• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Xeta Zîlan Di Tekoşînê De Israr, Di Şer De Serkeftin E 

June 29, 2021
in Daxuyanî
A A
Xeta Zîlan Di Tekoşînê De Israr, Di Şer De Serkeftin E 
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Afrînera xeta fedaî û manifestoya jiyana azad rêheval Zîlan (Zeynep Kınacı) di salvegera 25’emîn a şehadetê de, bi rêz, heskirin û minetdarî bi bîrtînin. Di şexsê şehîdên meha Hezîranê de, hemû hevalên li ser xeta fedaî, bi vîn, bawerî û evîna Zîlan, di pêngava şoreşgerî ya cenga xabûr û bazên Zagrosê de gihîştine şehadetê bi bîrtînin. Bawerî û soza parastina nirxên şehîdan girêdana bi xeta wan re nû dikin.

Di sala 1996’an de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên navdewletî, êrîşekî plankirî li dijî Rêber APO xwestin pêk bînin. Li hemberî êrîş û komploya li ser Rêbertiya me, rêheval Zîlan di 30’î Hezîrana 1996’an de li navenda Dêrsimê, çalakiya fedaî li darxist. Hevrê Zîlan, bi çalakiya xwe ya dîrokî bersiv da komplogeran û peyam da wê komplo tu carî bi ser nekeve. Heval Zîlan, girêdana xwe ya bi Rêbertî re bi çalakiya xwe pênase kir; Rêber APO jî, çalakiya hevrê Zîlan  wiha pênase kir; “Zîlan, navê yekkirina serkeftin û evînê ye. Hezkirina mezin a jiyanê ya di Zîlan de wê dibe ber bi çalakiyeke wiha.” Rêheval Zîlan, bi pênaseya “Îdîaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin.” ji nû ve çanda xwedawendên Mezopotamyayê nû jen kir. Şoreşgerek encaq dikare di vê zelalbûnê de fikr û hestên xwe îfade bike. Ji ber vê yekê Tevgera me ya Azadiya jinê, xwe spartiye rastiya Zîlan û bûye pênaseya evîna Kurd.

Di dîroka tekoşîna me de, şêwazê çalakiya fedaî ya rêheval Zîlan, pêvajoyekî nû yê li ser bingehê ruhê fedayîtiyê pêşxist. Êdî fedayîtî û pêşengiya jin, li Kurdistanê bûye şêwazê jiyan, şer û tekoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê. Bi kesayeta heval Zîlan re rastiya berxwedan û tekoşeriya jina Kurd hate afirandin, hate bi rêxistin kirin û bû nasnameya jina azad. Êdî li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jina Kurd bûye pîvana di tekoşînê de îsrar, di jiyan û şer de serkeftin. Em weke tevgera azadiya jinê, li ser van destkeftiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber APO û şehîdên me ava kirine têdikoşin û li ber xwe didin. Ji ber ku ev pîvana girêdana bi xeta Zîlan û Semaya ne. Her militaneke jin ya îro li ser vê xetê dimeşe, bi vê biryardarî û baweriyê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo tekoşîn dimeşîne û şer dike.

Di van rojên dîrokî de şerekî giran û hebûn-tunebûnê ya ku dahatûya gelê Kurd bandor dike tê dayîn. Di serî de Qadên Parastina Medya, ji Botanê heta Amedê şerekî dijwar diqewime. Di serî de tesfiya li ser hereketa me tê ferzkirin, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser gerîla, şerê taybet û konspta qirkinê ya li ser gelê me û jinan tê pêşxistin, di encama plana qirkirinê de ye. Divê em bi zanabûna ku navenda şer li Îmraliyê dijî Rêber Apo tê meşandin tevbigerin. Li hemberî şerê topyekûn û plana tasfiye, di vê serdemê de gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê li ser xeta Zîlan bi ruhê fedaî bersiva êrîşên qirkirinê didin. Gerîla û şervantiya modernîteya demokratîk qerekterê şerê gel ê şoreşgerî ye. Ev sekna gerîla milîtanbûn û şoreşgeriya demê ye. Fedaîyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê yên ku sekna milîtanî û fedayîtiya xeta fermandar Zîlan nîşan didin û bi hemû vîn û baweriya xwe tevlî cengê dibin xwe gîhandine ruhê şoreşgerî yê demê. Ev dema dîrokî ya em dijîn, di heman demê de erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê me.

Li hemberî dagirkerî û faşîzma AKP-MHP’ê, ya dijminê gelan û jinan, em weke tevger û gelê Kurd pêwîste bi ruhê fedayîtî, bi şêwaza hevrê Zîlan têbikoşin û di vê serdema dîrokî de destkeftiyên gelê Kurd mîsoger bikin û nirxên tekoşîna jin biparêzin.

Em li ser bingeha vê bîr û baweriyê, carekî din di şexsê şehîdên meha Hezîranê de rêheval Zîlan, Helmet, Nûjîn Sêrt ku di serdemên cuda yên tekoşîna azadiyê de bi rol û pêşengiya dîrokî rabûn, bûne mîras ji berxwedana gerîla ya fedaî, dîsa di şexsê şehîdên Mamreşo û Zendûrayê de tevahî şehîdên pêngava şoreşgerî bi rêz û heskirin bi bîrtînin. Soza bi cihanîna xeyalên şehîdan dubare dikin. Em weke milîtanên xeta APOyî, hevrê û şervanên fermandar Zîlan, dibêjin êrîş bi çi awayî dibin bila bibin wê heqîqeta Zîlan û Ruhê fedaî yê di gerîla de ava bûyî van êrîşan têk bibe û serkeftin bibe ya gelê me û tevgera azadiya jinê.

Koordînasyona PAJK

 

 

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk