Cara yekê ye li ser şehîdekê yan jî xwedawenda me Rêhevala Sara nivîs dinivisînim. Min ti caran cesaret nekir ne tenê li ser binivîsim, di heman demê de min gelek caran cesaret nekir li ser baxivim jî. Lewma dema niha di kêliya nivîsandinê de jî destên min ji şerman direcifin. Di pêvajoya salvegera komploya bêbext û xwe xapandî de hem pirtûkên xwedawenda Sara wergerandin û hem di derbarê wê de nivisîn, birastî jî cesaret dixwaze hevalno! Ya vê cesaretê dide min, dîsa Rêhevala Sara ye. Ji berdema gava yekê ya rabûna ser piyan de, rêzan û pêşenga jiyana min Rêheval Sara û Azîme bûn. Ger ez niha dikarim binivîsim û wergerê bikim, encamê keda Rêhevala Sara û Azîme ne. Ji ber yekem car hevala Sara hînbûna xwendin û nivîsandinê li ser min ferz kir. Di heman demê de rojekê ji min re got; “Rêber APO her roj li ser jinê pirtûkan amade dike, amadekariya artêşbûn û azadiya jinê dike.
Ma wê kî van ramanan bigihîne hevalên jin. Lewma di vê heta Rêber APO, dahûrînên “Artêşbûn û Azadiya Jinê” şandî, tu xwe fêrî wergerê bikî. Dema min got; “ez a ku gundiye, çawa bikaribim wergerê bikim, şerme, zêdeyî min e”. Li ber min sekinî, awirên xwe yekser berda nava kezeb, dil û çavên min. Got; “ji niha heta hefteyekê tu hîn nebî, ez ê te bixim lêpirsînê. Ger wê tu di nava şoreşê de dimînî, divê tu her tiştî bizanibî. Di vê şoreşê de tiştek nizanim nîne. Wê tu her tiştî hîn bibî. Lewma biçe ser lutkeyên Xantur rûne û biqêrîn bixwîne û ji xwe re wergerîne. Wê tu rojekê weke şoreşgera biçûk a vê şoreşê, dîroka xwe jî ya jinê binivîsînî”. Lewma, her gava hînbûme ked û deynê wê ye. Bi rastî jî min di kesayeta wê de zanî ku, di rastiya vê şoreşê de felsefeya nizanim, nabe û mirinê, qet nabe. Tenê dide windakirin. Ji ber vê bi vê zanebûnê jiyîn û ked dayîn, ji bona xwedî li keda wê derketine. Lê, belê min ne dizaniya ku ezê weke roman û pirtûka yekemîn pirtûka Rêhevala Sara wergerînim. Ev xebat di nava şoreşê de serbilindiya min a herî bi rûmet û watedar e. Hêvîdarim ku ez û hemû jinên Kurd hêjayî vê berhema rûmet û pîroz derbikevin û bikaribin di encama keda wê ya hem di nivîs û hem di wergerê de ji hemû hevalên xwedawenda me re ragihînim.
Dema min dest bi nivîsê kir, gelekî hizirîm ku gelo di kîjan mijarê de bigirim dest. Dawî min biryar da weke wê jî pênase kiriye; “Jiyana Min Her Têkoşîn, Pevçûn û Şer bû” ve dest bigirim. Ji ber ger ev heqîqet hat fêmkirin, wê rûreşiya komplogerên modernîteya kapîtalîst jî fêm bibe. Ji ber xwedawenda me Rêheval SARA bi şahadeta xwe ve jî, qatilên xwe poşmanî dijminatiya wî kir. Şaristanî da şermê. Dîrok da şermê. Pergala zilamê serdest da şermê. Jina xwe înkarkirî û di nava pençên qirkirinê de xwe bêçare hiştiye, da şermê. Lewma di roja 9’ê Çileya 2012’an de giyan, exlaq, felsefe, zanist û politikaya xwedawenda di nava qelîştekên şaristaniyê de veşartî mane, bi jin’a jiyanê û bi jin’a azad Xwedawend Rêheval SARA ve, dest bi nivîsandina dîroka xwe kir. Êdî dîrok ne li benda nivîsandinê ye. Dîroka heqîqeta rasteqînî dest bi nivîsandinê kir. Lewma ew gotina Rêhevalê Azadiyê Rêber APO got; “Wê Jin Cîhanê Rizgar Bikin”, di kesayeta xwedawenda me Rêheval SARA de pir eşkere bû ku, bi rastî jî êdî jinan dest bi rizgariya jiyan û cîhanê kirine. Êdî ne tenê jinên Kurd, di heman demê de di pêşengiya Jina Kurd de jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê jî li pey vê şopê herikîn. Lewma ne vala ye ku bêje; “JIYANA MIN HER TÊKOŞÎN BÛ”.Ji ber jin bû, bêtekoşîn nedibûya. Ji ber şoreşger bû, bê pevçûn nedibûya. Jiber Kurd bû û civaka wê ya xwezayî û exlaq û polîtîk jê hatibû dizîn, bê şer nedibûya. Lewma dizaniya jiyanek bêtêkoşîn qetiyen nabe.
Dema em demên ku jin hem weke mirov û hem weke jin hatiye dagirkirin û kolekirin li pey xwe dihêlin, tê wê wateyê ku di kesayet û têkoşîna Rêhevala Sara de dema jinê ji nû ve jîndar bûye. Jina ku bi qasî paşverû û kevneşopiyên xwe û civakê re têdikoşe, ewqas jî dikare li dijî hişmendî û xisletên civaka serdestiya zilam têbikoşe. Ji ber ew hişmendî û xislet herî zêde dûrî jinê ne, ya ku dikare herî zêde jî li dijî tevbigere û li xwedî xwebûna xwe derbikeve, dîsa jin e. Kêlî bi kêlî weke ku ji şaristaniya serdest tol bigire di nava liv û tevgerek mezin de seknek têkoşer raberkirin, hişmendiyek di ferqa xwe de dixwaze. Lewma têkoşîna Rêhevala Sara di vir de watedar dibe. Di wê demê de ne hêsan e ku jinek di her kêliya jiyan û gavên xwe de bi nakokiyên mezin re têbikoşe. Ji ber destpêkê ya kesî nedikariya bike, wê kir. Çawa ku îro di serdema 21. de zehmetiyên têkoşîna li dijî qalibên hişê zayendperest, netewperest û olperest hene, beriya niha sih-çil salan ev têkoşîn hê zehmetir bû. Lê tevî vê Rêheval Sara ji xwe û malbata xwe destpê kir. Paşê bi zanebûnek netewî li dijî dijminê Kurd têkoşiya. Ya herî girîng jî di her kêliya xwe ya jiyanê de li dijî dijmin û hişmendiya har ên her tim beramber jinê di nava hewldanên êrîşê de ne, têkoşîna xwe dijwar kir. Di vê têkoşînê de herî zêde jî beramber paşverûtî û berxwedaniya jinê ya li hember têkoşîna azadiyê li ber xwe da û têkoşiya. Lewma ew giyan û wêrekiya jina xwedawend a ku bi serbilindî civaka exlaqî û polîtîk, di her kêliya jiyanê û hevalbendiya xwe de jiya û da jiyîn. Ger emê wateya vê têkoşîna ku bizanebûna “TÊKOŞÎNA SAKÎNE, TÊKOŞÎNA JINÊ YE” esas bigirin û li ser vî esasî tevbigerin, divê em bigihin zanebûna xwe. Jiber ku dema Rêhevala Sara nêzî hevalek xwe ya jin, an jî pirsgirêkek wê dibû, berî her tiştî di ferqa xwe de bû. Di zanebûna xwe de bû. Di zanebûna giranî û wateya hezkirin û rêzdariya jinê de bû. Dema weke yê sibe bimire dixwest xwe di wê kêliyê de bigihîne her tiştî, da ku pêk bîne, watedar bike, rast bijî û baş bide jiyîn. Bedewiya giyanweriya xwe kêlî bi kêlî jîndar dikir. Lewma weke ku wê sibe bijî jî, her kêlî bi têkoşîn, plan û hezkirinên nû ve tevdigeriya. Liv û tevgera têkoşîna jina Kurd, di Roniya bedewî û zanebûna Rêheval Sara de xwe bi wate û jîndar kir. Ji bo vê jî di her kêliya jiyanê û jinê de zîndewarî pîvanê sereke ye. Em tevahî heval dizanin ku ya hişt Rêhevala Sara tim zînde bimîne, hezkirin, bawerî, rêzdarî, cesaret, pîvan, rêgez û watedariya wê ya li hember jiyanê û hevalbendiyê bû. Em ji rabûna wê ya berbangê bigirin, heta di rojên sir û seqema zivistanê de çawa bi bedenek gerim werzîş dikir. Dîsîplîna jiyan û kar de raber dikir. Heta pêwendiyên bi pîvan û dikariya xwe bigihîne her mirovî tev, rastiya jina “JIN, JIYAN Û AZADΔ rave dike, xwedawenda me Rêheval Sara.
Wê ev nivîsbidome.
Sozdar Cûdî