Di nava her şer û êrîşekî ku deshilatdarî ji bo mêtingeh û desthilata xwe plan dike û pêk tîne di asta sereke de hertim jin û zarok dibin hedef. Hedef girtina jin û zarokên ku pêşeroja wî welatîne têne armanc girtin. Bi her qetilkirin, tecawûz, tacîz û êşkenceyek derûnî û fizîkî ku li ser jinan pêk tînin, exlaqê civakê jî hedef digrin. Eger em di vir de werin roja îro û serdema ku em tê ne, emê bibînin ku roj, demjimêr û heya tu kêlî jî nîne ku jinek rastî van kiryarên wan neyê. Li her gund, bajarok û bajarekê bi sedan heya bi hezaran jin, rastî pêkanînên bê îrade kirin û qirkirinê tên. Êdî rêwîtiya jinê ya jiyanê, kirine rêwîtiya koçberiyê. Ji bo ku jin di welat û warê xwe de nekeve ser rêka azadî û lêgerîna hebûna xwe, bi roj û salan wê li ser rêka koçberiyê di encama êrîşên xwe yên qirkirinê digrin û dihêlin. Bi piyên xwas, bi dilên tijî êş, jan û bi çavên tijî bi rondik dikevin rê û lêgerîna berdewam kirina jiyanê. Jin êdî ji jiyîna xwe bêzar dikin. Li ser zimanê jin û zarokan ji derveyî qêrîn û hawara ku ji dilê şewatî derdikeve, li ser wan rêkan tu gotin û dengek din nîne, dernakeve. Di nava vê rewşê de hêzên hegemon, desthilatdar, qirker û xwînmêj derdikevin pêşiya dinyayê û dibêjin: “Em mafê jin û zarokan diparêzin.” Îdîa dikin ku ew ‘Demokratin.’ Ma di dîrokê de kesek rastî dirûtiyeke ji vê kembaxtir hatiye gelo? Ruxmê ku ez pirs dikim, lê bi tu şêweyî ez ne bawerim ku şahîdiyek din ji vê re hatibe jiyîn.
Rastî dest avêtin û destdirêjiyê tên
Jin, dayîk cewhera demokrasî û azadiyê ye. Bê jin ango bi rewşa heyî ya ku di şexsê jinê de li tevahiya civakê didin kijandin û jiyîn ne demokrasî ye, li wir demokrasî nayê jiyîn. Heya jineke ku negihêştî azadiyê hebe, wê demokrasî li quncika tu welat û deverekê, bi qasî zereyekê jî peyda nebe. Ev mijareke wiha ye ku pêwîste tevahî jin û civak bikevin ferqa vê rastiyê û li gorî wê armancê Têkoşîna xwe bilind bikin. Heger têkoşîn di asteke herî kêm de bê hiştin, heger ji asta êrîşan kêmtir be, wê demê gihêştina armancê zehmet dibe. Ji ber vê yekê li ser me wek jin û her ferdekê civakê, demildest ketina nava tevgera Têkoşîn û berxwedanê jiyanî ye û ferz e. Kêlî bi kêlî deshilat ango zihniyeta zilamsalarî di nava liv û tevgera tunekirina me de ye. Dema ev yek tê gotin bê guman em di vir de ne tenê qala jinên Kurd dikin. Li her çar aliyê cîhanê, jin di nava vê rewşê de, rojane têne qetil kirin, rojane rû bi rûyî pêkanînên bê îrade kirinê tên. Wek nimûne, bi qasî rêjeyeke ku heya niha derketiye holê eşkere dike ku di nava salekê de zêdetirî 370 milyon jinên ciwan ên temenê wan jêra 18 salî ye, li seranserî cîhanê rastî destavêtin û destdirêjiya fizîkî hatine. Her wiha bi reya înternetê jî bi heman awayî, zêdetirî 650 milyon jinên ciwan rastî destavêtinan hatine. Ev tê wateya ku, di asta cîhanê de ji her 8 jinên ciwan, jinek rastî van pêkanînan hatiye. Ev tenê rêjeyeke ku di asta jinên ciwan de hatiye tespîtkirin û derxistin. Gelo bi giştî jin di asta cîhanê de, çiqas rastî destavêtin û tecawûzê hatine ango hatine êşkence kirin? Ev pirseke wiha ye ku pêwîste em hemû ji xwe pirs bikin.
