Em tekoşer û milîtana pêşeng ya xeta Rêber APO da jiyîn rêheval Viyan Soran di salvegera 16’an ya şehadetê de bibîrtînin. Di şexsê hevrê Viyan de em tevahî şehîdên ku bi dirûşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ li derdora felsefeya Rêber APO ya jiyana azad xwe feda kirin, bi heskirin, girêdan û minetdarî bibîrtînin. Em komploya navnetewî ya bi bêbextiyekî mezin li dijî Rêbertiya me û tevahî nirxên mirovahiyê hate pêşxistin hêrsa tolhildan û nefreta xwe tînin ziman, li hemberî Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo û şehîdên me pêşxist soza bilindkirina tekoşînê dubare dikin.
Hêzên komploger yên hegemonîk di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina Rêber APO, xwestin îradeya azad a gelan û jinên berxwedêr di şexsê Rêber Apo de têk bibin, tevgera PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd di qirkirina sedsalî re derbas bikin. Rêber Apo û şehîdên me yên mezin bi berxwedaniyekî dîrokî û rihekî fedayî yane bersiv dan komplogeran. Li hemberî komplogera hêrs û helwesta gelê me, girêdan û baweriya jinên Kurd a bi doza şoreşa azadiyê dîrokî bû. Rêheval Viyan Soran, weke milîtaneke xeta azadiyê navê xwe di wê dîrokê de nivîsî û li hember komplo û faşîzma mêr-dewletê helwestekî herî radîkal ya îsrara di jiyana azad bi Rêber Apo re nîşan da. Hevrê Viyan di tekoşîna azadiya jinê de bû pîvana girêdan, bawerî û parêzvana xeta azadiyê û pêşxistina paradîgma netewa demokratîk ya Rêber Apo.
Tekoşera mezin rêheval Viyan di temenê xwe yê ciwan de ji Başûrê Kurdistanê beşdarî tevgera me ya azadiyê bû. Bi baweriya xwe, bi girêdan û zanebûna xwe ya netewî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêşxist, weke milîtaneke jin ya Apo’yî rola pêşengiyê di nav tekoşînê de girt ser milê xwe. Rêheval Viyan, her dem li hember paşverûtiyan û sekna dûdil bi hestên jin û netewî xwedî helwestekî bi bandor bû. Rêheval û dilsoza Rêber Apo heval Viyan di sala 2004’an de li dijî hêzên komploger û xeta îxanetkar cihê xwe di ji nûve avakirina PKK’ê de girt. Bi tekoşîn û ezmekî mezin ked û xebat meşand. Li ser vî bingehî bû yek ji endama rêvebir ya jinûve avakirina PKK’ê. Di komîteya avakirina PKK’ê de bi seknekî zelal û milîtaneke girêdayî ya bi xeta Rêber Apo re têkoşiya û bû xwedî roleke mezin. Rêheval Viyan, ji nûve avakirina PKK’ê wekî dendika paradîgma Netewa Demokratîk ya ji aliyê Rêbertiya me ve pêşket dît. Ji bo wê jî ji nûve avakirina PKK’ê erkekî dîrokî bû, bi wê zanebûnê xwedî li xeta Rêber Apo ya li ser hîmê azadiya jin û civakê mezin dibû derket û jêre pêşengî kir.
Komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Apo di roja îro de berdewam dike. Li dijî berdewamkirina komplo û tecrîda girankirî, Rêber Apo bi seknekî dîrokî ya layîqî şehîdan li ber xwe dide. Li ser xeta rêheval Viyan û bi hezaran şehîdan tekoşîna azadiyê berdewam dike. Di pêşengiya jinan de gelê me û milîtanên xeta Rêber Apo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin tekoşînekî mezin didin. Gerîlayên azadiyê yên li ser xeta Viyanan li Haftenîn, Metîna, Zap û Zagrosê bi vîneke ji pola yê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û îxanetkariya PDK’ê berxwedanekî dîrokî nivîsandin. PDK’ê li dijî gelê me yê li Başûr, ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe qehîm bike li gel dewleta Tirk di nav îxanekî mezin de ye. Sekna rêheval Viyan û peyama wê li dijî xeta îxanetê bû. Di roja îro de di serî de jinên Kurd û tevahî gelê me li ser xeta Viyanan û bi hezaran şehîdan di nav tekoşîneke mezin dene, bi îradeyeke azad li ser hîmê felsefeya Rêber Apo li hember hêzên komploger, faşîzma dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê bi rihê berxwedêr li ber xwe didin. Fedaî’yên li Girê Sor, Werxelê û Zendûra carekî din peyama rêheval Viyan bi şerê gel ê şoreşgerî re kirin yek û di bin dirûşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ li ber xwe dan û bi ser ketin.
Di vê pêvajoya tekoşîna mezin tê dayîn de, bi helwest, sekin û girêdana mezin ya rêheval Viyan bi Rêber Apo re em dikarin armanca komplogeran bi temamî têk bibin. Wekî partiya jina azad ya Kurdistanê PAJK’ê li ser xeta şehîdan tekoşîn pêşxistin û bilindkirin em di vê demê de wekî erkekî dîrokî li ser milê xwe dibînin. Em bi jiyanî kirina rihê Viyanan, Bêrîtan û Zîlanan dikarin tekoşîna mezin ya azadiyê bi serbixînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin.
Li ser vê esasî em di serî de bang li hemû jinên li Başûr û her wiha Kurdistanê dikin bi rihê Viyanan di pêngava dem dema azadiyê de cih bigrin. Çawa ku rêheval Viyan bi sekna xwe, bi bawerî û girêdana bi Rêber Apo û xeta PKK’ê di pêvajoya herî dijwar ya tekoşînê de xwedî li xeta jiyana azad derket, di oxira wê de tekoşîn meşand, di vê pêvajoyê de jî divê her jineke Kurd û milîtanên Apo’yî yê li ser xeta Viyanan têdikoşin bi heman rih û berpirsyarî xwedî li berxwedana dîrokî ya Rêber Apo derkevin.
Em carekî din di şexsê rêheval Viyan Soran de tevahî şehîdan bi heskirin û rêzdarî bibîrtînin. Soza me daye şehîdên azadiyê dubare dikin.
Koordinasyona PAJK