• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Têkoşîna Me Ji Bo Azadiya Mirovahiyê Ye

November 25, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Têkoşîna Me Ji Bo Azadiya Mirovahiyê Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Têkoşîna azadiya jinê hîmê bingehîn ê paradîgmaya Rêber Apo ye û azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye. Îro têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi pêşengiya hêzên me wek gerîlayên jin gihîştiye asta herî bilind. Vê yekê derfetê ku jin li cewhera xwe vegerin û têkoşîneke bêhempa ya hevgirtî bimeşînin afirandi ye.

Pergala hegemonîk bi aqlê zilam tê birêvebirin. Pergala zilamsalar jinê di nava civakê de bê qîmet dike û wan ji her deverê diavêje, dûr digre û hepsî nava çar dîwaran dike. Di dema Neolîtîkê de di bin pêşengtiya jinan de jiyanek hebû; jin zane bûn, pêşeng bûn. Her tişt bi destpêkirina dewlet û desthilatdariyê re guherî, tundiya li dijî jinê destpê kir. Erîşek giran li ser heqîqetê, li ser cewhera xwebûna jinê pêkhat ku heya îro jî tê domandin. Ev pergal hewil dide jinê ji aliyê fizîkî, mejî û derûnî ve tine bike, mehkûmî şert û zurufên ew ferz dike bike.

Ev mejîyê zilamsalar li ser tinekirina jinê ava bûye û pergala xwe saxlem kiriye. Ji bo pergala xwe bimeşîne bi israr vê hişmendiya xwe kûrtir dike, belav dike. Di encama wê de her sal kuştina jinan zêde dibe. Ev pergala ku bi aqlê zilam tê birêvebirin ne tenê jinan qetil dike, hewil dide wan paramparçe bike. Ne tinê jinê dike hedefa xwe, zarok, xweza, hemû zindiyên hene dide li ber xwe, tarûmar dike.

Lê belê em dizanin ku ev hemû êrîş, pergala koletî di şexsê jinê de li ser civakê û xwezayê tê pratîk kirin û berdewam kirin. Li gel vê yekê berxwedaniyek mezin jî heye. Pergala zilamsalar jî jinên berxwedêr dixe hedefa xwe û êrîşên xwe berfirehtir kiriye. Dikarim li vir mînaka Garîbe Gezer bidim. Ew jî jineke ciwan bû ku li zindanê bi êşkenceyê hate qetilkirin, êşkence li cenazeyê wê jî kirîbûn. Cardin dikarim behsa Narîna 8 salî bikim. Li Amedê Narîn hate kuştin, cenazeyê wê xistin hundirê kîsekî û avêtin nava çemê. Her wiha li Wanê Rojîna ya ku hatî qetilkirin heye. Ev tinê sê mînakin lê bi sedan, heya bi hezaran rûdanên kuştina jinan pêktê. Em bi vê rastiyê re dibînin ku pergal hebûna jinan qebûl nake, hertim pêre di nav şerekê de ye. Lê bê gûman em jin jî yê li hemberî vê pergalê berxwe bidin û şerê azadiyê bimeşînin.

Em bi saya Rêber Apo xwedî wê zanebûn û hêza têkoşînê ne. Bi derketina Rêber Apo re ne tenê gerîlayên azadiyê yên YJA Starê, jinên li tevahiya cîhanê jî bûn xwedî derfet û zanebûna xwe çawa bikarin rêxistin bikin û biparêzin. Bi wê boneyê li çar aliyê cîhanê jinên ku Rêber Apo naskirine li dora wî civiyane. Jin bi fikrên Rêber Apo dibin pêşengê berxwedaniya li welatên xwe. Em jî weke milîtanên Rêber Apo li dijî vê pergala zilamsalar têkoşîna xwe dimeşînin. Li çiyayên Kurdistanê em wek gerîlayên jin di berxwedaniyek mezin de ne. Berxwedaniya me beriya her tiştî  li hemberî pergala desthilatdarî û faşîzmê ye. Em wek jin di nava vê têkoşînê de bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşên herî giran şer dikin û têkoşîneke mezin dimeşînin. Emê bi saya berxwedana hemû hevrêyên xwe yên leheng nehêlin dewleta Tirk a dagirker gavekê jî biavêje. Weke gerîlayên jin emê teqez dijmin têk bibin, emê dawî li pergala ewqas êrîş, kuştin û tundiya li ser jinê diafirîne jî bînin.

Eylem Gabar

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk