• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Tîrêjên Min Armanca Min E

November 22, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Tîrêjên Min Armanca Min E
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ez dixwazim bi gotinekî Rêbertî dest bi nivîsa xwe bikim. Rêbertî dibêje, “Heger hûn di armancên xwe de weke tavê zelal bin, çi bibe bila bibe hûn ê armanca xwe winda nekin, pêkbînin.” Fîlozofek çawa ji bo fêmkirina gerdunê emrê xwe giştî feda dike, çawa pêxemberek ji bo ku exlaqa civakê biparêze bi salan berê xwe dide çiya û şikeftan? Çawa xwedawendek li hember zilamê qurnaz dikeve di nava tekoşînekî bêhempa da ku wan berhemên avakiriye, ji bo civaka xwezayî cardin bi dest bixe? Çawa ji bo kîsoyekê dema ku serê xwe ji hêkê derdixe û çavê xwe li ruyê dinyayê vedike û dest bi tekoşîna xwe dike ku xwe bigihîne deryayê û ruxmê hemû zehmetiyan jî digihêje deryayê. Û dikeve di nava lêgerîna ku dakeve kurahiya okyanusê, ji bo giyayê ku bi pirtikên stêrkan xwe têr bike û bi vî awayî jiyana xwe berdewam bike. Çawa ku ji bona çukekî penguen her tevgerek, her dansek dike ji bona rengê xwe nîşan bide ye, ji bona ku xwe bi çukekî mê ya penguen re bide qebûlkirin û ji xwe re malbatek ava bike.

Ez jî weke jinekî Ereb di nav şert û zurufên gelek giran de hatime dinê û civaka min jî bi her cûre zor û zehmetiyan re rubiru ma ye. Min jî ji ber wê rastiyê dît, berê xwe da nava tekoşîna azadiyê û meşa xwe li ser reya heqîqetê didomînim. Ez vê reyê bernadim, heta ku bigihêjim heqîqeta xwe. Dibe ku pir caran mirov di destpêka meşa xwe de pir lez biçe, carek mêze dike ku westiya ye, ji ber ku zor û zehmetiya bidestxistina azadiyê ne hêsan e. Carna jî dibe ku pir hêdî diçe û her carê serê xwe bilind dike, lê dizivirê û dixwaze bibîne ka rê çiqasî maye, lê mixabin ji armanca ku me daye pêşiya xwe re hêja ma ye. Cardin pêhesiyaye ku di nava du rojan de dikare bigihêje û rê bi dawî bike, lê vê carê xwe dide kêleka rê û dirûne, li rê mêze dike, çiqas çûye çiqas maye dihizire. Bêguman reya ku maye jî pir û pir dirêj e. Lê mesafeya ku li pişt xwe jî hiştiye asta şoreşekê de ye. Rast e, dawiya wê nayê dîtin û her ku diçe zehmettir jî dibe, yê bibe jî. Heya her ku diçe merheleyên wê jî yê girantir jî bibin.
Li cihê sekiniye vêcarê li ber bi jêr ve mêze dike, reya ku xilas kiriye kurt dixwuye û jêra wê dinêre hê jî pir ma ye. Dengê hûndirîn wê demê dikeve dewrê û bê ku henaseya xwe bistîne qêrîn dike, “Heval Bêrîvan, heval Bêrîvan, Bêrî! Tu min dibihîsî, neyê xapandin bi dîtina despêka serê rê. Rabe ser xwe û reya xwe dewam bike. Bi sekinandin, mêzekirin, henase sitandin û fikirandin ev rê xilas bibe, xilas nebe ne girîng e. Ew bi giştî te direng dixîne.” Ya girîng di armanca xwe de zelal buyîn e, wek ronahiyekê deyne pêşiya xwe û bimeş e.
Bila ji te re bibe delîl û ber bi wê ve bibezî, nesekine, li pişt xwe jî nenêre, tê bigihêjî armanca xwe, tinê bi sebir be û tekoşîna xwe xûrt bike. Serkeftina me ji her demî nêztirî me bûye.
Berîvan Cudî

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk