Rojda Efrîn
Wêneyê te
Navnîşana min bû
Xunava Nîsana te
Hêviya bihara min bû
Hêdî hêdî dibariya xunava te
û zemînê dilê min şil dibû
Çarê Nîsanê
Şitla dara azadiyê
zindî bû
Çarê Nîsanê şilêra dilê min bû
Finda şevên min ên tarî
Bihara berbanga sibê
Çar kulîlk bûn;
kesk, sor, zer û binefş bû
Ji rengê gerdûna min bû
Xunava wekî rondikên çavan bû
Şil dikir pelê jîna min
Çar demsala min bû
Çar rengên wêneyê kom dibûn
Çar hêviya Nîsanê bû
Ji rengê payîz û zivistanê dibû
di wêneyê xunava Nîsanê de
mizgîniya Gulanê bû
Nîsan periya bihûşta min bû
Jidayîkbûna te
Çarê Nîsanê bû