Rûyên we yên kirêt derketine holê
Di sedsalekî wiha de ku bi serhildêrî û şoreşên jinê ve derket pêş, dixwazin qirkirina jinan pêk bînin. Nimûneya vê ya ku em di van rojan de dibînin û dijîn, rewşa jinan ya di nava êrîşên li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ya li dijî jin û jiyanê ye bi rojane bi tank, top û balafirên xwe ve Rojavayê Kurdistan û Suriyê hedef digre. Jinan armanc digre. Qetil dike û komkujiyan pêk tîne. Di nava van êrîşan de heya niha herî zêde, li her deverekî Rojava û Sûriyê jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane. Jin û zarokên ku bi awayekî gewdeyî bi wateya ‘fizîkî’ jiyana xwe ji dest nedan jî, li ser rêka koçberiyê, gav bi gav hêviyên jiyanê li ber çavên wan tên qetil kirin. Bê guman dema tê gotin jin û zarok behsa civakê tê kirin. Li tevahiya cîhanê mafê zarokaye ku di nava jiyaneke aram de bijîn û bi aramî mezin bibin. Lê mixabin li ber çavên cîhanê tu dibêjî qey zarokên Rojhilata Navîn ne zarokin ku xwedî vî mafî de û dikarin bi wî mafê xwe re bijîn. Ji ber vê jî xwe ker, kor û lal dikin. Radibin bi rêka daxwuyaniyan gote gotan dikin. Ma qey li hemberî van êrîşên hovane, bersiv jî daxwuyaniyên wan yên sexte ne? Bi vê yekê dixwazin ku gelan bixapînin û xwe weke parazvanên jin, zarok û mirovahiyê bidin nîşandan. Lê ev dem derbas bûye, êdî em naxapin. Rûpoşên we ji zû ve ji ser rûyên we yên kirêt ketine. Ji roja ku Rêber Apo derketina xwe ya dîrokî kiriye rûyên we yên kirêt jî kifşbûne û derketine holê. Ji bo wê, êdî van gote gotan jî nekin. Her lal bimînin, ji xwe piştî ku rastiya we derket, hêviya kesekê ji we nemaye.
Rojane li kêleka jin û zarokan dengên heqîqetê, ‘Rojnamevan’ tên qetil kirin. Ma di kîjan qanûnên şeran de ev yek rewa hatiye dest nîşan kirin. Lê ev pirs çima were kirin, ji xwe eşkereye qanûnên we jî mîna we kirêt û derewînin. Ev yek ji bo tevahiya desthilatdar û saziyên ku qaşo saziyên mafên mirovanin, derbasdare.
Bê îrade bûyîn mirin e
Li hemberî tevahiya kiryarên ku di şexsê jinê de li ser tevahiya civakan tên meşandin, mîna destdirêjî, destavêtin, qetil kirin, zindanî û sêdare kirin û yêk ji pêkanînên herî hovane ye wek zewaca di temenê biçûk de, bê deng mayîn li hemberî mirovahiyê kirêtiya herî mezin e. Her keseke/î bi wijdan pêwîste ku rabe û li hemberî vê yekê serî rake. Li hemberî vê hovîtiya mezin, bê deng mayîn hevkariye. Hevkarî jî li hemberî civakbûn û mirovbûnê îxanet e. Me tevan di zarokatiya xwe de, xwe bi xeyalên jiyankirina di nava welatekî tijî keskayî û keyfxweşî mezin kir. Me jiyaneke aram û azad xeyal dikir. Eger her yek ji me di warê xwe de tênebikoşe û bi Têkoşîna xwe em yekîtiya xwe ava nekin, emê negihêjin xeyalên xwe yên zarokatiyê. Çawa ku Rêberê mirovahiyê, Rêber Apo dibêje: “Min îxanet li xeyalên xwe ên zarokatiyê nekir.” Pêwîste ku em jî liberxwe bidin, têbikoşin û azadiyê bi dest bixin. Ta ku em îxanetê li xeyalên xwe û xeyalên bi milyonan zarokên ku di nava şeran de bi qêrîn û girî mezin dibin, nekin. Eger em bi rastî jî dixwazin azad jiyan bikin, di rewşa me ya niha de û bi taybet weke jin, ji derveyî vê yekê tu rêyeke din nîne. Eger em wek jin xwe ji bê îradekirinê re radest bikin, ji xwe em mirîne emê her mirî bimînin. Bê îrade bûyîn, mirin e.
Deyîndariya me ye
Di dawiya vê nivîsê de ez dixwazim gotineke Rêber Apo bi bîr bixim. Rêber Apo dibêje: “Sedsala 21’an, sedsala azadiya jin e.” Ya ku îro jî bi berxwedanê li hemberî êrîşan tê jiyîn, ev yek bi xwe ye. Emê wek jin ruxmê her berdêlekî vê sedsalê bikin sedsala azadiya jin, civak û tevahiya mirovahiyê. Li beramberî keda bi salan ya Rêberê mirovahiyê, weke jin ev yek erk û deyînê me ye.
Rûheyv Botan