Têkoşîna ku azadiya jinê mîsoger dike û hebûna jinê nû dide afirandin, ev têkoşîna ku niha di Rojhilata Navîn de tê meşandin e. Ew têkoşîna ku di pêşengtiya jina Kurd de li tevahiya dinyayê belavbûye û xwe gerdûnî kiriye. Jin îro kêlî bi kêlî ber bi azadiyê ve diçe.
Çawa ku Rêber Apo dibêje; “Sedsala 21.’mîn sedsala azadiya jinê ye’’. Di heman demî de sedsala ji nûve avakirina Rojhilata Navîn e ku lê pirsgirêka jinê wekî girêka kûr lêhatiye û ev pirsgirêk dikare encax bi têkoşîna jinê xwe bigihîne serkeftinê, bigihîne çareseriyê. Ev serkeftin jî wê bi konfederalîzma demokratîk a jinê re xwe sazgar bike.
Jina Kurd ya ku bi salane nasnameya wê jê hatiya dizîn, jina ku di nava pençên mêr-dewletê de di nava berxwedaniyekî de ye, di kesayeta xwe ya têkoşînvan û berxwedêr de sekna jina kilasîk da dikandin û bi rihê xwe yê fedaî da xûyakirin ku ti hêz nikare li pêşiya têkoşîna wê bibe asteng. Lewma hêzên ku ji têkoşîn û ramana jina azad ditirse bi hemû hêza xwe êrîş dibe ser hebûna jinê. Êrîşên ku li ser hebûna jinê û nasnameya wê tê kirin di esasê xwe de bingeha xwe ji vê rastiyê digre ku pergala desthilatdar ji pêşengtiya jinê ditirse, lewma bi awayek dermirovî qetilkirina jinê li gorî zagona xwe rewa dibîne û pêşî vedike. Ji ber wê jî yê ku bikaribe vê sîstema desthilatdariya zilam ji bingehê ve bide rizandin û hilweşîne bêgûman berxwedaniya jina azad e. Her çend ku nasnameya jinê xwe gerdûnî dike û her ku diçe li cîhanê bi raman dibe pergala mêrsalar jî çi di milê derûnî de be û çi jî li milê fizîkî de dibe jina ku bi nasnameya xwe wî ditirsîne dixwaze ji holê rabike. Lê belê rûxmê ewqas êrîşan jî jin bênavber têkoşîna xwe hem bilind û hem jî gûrtir dikin, ev jî dibe îlhamek ji bo tevahî jinên cîhanê. Ê ku pêşengtî ji bo vê têkoşînê dike jî bêgûman Tevgera Azadiya Jina Kurd e ku ala serkeftinê hilgirtiye û ber bi azadiyê ve dimeşe û meşeleya xwe bi rihê têkoşînê misoger kiriye. Formula ‘JİN-JİYAN-AZADÎ’ ya ku bi fikir û ramanê Rêber Apo hatibû despêkirin îro bûye felsefeyekî ku xwe li tevahiya cîhanê bi kok kiriye. Mînaka wê ya herî ber bi çav serhildana ‘JİN-JIYAN-AZADÎ’ bû ku di şexsê Jîna EMÎNÎ û Şilêr RESÛLÎ de birêveçû û da xûyakirin ku ti hêz nikare li pêşiya têkoşîna jinên lêgerînvanên azadiyê dîwarên desthilatdariyê deynin.
Lê em hemû dizanin ku rejîma Iranê bi hişmendiya Şîatiyê ku şikil daye xwe li ser esasê tûnekirina jinê xwe avakiriye û ferz dike. Dixwazin bi vê hişmendiyê rihê jinê, beden û hestên jinê di nava qefesa baviksalarî de asê bikin, dorpêç bikin. Di heman demî de di bin navê hîcaba îcbarî her cûre êrîşan li ser jinê û nasnameya wê dide meşandin, ji bo ku pêşiya têkoşîna jinê bigre serî li şerê taybet, muxedirat, destdrêjî, mala giştî û sîstema besîctiyê dide da ku jinê bide fetisandin. Lê belê hîcaba bi darê zorê rêbazê xweşikbûyîna jinê û cewhera jinê di nava çadirên reş dayîna dorpêçkirin e. Ji bo ku ev dorpêçkirin were hilweşandin di şexsê Jîna’yan de, Şilêran û Nagîhan’an de bi dirûşma ‘JİN-JIYAN-AZADÎ’ bi rihê Sara’yan ku xeta me ya têkoşînê ye, bi rihê Evînan ku xeta me ya azadiyê ye û bi rihê Asya û Rojgeran ku xeta me ya fedayetiyê ne, emê xwe di mêjiyên kujerên jinan de wekî volkanekî di hişmendiya bi salan e li ser me tê ferz kirin biteqînin.
Belê, xwedavendên me yên serdema nû Gerîllayên azadiya Kurdistanê ku îro di çeperên herî pêş de li beramberî her cûre êrîşan li berxwe didin, di heman demî de dîrokê jî ji nûde bi têkoşîna xwe didin nivîsandin û pêşengtî ji formula ‘JİN-JIYAN-AZADÎ’ re dikin. Gerîlayên azadiyê, di wateya xwedî li nasnameya jina azad derketin û xwedî derketina li jinên ku di nava pençên qirkirinê de li berxwe didin de bûne hêvî ji bo tevahî jinan. Û yê ku deriyê azadiyê ji tevahî jinan re vekiriye, mîmarê me yê azadiyê û pêşengê mirovahiyê Rêber Apo ye. Ji bo ku em xwedî li keda Rêber Apo û jinên berxwedêr ku di oxira azadiyê de xwe fedakirine derkevin divê em rihê têkoşînê ji her demî bilindtir bikin.
Sema Rojhilat