Xweparastin Yekane Rêya Jiyan Û Hebûna Azade

0Shares

Di cîhana hemû zindiyan de xwebûn mercekî herî xwezayî ye ku jiyana xwe dewam dike. Ev rastî ji bo  mirov, nebat, ajal û hemû zindiyên ku jiyana xwe li ser rûyê vê erdê didomînin derbasdar e.

Hemû zindî, bi hebûna xwe û bi cihîrengiyên xwe tama jiyanê digrin û wiha jiyana xwe berdewam dikin. Hêmanê xwe parastinê jî li ser têgeha heman heqîqetê pêktê. Heqîqet jî ewe ku em ahengî û hevsengiya di nava zindiyan de bibînin û nas bikin.

Heger mirov di jiyana xwe de pêwistî dibîne ku xwe ji serma, bahoz, bager û germahiyên pile bilind biparêze, ev yêk  ji girêdana mirov ya jiyanê re çavkaniya xwe digre. Ev destnîşan dike ku mirov bi şêweyê herî dijwar jiyanê hembêz bike û bi hêsanî dev jê bernede. Eger gulek, bi sitriyan hebûna xwe diparêze ev yek çalakiya hebûna xwe destnîşan dike. Em di cîhana zindiyên xwezaya yekemîn û xwezaya duyemîn de rastî gelek mînakan tên ku me bigihînin heqîqet û wateya parastinê.

Gelo, em dema behsa zindiyên di nav xwezayê de dikin mirovatî di kudera vê rastiyê de cihê xwe digre?

Di jiyana mirovan de ev heqîqet her tim bûye navnîşana pirs û gera li pey bersîvan. Mirovatî di kêliya ketiye ferqa wê yekê ku ew jî xwebûnekî mucizeye, pêdivî bi xweparastinê dîtiye. Xwebûn, ango hebûnek dema zanibe xwe biparêze, heyîna xwe watedar dike. Dizane jibo çi û çima xwe diparêze.

Ev rastiya xweparastinê di hebûna mirovan de ewqas bi êş û azaran ve hatiye dagirtin ku mirov ji xwe parastinê direve. Di roja îro de mirovatî êdî ji peyva xweparastinê biyanî bûye. Baş tê zanîn ku ev rewş bi derketina  desthilatdariyê û pergala dewletê re avabûye. Desthilatdarî û dewlet çek û amûrên ewlehiyê ji destê civakê girtine, hemû hêz li navenda xwe kom kirine û xwe weke “Hêzên Ewlekariyê-Artêş” îlan kirine. Ji ber ku desthilatdarî û dewlet ji zîhniyeta baviksalarî, hiyerarşî û serdestiya mêr ava bûye, bi vî rengî hemû ewlekarî ketiye bin xizmeta dewlet û pergala zilamsalar. Li ser vê bingehê jin û civak hatine bêçek kirin û bêhêzkirin, anîne rewşeke wiha ku girêdayî zilam û dewletê bibin.

Di rastî de dema mirov ji xwe parastinê dûr dikeve ji hebûna xwe dûrdikeve, ji ber ku parastin di cewhera mirovan de refleksekî xwezayî ya ku xwe ji her cureyên êrîşan diparêze ye. Ji ber ku yê ku hebûna civakê bi wate dike û jêre pêşengtî dike jin bi xwe ye, ya herî zêde rastî binpêkirina mafê xwe parastinê hatiye hiştin jî cardin jine. Jin ji qirkirina fizîkî bigre heya qirkirina çandî jin bûye hedefa sereke ya dewletên hegemon.

Rewşa ku jin dijî û rûbirû tê, dibe rewşa civakê jî. Ne tenê jin ji têgihiştina xweparastinê, rêxistibûn û çalakîbûnê dûr dixin, di heman demê de hemû civakê jî dûr dixin. Desthilatdariya koledar bi vî rengî zilm û kedxwariyê pêş xistiye û domdar kiriye.

Zext û komkujiya li ser jinê piralî ye. Di bin pergala modernîteya kapîtalîst ya heyî de ji bo jinan jiyanek nayê pêşbînî kirin tê ferzkirin. Sîstem hemû civakê kiriye kole, jin jî kiriye koleya kole. Ji bo jinan ji xeynî bûyîna kesekî wekî dewleta mêr dixwaze û xizmetê jê re bike tu rêyeke din ya jiyanê jêre nehiştiye. Di vê pergalê de jin hem ruhî, hem jî hizrî û fizîkî bi eşkereyî têne qetilkirin. Hiqûq û hemû rêgezên pergalê li ser koletiya jinê hatiye afirandin û kûrkirin.

Rewşa heyî ji mere vê yekê zelal nîşan dide ku têgihiştina rêxistinbûn, perwerde û xweparastinê ji her kesî zêdetir ji bo jinan pêwîst e, di asta nebe nabe de ye.

Xweparastin yekane rêya jiyan û hebûna azade. Ji xeynî vê ne pêkane ku jin xwe ji tacîz, destdirêjî û komkujiyên ku rojane pêre rû bi rû ye biparêze û azad bijî. Heger mirov bi rastî jî bixwaze ji vê rewşê rizgar bibe, divê pêşî hêza xwe ya cewherî û çekê ji navendbûna dewlet û mêr derbixîne. Ji bo vê jî ferze ku jin û hemû civak bigihêjin hişmendiya ewlehiyê ya rast û li ser vê bingehê xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin. Rastiya gelê şerker bi vî rengî ava dibe.

Li vir pirsa ku divê herkes ji xwe bike ewe ku ev parastin çawa pêk tê?

Alternatîfa ewlehiya ku dewlet ferz dike, têkbirina modernîteya kapîtalîst û avakirina modernîteya demokratîk ya li ser bingeha pergala Komunalîzma Demokratîk û ferdê azad e. Ev jî reya rêxistinbûnê ji mere weke tekane rê û rêbaz destnîşan dike, rêstinbûn jî şêwaza kombûna tevahî jinan di bin sîwana armancekî hevpar de ye ku ev tê wateya ku dema tevahî jin xwe bi parastina cewherî hebûna xwe bi îradeya xwe ya azad bixemilînin wê demê digihêjin heqîqeta xwe parastinê jî.

Bi xwe rêxistinbûnê ve girêdayî perwerde dibe weke ava ku rola  şînkirina gîha li ser axê dileyîze. Ji bo rêxistinbûnekî rast pêk were pêwistî bi dewlemendbûneke fikrî heye. Mînaka vê yekê di tevgera azadiya jinên Kurdistanê de bi awayekî şênber derketiye pêş. Bi pêşengiya jinên Kurd  li ser bingeha birdoziya Rêber Apo re jin bûn xwediyê rêxistinbûnekî xweser û li her qada jiyanê îradeya xwe ya azad derxistin pêş. Di serî de qada xwe ya parastinê ji serweriya mêr rizgar kirin û bûn xwedî çalakiyên herî xurt ku derbên giran li pergala desthilatdariya zilam xistin û vê yekê didomînin jî.

Her wiha li Rojavayî Kurdistanê di nava şoreşê de avakirina şoreşa jin bû wesîleya ku jin bi hişmendiya parastina taybet bi avakirina hêzên parastina jin, asayîşa jin, hêza cewherî ya jin, her wiha di pergala xweseriyê de bi hişmendiya parastinê tevgerandin, têrker nebe jî lê di astekî de astengiyên ku jin di jiyanê de pêre rû bir û dimînin re bû çareserî.  Bê guman ev yek bi xurtkirina xebatên rêxistinkirin, her wiha zanekirina jinan bi reya zivirandina hemû sazî, dezgeh û dibistan û komînan re çavkaniya guhartina hişmendî li ser esasê naskirina hebûna xwe bi saya perwerdekirinê gengaz bûye.

Weke encam em dibînin ku civakek, miletek bê welat, bê ax, çand û ziman dimîne, mirov dikare bêje di esasê xwe de ew gel ji parastina xwebûna xwe bêpar maye. Di rewşa gelekî wiha dijî de heqîqeta hebûn û parastinê li pêşiya her tiştî bi leztirîn derdikeve ser dîka jiyanê jî. Ev heqîqet li Kurdistanê bi rengekî şênber derdikeve pêşberî me.

Dewletên zordar bi her şêweyî dest avêtin e jiyanê. Jiyan di halekî neyê mêzekirin de ye. Bê parastinî her roj wateya jiyanê lewaztir kiriye. Xwebûyîn mahkumî dîwarên sar bûye. Li hemberî vê rastiyê yan xwe parastin yan xwe parastin wek tekane rê derdikeve pêşberî me, ev jî bi xwe rêxistinkirin û xwe perwerdekririnê tê misoger kirin. Wekî din tu rêyek din ji gelekê re ku wê bibe serkeftinê û jiyana azad tûne ye. Jiyana azad, encax li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi parastina xwebûyînê dikare were misoger kirin.

Em parastinê nekujin, ji bo ku jiyan jî neyê kuştin.
Em xwebûyînê ji bîrnekin, ji bo em her di bîra xwe de bimînin û parastî bimînin.
Em xwe rêxistinkirin û xwe perwerdekirinê ji bîr nekin ji bo em bibin parazvanê hebûna xwe.

Bişeng Sara

Attachment