê derbikeve. Rêbertî di vir de xeta Partiyê giştî digire temînatê. Jin divê hebûna xwe di wir de bibîne, ev partî nebe hebûna xwe jî namîne.

Her wiha nirxandinên Rêbertî yên bi vî awayî çêbû: “Xebatên rêxistinê li ser hemû karan re bigirin, derveyî wê divê hûn wate nedin tu tiştekê. Rêxistina bêsînor hêza bêsînor e. Ev jî bi kûrbûna bîrdoziyê pêk tê. Ev bingeha bîrdoziya rêxistina jin e. YAJK bi xwe wê xwe rizgar bike. Em tenê wek rêhevaltî dikarin alîkariyê bidin û jê re zemîn amade bikin, lê belê esas jin bi xwe wê hêza xwe, şerkeriya xwe raber bike. Dirûşmeya ku me got, ‘Destpêkê bila jin rizgar bibe’ dirûşmeyek rast e.” Ango YAJK êdî xeta xwe ya îdeolojiyê diyar dike.

Di tevahî eyaletan de navendên YAJK’ê avabûn, di asta rêveberiyê de gelek heval çûn eyaletan. Ev çawa tê pêşwazîkirin, ev jî girîng e. Bingeha artêşbûnê çêbûye, dibe hêz, moralek heye, kelecanek heye, li ser vî esasî tê pêşwazîkirin. Nêzîkatiyên şaş jî hene. Êdî bi artêşbûnê re nakokiyên cins rû dane, ji cinsê xwe re hezkirin çêbûye. Lê di milê hevalên xort de tam fêmkirin çênebuye, ji ber ku dema jin birêxistin dibe dikare cinsê xwe biparêze, li hemberî ferasetên şaş helwest deyne. Ji bo vê bi taybetî ferasetên zilam ên şaş û paşverû henekên xwe dikirin û digotin, “YAJK aşq e”, yanî rêxistina eşqê ye, wisa dikirin mijara henekan. Zilamê ku lê xwedî derdiketin jî pîvanên li gor xwe diyar dikirin. Mînak; kesê girêdayî vê rêxistinê ye, divê red bike. Ango nasnameya jina birêxistinkirî red dike û li gora xwe pîvanan pêş dixe. Di nav şer de bandora vê çêdibe, li gor xwe kadro, kadro li gora eyaletê pêş dixe. Ji ber kê li ku tevlî dibe, bi salan li wir jiyan dike, li wir şer dike, li wir şekil digire, li wir mezin dibe û bi vî awayî dibe kadroya wê herêmê. Dixwestin YAJK’ê weke kadroyên herêman bi kar bînin.

Mesela, YAJK’ê mudaxele kiriye, wê navenda xwe were, wê rêxistina me jinûve were destgirtin. Şansê me Sakîne Batman (dûvre çû îxanetê) hat, bêşansiya me ew bû. Îca wexta tê, lingê xwe ji cih derdikeve. Hevalê xort ji bo wê digotin, “rêveberiya we lingê wê li hewa hat, negiha vir, şemitî!” Wisa henekên xwe li wê dikirin. An jî digotin, “hûn hene, çi pêwîst e, hûn vê derê nas dikin, we li vê derê ked daye” bi vî awayî wek xitabê hestan dikin. Ji ber dizivire hestên hundir jî. Di ragihandina encamên kongreyê de amatorî jî heye, nêzîkatiyên teng çêdibin. Wê heta ku derê bi rêxistinî be, wê sewq-îdare heta ku be, wê keda xwe ya heyî çawa komî ser hev bike, hemûyan çawa bike yek?

Xebat giştî belav bûye, em ê çawa têxin rotayekê û çawa bikin malê giştî rêxistinê? Di van hemû xisûsan de amatoriyên cidî hatin jiyîn. Her wiha pirsgirêka pratîzekirinê jî derket.

Di wê demê de yek ji bêşansiya hatî jiyîn ew bû ku, piştî Kongreya YAJK’ê ya 1. çêbû hema paşê, sala 1995’ê li Başûr ji aliyê artêşa Tirk ve Operasyona Çelîk destpê kir. Esas kongre hîn didome û li Başûr şer derdikeve. Karekterê jina ku naxwaze ji zilam qut bibe û di nêzîkatiyên kevneşopî de israr dike li hemberî birêxistinbûna sîstema xweser ya jinê berxwe dida. Di wê salê de nêzîkatiya herî zêde mohra xwe lê dide, teqlîdkirina zilam bû. Ev jî ji ber ku îdare kirinê ji zilam fêr bûye. Halbûkî pêwîste jin bi rengê xwe tevlî bibe, birêve bibe.

Rêbertî wê demê rexne dike û wisa dibêje: “Azadî ne teqlîd e, teqlîd ti nirxeke xwe nîn e û pêşde nabe.” Ango divê dawî li teqlîd kirinê bê anîn. Mixabin ev wisa pêş dikeve, şer ji zilam fêr dibe, êdî jê re dibe pîvan. Yanî jina ku dixwaze di nav şer de çalak bibe divê xwe bişibîne zilam, ji ber ku difikire ku bi wî re dibe hêz. Nezanîna çavkaniya wê hêzê bi awayek xwezayî jinê di warê terzê rêvebertiyê de ber bi teqlîdkirina zilam ve dibe.

Vêcar ew operasyon çima çêbû? Pêwîste em hinekê li ser wê jî bisekinin. Wê demê Şemo ji Serhedê destpê kir û wê Bakur hemû fetih bikira. Jixwe piştî wê, zivistana 1994-95’an li Dêrsimê mabû. Hevalan bi birçîbûnê re rû bi rû dihêle, mutfaq di dolek kûr de bicîh kiriye û cihê her yekîneyekê qasî 2-3 saetan jê dûr kiriye. Heval mecbûr dimînin her roj ewqas saet ji bo xwarinê biçin û werin. Heman pratîk paşê dixwest li Zapê jî pêş bixe. Pratîka Şemo li Amedê, bi reya cinsîtiyê xwest pêkhateya kadro bê îrade bike, li Dêrsimê jî vê carê bi reya xerîzeyên birçîbûnê xwest terbiye bike. Bi vî awayî dixwest îradeyê bişkîne, gerîla hilweşîne.

Dîsa wê salê rêxistin dixwaze li Koçgirî vebûnekê çêbike, Şemo dixwaze jê re bibe asteng û pêşî lê bigire. Ji ber ku teqlîdê Rêbertî dikir civînên xweser jî ji hevalên jin re çêdikir. Di civînên xwe de her digot, “Zilam di şer de zirzop e, êrîşên bêkontrol dike, ji bo vê divê jin pêşiya wî bigire.” Ne ku jin di şer de li pêş be, hêzek herikbar be, zilam bi xwe re bikişîne. Berovajî, bi vî awayî dixwaze pêşiya zilam bigire û bi xeta me ya şer bilîze. Hewildaneke xwe ya wisa heye. Dîsa di wê salê de bi taybetî li Amedê beriya wê ev pratîka xwe ferz kiriye, li Dêrsim û Serhedê windahî zêde çêbûne. Esas wekî ku ji dijmin re peyameke bi vî awayî hiştiye: “Quwetê Bakur temam bû, hem bi êrîşên derve, hem jî bi êrîşên hundir me ew bêîrade kirine.”

Di vir de ku der dimîne? Başûr dimîne. Ji ber wê diviyabû vê carê dijmin were li Başûr gerîla bike hedef. Ji bo vê yekê Operasyona Çelîk dan destpêkirin.

Akademiya Şehîd Zîlan

Attachment