• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Vejînekî Nu

April 12, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Vejînekî Nu
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Li gundê Amara wê rojê jî tav hildihat. Dayîka Ûweyş wê rojê yê mizgînî bide gundê mirovahiyê. Ew zayîna ku ji bo pêşeroja mirovahiyê diyarker dibe, di kêliyên dayîka Ûweyş dûcanî di nav hestên gelek kur de wê enerjiya herikbar bi wesîleya xwe li gundê Amara anî dinê. Ew enerjiya gerdunî ku di dayîka Ûweyş de ku li gundê Amara  ya bi nav û deng bû zayînek pir bi wate bi xwere anî. Ew enerjiya  dayîka  Ûweyş, li  gund deng vedabû ji ber  ku wê enerjiyê  civakbûn  û komûnal bûyînê dida  avakirin.

Dayîka Ûweyş bi wê  enerjiya xwe bibû  dayîka şîfayê,  her kes dihat gel û pêre derdê xwe parve dikir.  Li tevahî gund, li ser hemû cîran, dost û hevalan vê enerjiya dayîka Ûweyş bandor kirîbû û li her derê belav bûbû, vedigeriya berhemên madî, manewî. Di her kêliya diçû de dema mizgîniya zayînê nêztir dibû êş û elemên dayîka Ûweyş jî zêdetir dibû. Rojek ji rojan şêv bû, heya demjimêr jî ber bi nîvê şevê ve diçû. Wê şevê baranekî pir dijwar dibarî. Dengê birûskên gelekî dijwar, dengê xîzexîza ba û bahozê dihat guhan. Şeva 3’yî Nîsanê bû ku dayîka Ûweyş mizgîniya zayîna mirovahiyê anî cîhanê. Navê wê mizgîniyê kir Ebdullah. Herkesî got Ebdullah hat dinyayê, dema roj hilat tam jî 4’ê Nîsanê.

Wateya wê rojê ji bo her kesî pir cûda bu, wekî mîladekî nû bu.  Wê roja ku tava biharê tirêjên xwe ji esmanên şîn berdabû, xwe gihandîbu deşt û newalan, şewqa xwe dabû bêhna gûl û beybûnan, li her dewerê xwezayê xwe xemilandîbu. Ber bi zayîna Rêbertî re enerjiya li gerdûne teqiyabû, xwe di xwezaya demsala biharê de bi hemû taybetmendiyên xwe ve di her zindiyekê de ji nû ve dida avakirin. Bi taybet jî 4’ê heyva Nîsanê evyek pir cudatir, pir watedartire. Ev roj ji bo mirovahiyê wek vejînek nûye, wek sembola jiyanekî nû ye. Ya rastî çavkaniya mirovahiyê heya dayîka xwedavendan diçe ku bi şax û çengên xwe diparast, diafirand, wateya jiyanê bilind dikir. Lê ev yek her ku çu ji destan çu. Ji ber ku hebûna pergala zilamsalar, sistema hêzên desthilatdar her ku çu zerer da çavkaniya mirovahiyê, êrîş kir, civak parçe parçe kir, destbi qirkirin, kolekirin, destdirêjiyên herî hovane kir û her ku çu pergala xwe berfirehtir kir. Miletek ku herî zêde ji vê hovitiyan, ji wan qirkirinan êş û azar kişandî bê guman miletê Kurd e. Dijminên mirovahiyê heya roja me ya îro jî li ser gelê Kurd qirkirinan di warê çandî, siyasî, fizîkî, çandî uhwd. re didomîne. Belê di dîroka me de behsa 28 serhildanên Kurdan tê kirin. Her car li dijî neheqî, zilm û zorê rabunek çêbuye, lê her car pêşengên serhildanê kirine hedef û pêre gelek qetliyamên bi xwinî dane meşandin. Bi sedhezaran mirov qetil kirine. Mînakên herî dawî jî ku em dikarin bidin hene; mînak wekî qetliyama Helebçe, ya li Roboskî, ya li Geliyê Zîlan, yên li Dersîmê pêkhatîn, ya li Madimak, ya li Siwasê pêkanîn uhwd. lîste dikare gelekî bê dirêj kirin.

Heger mirov li koka xwe, li koka gelê Kurd û erdnîgariya we lêbikole dibîne ku mezopotamya çiqasî bi dewlemendiya xwe ya ser erd û binerd dagirtiye. Mirov dikare bibîne ku çanda xwe re, ziman û terzê jiyana xwe re, bi bawerî û nirxên xwe re wek çanda aryenî çiqasî xwedî kokek kûr û saxleme. Dewlemendiya bin erd, ya bi av, petrol, zêr û zîv, bereketa axê û berhemdariya wê ji xwe me hêja behsê jî nekiriye. Lê mixabin bi ti awayî hêzên sermayedar, pergala desthilatdar di serî de hebûna gelê Kurd, hebuna Rojhilata Navîn hezim nekiriye, ji xwere projeyên bo xwe li ser Rojhilata Navîn derxistîne, dagirkirîne, talan kirine. Yê ku herî bihêz ev pergala wan famkir, naskir û xwest li hemberî wê tekoşîn bê dayîn û ji bo wê rê û rêbaz nîşanî me da Rêber Apo ye. Rêber Apo bi derketina xwe projeyên hêzên hegemonîk li bin guhê hevdû xist û xirab kir. Wan hêzan jî bi komployekî navdewletî ya namerdane pêkanî û xwest di şexsê Rêber Apo de darbeya mirinê di sala 1999’an de bi 15 Sibatê re pêkbîne. Bêguman armanca komployê pir alî bu. Rêbertî xistin nava dîwarên girava Imraliyê. Zindanekî ewqasî êşkence kûr û wehş tê kirin de heya beriya Rêber Apo tikesî nekarîbu berxwe bide de dîrokek nû hate nivîsandin. Rêber Apo girav vegerand navenda berxwedana zayina hebûna gelan û ji wir zayîn vegerand projeyên xwe yên wek Paradîgma ya Modernîteya Demokratîk-Ekolojîk-Azadîxwaziya Jinê. Rêber Apo berhem li ser berhem afirand û kir bingeha avabuna civaka ehlaqî û polîtîk. Iro ew projeya civaka ehlaqî-polîtîk hemû çand û netewan di nava xwe de dihewîne. Bi berxwedaniya li Imraliyê re Rêber Apo armanca komploya wan vala derxist. Ew komplo di şexsê Rêbertî de li ser hemu gelan, bi taybet li ser gelê Kurd jî hate pêkanîn. Bêguman komplo bi giştî nehatiye belavkirin û bêbandor kirin, lê negihêştin armanca xwe. Armanca wan ya ku dixwestin gelê kurd, tevgera azadî ji dîrokê qut bikin, tasfiye bikin bu. Lê belê bi saya fikir, felsefe û ramanên Rêber Apo hem gelê Kurd hem hemu gelên bindest tekoşîna xwe ya bo azadiyê ji demî zêdetir bilind û geştir kir.

Rojbuna Rêber Apo ji ber wê hemû cîhanê geştir û ronîtir dike. Rêber Apo re, mezinbun, berfirehbuna tekoşîna azadiya jin, qadên rêxistinkirin û berxwedanê ku her çu vegeriya zayîna mirovahiyê. Jinê jî  xwe ji zincîrên koletiyê rizgar kir û ber bi azadiyê ve merhaleyên mezin li pişt xwe hiştiye. Zayîna Rêber Apo ji ber wê di asta gerdunî de xwedî derketinek ewqas mezin bi xwere aniye.

Hêvîdar Siyaroj

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk