• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Zer Kulîlkekim

November 7, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Zer Kulîlkekim
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Kulîlkekim na na zer kulîlkekim, ji rengê Ronî û Rojê, berî bi hezaran salan taca serê xwedawenda Keywan û Gelavêjê bûm. Hemû şîverêyên Zagrosan û min bi tov û şitlên xwe xemilandibû, ji ber ew xwedawendên zanist û eşqê bun û ew bedewên cîhana me bun. Li gel wan rastiyan xweşikbun serkeftinê re sembol bun. Min rengê xwe ji bedewiya dil, mejî û wijdana wan girtibû. Min ji zanist û keda wan girtibû. Ji bo wê di nava reş keziyên wan de ez hertim zindî dimam.

Lê wan ez ji nava keziyên xwe kirim. Mertal li xwe pêçan, li ser min jî ferz bu pêkanîna daxwazên wan. Di herikîna jiyanê de her ku diçû zor û zehmetî tên û hîle zêde dibû.

Erka min xwe gihandina Rojê bu.

Li cîhana buhûştê şerê mirin û dojehê yê di encama xezeba Zeûs û Mardûkan de dibariya. Bi hezarê salan bê rawestan xwedawendan xwe li dora civaka xwe kiribun xelek, lê derbeyên mirinê yên bêrehim xelek ji hev qût dikirin, her carê xwedawendek, her carê dayîkek diket û bi xwere her carê parçeyek  ku wateya me jê pêkdihate diket li ber lingên dizekan. Didizîn zayîn, eşq, ronahî, ked, bereket, aşitî û xweşikiyê, hemû dua, daxwaz û gotinên dawî, daxwaz û mînakên wan ji bo min bun da  ku bigihêjim rojê.

Rêya min zor lê armanca min mezin bu. Serkeftin weke siha min nêzî min bu lê hê mabû, heqîqet jî bi meşa min ve girêdayî bû. Kêliyên ku bê hêvî bûm ji asîmanan ruyê hemû xwedawendan di sitêrkan de diçirisî, bi hêz bûm û rabûm. Ber bi bayê ketim, ketim deryayê, pêl bi pêl bi deryayê re diçûm. Menzîla min diyar bu lê ji bo lê bicîh bibim kulmek ax jî nîn bu. Lê bi hêza pêlên deryaya Îmraliyê ez li dîwarên girtigehê de bicîh bûm. Birîndar bûm, bê av mam lê nemirim, çêbum ji herdemê bêhtir geşbûm. Ez bûm xwediyê sê davan. Yê ku ez gihandim û bedew kirim enerjiya ronahiya Rojê bu.

Li ber min her diçû û dihat ez bi kelecaneke mezin li peyvan digeriyam, min nedizanî ji çi, ji kûderê destpê bikim. Lê wî li min nêrî û got: “Ez dizanim tu ji bo çi hatiyî. Te reyên pir dirêj da pêşiya xwe û hatî. Tû serkeftî yî. Lê rêwîtiya ji bo heqîqetê naqede, her domdar e. Serkeftin mifteya gihêştinê ye. Xwedawendan berê te dan min lê îro li vê cîhanê, jinên ku bibin xwedawend têne qetil kirin. Ezê te ji nava van betonan xelas bikim. Ezê bi tere diyariya jiyana azad û wekhev bişînim. Mifteyên ku ezê bi tere bişînim jî Heskirin, Wate, Hêvî, Xeyal, Hêz lêger û armancên serkeftinê pêktên. Ev diyarî ji bo tevahî jina ye. Ji bo tevahî hevalên min yên jin û cîhanê re jî bêje: Bila di her kêliyê de têbikoşin, bila serbikevin, têkoşîn wê şer û eşqên wan mezin bike û wê biwate bike. Bila bizanin ku hebun û rêwîtiya wan derenceyên têkoşîna di tevahî kêliyên jiyana wan de wê wan bigihîne kesayetên serkeftî û wê ji herdemî bêtir nêzî Heqîqetê bibin.”

Evîn Zenda

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk