Qerekterê sedsalê bi rengê jinê dixemile, roj bi roj tekoşîna jinan bilind dibe. Weke ku Rêber APO sedsala 21an, bi sedsala jinê bi navkir û gav bi gav naveroka vê tesbîtê dagirt û bi watekir. Rêber APO fîlozof, civaknas û şoreşgerê herî radîkal û xwedî projeya alternatîf yê vê serdemêye. Ew bixwe, xwe weke şervanê têkoşîna azadiya jinê binavkir û di oxira şoreşa azadiya jinê de bi dehan tez û projeyên civakî avakirin. Jibo ku bi jinê re hevaltiyeke rast bike, berî her kesî ji xwe destpê kir. Di kesayeta xwe de hilweşandina zîhniyeta serdestiya mêr weke kuştina zilam binav kir. Bi kuştina zîhnîyeta zilamê desthilat û jina kole û avakirina modela kesayeta jina azad û zilamê azad re di nav refê şoreşê de, pîvana zîlanbûn û Egîdbûnê danî holê û her ku çû ev proje civakî kir. Ji Sarayan hetanî Kemalan, ji Zîlanan hetanî Zinaran, ji Arînan hetanî Nagîhanan, Ji Axînan hetanî Rojhat û Erdalan, Ji Hevrînan hetanî Ebû Leylayan, ji Asyayan hetanî Mehmedan hemû bûn sembola jin û mêrên azad.
Di dîrokê de şoreşa Neolotîkê de “ku bi destê jinê, li ser xaka Mezopotamya hate pêşxistin û bi hezaran salan xizmeta mirovatiyê kir û hîn jî dike”, em dibînin îro şoreşa Neolotîk a dûyemîn bi pêşengiya jina Kurd li ser hîma felsefa Rêber APO di nav jinên herêmê û cîhanê de nûjen û geş dibe. Ji bo ku şoreşa gelan, bi taybet şoreşa gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe, şoreşa jinê şertekî bingihîn e. Ji ber jin bingeha jiyanê temsîl dike û jiyan di şexsê jinê de xwe bi wate dike. Mirovatiyê di şexsê jinê de winda kir û di şexsê jinê de wê cardin bi serkeve. Ango şoreşa jinê ne tenê şoreşa jinê ye, şoreşa mirovatiyê ye û xwedî qerekterekî gerdûnî ye. Bi ji nû de şîrovekirin û jiyanîkirina formûla JIN JIYAN AZADÎ wê cardin jiyan bi wate û naverok bibe. Wê cardin kenê vegere ser rûyê zarokan, wê dara hezkirin a mirovan geş bibe, wê xwezaya welatê me û gerdûna me şîn bibe. Wê jiyaneke bi wate û bi serfirazî bi jin, ciwan, zarok û ixtiyaran re ava bibe.
Dibe ku di van salên dawî de em têkoşîna xwe weke şoreşa jin bi nav dikin lê bingeha vê şoreşê di destpêka têkoşîna şoreşa azadiyê de hate danîn. Rêber APO weke pîvan ‘got heta jin azad nebe wê civak jî azad nebe’. Li ser vê bingehê têkoşîna xwe gav bi gav bi hîma şoreşa azadiyê ava kir û xurt kir. Di heman demê de şoreşa gelê Kurdistan bû xwedî qerekterê jinbûnê. Jibo vala derxistina şîfreyên koletiyê ku bi sîstema kapîtalîst re gihiştine lûtkê, rejîma kapîtalîst destpêkê li jinê da. Jin parçe kir, qetil kir û nêçîr kir. Li hember vê yekê şoreşa azadiya jinê jî xwe bi rêxistin kir. Rêxistinbûnê weke pîvana bingehîn a azadiyê girte dest. Bi îdîaya em ê yek jinê tenê bê rêxistin nehêlin derketin rê. Ev pîvan bû weke çeka sereke ya ku di destê xwe de digre û ti carî bernade. Bi artêşbûna jinê re gava yekemîn ya xwebûnê hate avêtin. Jin demê parastina xwe bixwe dike, peyama ‘ez ne ya kesî me’ dide, dikeve ferqa hêza xwe û baweriya xwe bi xwe ava dike hestên heskirina cinsê xwe zêdetir dibe. Ji ber ku bi awayekî herî eşkere di vê qadê de rûyê rast ê desthilatiya zilam dibîne û bertekê xwe yê parastina cinsê xwe di vê qadê de zêdetir bi rêxistin dike. Di heman demê de dema ew bixwe dibe hêz û xwe nas dike dikare bi sekna xwe ji di zilam de jî her qadê zêdetir guhartinê ava bike. Ji ber her tim zilam jinê bi çavekî piçûk nas kiriye lê dema rastiyê dibîne hemû jiberkirinên berê yek bi yek hildiweşin.
Rêber APO pîvana parastina cewherî bi parastin ruhê xwe ji qirêjiya pergalê binavkir. Wiha got: “min ti carî ruhê xwe nefirote vê sîstemê, ango ez teslîmî pergalê nebûm. Her wiha got min ruhê xwe pak û bakîre parast…” Weke jin pêwîst e em li ser van hevokan pir bihizirin, gelo ‘ruh ne firotin’ tê çi watê? Bakîrebûna ruh tê çi watê û çawa tê avakirin? Pêwîst e em xefkên sîstemê baş nas bikin û em xwe ji qirêjiya sîstemê biparêzin. Weke zihniyeta feodal bakîretî bi bedena jinê pênase dike û bi zagonên namûsê ve girê dide. Û ji milê din ve em dibînin çanda dest avêtinê xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêxistin dike. Bedena jinê parçe dike û ji her parçekî re perekî diyar dike. Ma namûs li kudera vê dimîne?
Îro em dibînin di bin navê hezkirinê de bi sedan keçên ciwan dikevin bin bandora leşkerê dijmin, dikevin torê fihûşê, madên hişbir û torên sîxuriyê. Bi van rêbazên qirêj ciwanên me ji me didizin. Pêwîst e em tevahî jin û ciwanê xwe bi rêxistin bikin û perwerde bikin, zanista ruhê xweparastinê bi wan bidin fêrkirin û li ser bingehên tezên Rêber APO danî holê, çawa gulek xwe bi sitiriyê xwe, xwe diparêze, pêwîst e em jî weke jin, ciwan û tevahî civakê ji her hêlî ve û bi her rêbazî xwe biparêzin. Heta em ruhê xwe neparêzin em ê ti carî nebin yê xwe û her bibin yê xelkê. Pêwîst e jin zanibe ku kes xwediyê wê nîne û kesî wê biparêze nîne; Ji rakirina çekê bigre hetanî hemû rêbazên parastina cewherî xweparastin karê wê bixwe ye. Ma qey pir zor e demê li cihekî jinek rastî tacîz û tecawizê hat, herkesê di nav civakê de xwe bikin yek û bi kevir û daran jî mabe wî kesê tecawizkar ceza bikin. Herî dawî me li Wanê dît, çawa leşkerên faşîst hatin cezakirin. Pêwîst e bertekê jinan û ciwanan her tim zindî bin. Çima dijmin rehet hestiyê hevalên me yên şehîd di qotiyan de dide destê dayîkên me? Kanî berteka civakê, kanî berteka jin û ciwanan? Çima dijmin ewqasî tora sîxuran di nav civaka me de bi rêxistin dike? Ma gelo civak hevdû nas nake, ma kî cîranê xwe nasnake? Li her devera Kurdistanê ev tor belav dibin. Ma em nikarin nobeta kolanên xwe bigirin? Em bawer in îstixbarata herî bi hêz jin û ciwan in. Di nav tax, gund û bajarên xwe de dikarin çav û guhê xwe vekirî bin. Ma ger parastina cewherî ne ev be, wê çibe?
Em ê ti carî birîna jinên Şengal ji bîr nekin ku çawa çeteyan ew birin û li bazaran firotin ku heta niha ji bi sedan jin di destê çeteyan de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Ma qey bav û birayê wan jinan dikarîbû wan biparêze? Na! Çawa bi dehan kes tecawizî zarokeke deh salî dikin. Çawa hevalên me di zindanan de bi êşkenceyên hovane re rû bi rû tên û hemû kiryarên der huqûqî li ser wan pêk tên. Jina rêxistinkirî û perwerdekirî di heman demê de xwedî hêza parastinê ye jî. Em dizanin ger em xwe zane nekin, rêxistin nekin û neparêzin kes nikare me biparêze. Lewma em dibêjin Rêxistina jin û hêzên wê yê parastinê, temînata şoreşa JIN JIYAN AZADIYÊ ye. Pêwîst e her jinek di vê zanebûnê de be. Her kes pêwîst e bi qasî hêza xwe ked û têkoşîn bide. Ked yek ji pîvanên bingehîn a azadiyê ye. Bi keda bi zanistî û bi armanc tê dayîn mirov jiyanê xweşik dike, ji jiyanê hez dike û bixwe jî tê hezkirin.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ser hîma Neteweya Demokratîk û bi pêşengî û tekoşîna jinan, şoreşa jinê jî şênber kir. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi şoreşa JIN JIYAN AZADÎ re, şoreşa jinê gerdûnî bû. Destpêkê bi ronahiya felsefeya Rêber APO, di nav refê şervanên azadiyê de ev dirûşme dihate avêtin, lê bi şoreşa JIN JIYAN AZADÎ re bû malê jinên cîhanê û tevahî mirovatiyê. Zimanê Kurdî ku bi salane tê înkarkirin, îro dirûşma şoreşa sedsalê diwelidîne.
