“Xwebûn” ango “xwebûyîn”. Carna peyvekî tenê jî tê gelek wateyan… Ger mirovek, jinek an jî zindiyekî nebe aîdî xwe, wê çawa bibe? Reng û dengê wê çawa bibe?
Rêber APO dema dibêje “Xwebûn” di esasê xwe de ji zaroktiya xwe ve wê têkoşînê dide. Ji ber ku em aîdî gelekî ku navê wê di tarîtiya dîrokê de dixwazin winda bikin! Ev nasnameya windayî tenê bi têkoşînekî bêhempa re bê qezenckirin…
Gelê Kurd gelekî qedîm e û di civakbûyîn ango mirovbûyînê de xwedî rolekî girîng e. Hîlala Zêrîn ango Mezopotamyaya Jorîn a di navbera ava Dîcle û Ararat bûye çavkaniya kombûna berhemên mirovahî û bingeha şaristaniyan. Çanda Tel Xelef ku serzemîna xwedavenda Toros û Zagrosan Înanna/Nînhûrsag xwe ava kiriye demên bihuştê ya mirovahiy îfade dike. Jinên Kurd aktora yekemîn a vê pêvajoyê ye…
Xwezaya yekemîn û duyemîn di hevsengiyekî de dijiya wan deman. Anîmîzm felsefeya jiyanê bû. ango her tişt him xwebûyînê dijiya him jî hevsengiyekî de bû. Ji xwe hatina wê astê jî wisa ne hêsanî bû. Ji ber çi? Hucreya yekemîn ango ya kokê dema zindî bû, bi hêza avakirina demê re xwe zêde kir û cuda kir. Her ku cudahiyên wê zêde bû ewqas cûrbecûrbûn û dewlemendî çêbû. Yên ku bi guhertinên xwezayê re hevsengiyê meşiyan, karîbûn bijîn, lê belê yên ku hêza wanî hevsengî têrê nekir winda bûn.Çûkekî wek çûkekî, gulekî wek xwezayê gulê, însan jî wek parçekî xwezayê hîskir û dijiya. Însan xwe ji xwezayê qut nekir. Klanê xwe wek parçeyekî wê pîroziyê dest girt. Ji xweza jî wek mêjî û rihekî mezin wêna hîs kir û di navbera wan de empatiyekî xurt çêbû!..
Gelo ew xwebûyîn kengî xerab bû? gelo mirov nikarîbû pêşiya wêna bigire?
Belê karîbû, lê hîn zext û zordarî, zîhniyetê “zilamê zordest û qurnaz” wêna nehişt. Ez zihniyeta serdestî, ango baviksalarî ev pênc hezar sale her tiştî ji cewherê wê derdixe. Ev pênc hezar sale cîhan, mirovahî gola xwînê de dixeniqe. Di kesayeta jinê de îrade hatiye dîlgirtin û nale nale mirovahiye. Bi taybetî modernîteya kapîtalîzmê însana wek robota dixwaze bide şixulandin.
Di van şert û mercan de Rêber APO ji bo jinê û ji bo Kurdan û ji bo tevahî mirovahî rêka Xwebûyînê, ango vîna azad nîşan dide û di kesayeta xwe de vêna temsîl dike.
Xwebûyîn weke lîberalîzm dibêje azadiya bêserûber nîne! Xwebûyîn tenê xwefikirinadin nîne! Xwebûyîn xwe ji civakê qutkirin nîne!
Berovajî, xwebûn reng û dengê xwe, bi kesayetên xwe ya orîjînal xwe bi xweza û civakê re rê ve birine.
Xwebûn wekî gulekî sor, zer an jî helesor di baxçekî de “ez jî heme” gotine.
Xwebûn wek Kemal Pîran, M. Xeyrî Dûrmûşan, Zîlanan, Bêrîtanan, Viyanan, Reşîdan xwe ji bo azadiya gelê Kurd û gelan xwe feda kirine.
Xwebûn weke Rêber APO dibêje “teyareyekî ku ket erdê û qeza kir, tenê hucreyekî kok maye û bi demê re jiyan kirine” ye. Xwe ji bo ku bike “ozne” têkoşîndayîne…
Em wekî gerîlayên jin ango jinên Kurd a çiyayî her ku xwe bi hêzdar û watedar bikin, evqas têkoşîna xwebûyînê de serbikevin. Naxwe ev zihniyeta zilam ku jinê wekî mulkê xwe dibîne her tim wê me bikişîne û tucarî em nagihîjin kesayeta azad…
Her gotinê me, her nêzîkatiyên me, me çiqasî nêzîkî xwebûnê re dike?
Hevalên hêja,
Bi hêviyên têkoşîna Xwebûyînê de her tim serkeftin bi we re be!
Mizgîn Agirî