Em dibînin di nav tûnelên berxwedanê de gerîlayên YJA STAR û HPG bi ruhê serkeftinê rûmeta jinan û mirovatiyê diparêzin, li hemberî çekên taktîk nûkleer û hemû cûrên gazên kîmyewî li berxwe didin û şer dikin. Ji bo jina Kurd û tevahî jinên cîhanê por, semboleke bi nirx e û tiştekî giran buha ye. Me hemiyan dît gerîlayên jin di şerê tûnelan de, ji bo xwe ji çekên kîmyewî biparêzin çawa porê xwe jêkirin û fedayî parastina rûmeta jinan kirin. Di heman demê de li dijî qetilkirina Jîna Emînî jî, jinên herêmê û cîhanê porê xwe dane ber meqesan. Her çiqasî mijareke sembolîk be jî, lê dîsa em dibêjin qeyî ne tesadûf e, berovajî ew jî yekîtiya bertekên jinbûnê û yekbûna di ruh de îfade dike.
Ji bo avakirina aqilê jinê yê hevbeş û serbixwe, pêwîstî bi bîrdoziya ku azadiya jinê temsîl dike û barê vê şoreşê digre ser milê xwe heye. Partiya me PAJK, pîvan û exlaqa tekoşînê diyar dike. Aqil û hestên jin yek dike, stratejiya têkoşînê diyar dike. Kadroyên profesyonel xwedî xisletên pêşeng perwerde dike. Fedaiyên dozê ava dike û ji hemû erkên şoreşê re amade dike. Çawa beden bê serî nabe, şoreş jî bê bîrdozî nabe. Jin pîvanên xwe yên hevjiyana azad diyar dikin. Hîmên hevpeymana xwe ya jiyana civakî datînin holê. Ango ne weke berê jiyan dibe, ne jî weke berê têkoşîn dibe. Her ku xeleka şoreşê fireh dibe; pêlên xwe li cîhanê belav dike, deskeftiyên azadiyê bilind dibin. Ger li tevayî cîhanê bi heman dengî heman diruşma JIN JIYAN AZADÎ tên avêtin, ev yekbûna têkoşîna jinan îfade dike. Ji ber ev rejîma kapîtalîst ya qirêj neyarê tevayî jina ye. Li Kurdistanê di şexsê Erdogan û Barzanî û li cîhanê Pûtîn û Biden de rejîm bi rêbazên cûr bu cûr êrîşên xwe li ser jinan zêde dikin û modela jina karîkatûrê zilam derdixin pêş. Di vê mijarêde jî şiyariyek di milê jinan de pêwîst e.
Jin şoreşa xwe bi hunera xwe dixemilîne. Rêbertî şoreşa bê huner û bê wêje weke bedena tazî binav kir. Ango bê şekl û bê şemal e. Heta astekê huner modela şoreşê diyar kiriye lê hîna naveroka wê tam dane girtiye, pêwîst e hîn were bihêzkirin. Stranek, romanek an jî destanek dikare şoreşê di dil, mejî û wijdana civakê de neqiş bike û mayînde bike. Dîsa zanista jineolojî ku bixwe jî berhema şoreşa jinê ye riya şoreşê ronî dike û bi aqil û hestên jinê ve, barê şoreşa jinê bi giranî dide ser milê xwe.
Mîmarê şoreşa jinê Rêber APO kete sala 26an ku di nav şertê esareta bê bext de ye. Bi esareta li ser Rêbertî re, neheqiyeke mezin li ser mirovatiyê û tevayî jinên cîhanê jî tê kirin. Ji ber Rêbertî bi paradîgmaya xwe gerdûnî bû û bû malê mirovatiyê û tevahî jinan. Di salvegera komploya navneteweyî de (ku roj bi roj konsepta qirkirinê li ser Rêbertiya me û gelê me girantir dikin û destkeftiyên şoreşê dikin hedef) ji du sal û nîvan zêdetir e, em ti agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Ev cihê metirsiyê ye û pêwîst e kes bê deng nemîne. Bi xurtkirina pêngava ku Tevgera Azadiya Jin destpê kiriye, bi diruşma “BI JIN JIYAN AZADÎ, BER BI ŞOREŞA JINÊ VE” wê pergala Îmralî hilweşe û azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bibe. Em weke jinên têkoşer dibêjin pîvana serkeftina şoreşa jinê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO û bi jiyankirina rasterast bi Rêbertî re girêdayî ye.
Şareza Xelat