• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Şervanên Azadîyê Ji bo 9’ê cotmehê hestên xwe bi lêv kirin

November 6, 2021
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Şervanên Azadîyê Ji bo 9’ê cotmehê hestên xwe bi lêv kirin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Heval Barîn Baran: Di despêkê de mirov dikare fêmkirina xwe li hember 9’ê cotmehê bîne ziman, ji ber dema mirov wateya 9’ê cotmehê fam dike mirov dikare diroka xwe û dijminê xwe baş nas bike. Ji ber ew komplo ji bo tunekirina gelê Kurd e. Ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahî gelê azadîxwaze. Bi taybet ji bo Jin gerdûnîbûna fikir û felsefeya Rêbertî ji bo gelên bindest rêya azadiyê daniye holê. Di heman demê de ji ber li hemberî zihniyeta kapîtalizmê kelemekî mezine û sedemê hilweşandina zihniyeta dijmine, ji ber wê ev komploya navnetewi ket meryetê.

Rêbertî di nirxandina komployê de bal dikişîne li ser hevaltiya kêm û dostaniya sexte. Wek kesayet divê mijarê de lêhurbuna min pir çêdibe. Mirov dikare roja xwe ya niha bigire dest em çiqas Rêbertî difikirin, çiqas dixwînin, çiqas nas dikin. Ji ber ku eger em di van mijaran de lewaztiyê jiyan bikin, emê di pêvajoya heyî de nekarin rol bileyîzin, ji bo wê yekê jî divê em Rêbertî baş û di cih de fam bikin. Ji bo femkirina pevajoyê û komploya navnetewi vala were derxistin erk û berpisyartiya me ya di vê pevajoyêde  ewe ku em bi wijdanî û îradeyekî pir mezin li hember dijmin bisekinin û vê sale bikin sala dawî ya tecrîtê. Wek kesayet hewildanê min yê vê demê ewe ku hîn zêdetir Rêbertî bixwînim û weki hevalên xwe yên niha li çiyayên azad bi îradekî pir mezin li berxwe didin erka xwe ya hevaltî bi cih bînim.

Heval Delîla Argeş: Rêber Apo tecrît û pergala li Îmraliyê vegûherand cihê tekoşîn û hebuna mirovahiyê. Di roja me îro de berxwedana li hemberî pergala zordestiyê a herî mezin li Îmrali ye tê meşandin. Şerê niha tê meşandin ku em weke şerê cîhanê yê sêyem bi nav dikin, di şexsê Rêbertî de li ser tevahiya gelên azadîxwazên Rojhilata Navîn tê meşandin. Berxwedaniya Rêbertî ji zarokê 7 salî bigire heya mirovê herî bi temen, di mejiyê wan de bi bandor buye û buye çavkaniya jiyanek bi rûmet. Wekî kesayet xayalê me dîtina Rêber Apo ye û bi hev re azad jiyan kirin e. Eme teqez bigihijin serkeftinê. Rêbertî di her pêngavek ya komployê de, ji bo mirovahiyê vegerand warê çareseriyê. Rêbertî her tim ji bo me wiha dibêje; Eger hun dixwazin min rizgar bikin destpêkê rastiya Îmraliye fêm bikin. Ji ber ez dixwazim ji vê tevgerê re bibim dilopek ji avê ku xwe bigihînim pêlên Îmraliyê û paşê bi deryayê re biherikiyam û gihiştibuma Rêbertî.

Ev komplo û tecrîta ku li Îmralî tê meşandin, ne dîroka gelan, ne xwezaya Kurdistanê û nejî tu ferdekî Kurd yê azadîxwaz qebûl nake û heta dawiyê hesabê wê bixwaze. Em bi îdiane di sedsala 21’an de bigihijin serkeftinê û ruyê cihanê geş bikin.

Heval Gulan Xaşmir: Her pêşengekî Kurd çaxa ku berê xwe daye çiyayên Kurdîstanê ji bona azadî ye, ji ber ku her dem bi komplon û leyîstokên dewletên navnetewî re rû bi rû hatine û hebuna wan li rastî tinebunê hatiye. Ji bo ji holê rakirin û tunekirina ziman û çanda Kurdan destpêkê ji yên ku pêşengtiyê dikin destpêkirine. Di nava Kurdan de hertim buye êş ku pêşengên wan nekarîne heya dawî bigihin armanca xwe. Şêx Said, Seyîd Riza û bi dehan pêşengên Kurd ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê berê xwe dane Kurdistanê û şerên dijwar dane meşandin.

Mînakek din ya ku di dîroka Kurdistanê de cih girtiye; Zarîfe û Elî Şêr pir bi qahremanî şer kirin û ji bona ku şerefa kurdan nekeve heta dawiyê bê dû dilî şer kirin. Zarîfe û Elî Şêr berxwedaniyekî bê hempa dan meşandin. Lê ev berxwedani bi îxaneta hundirîn û bi komploya Reyber bi dawî bu û bi heman destî Zarîfe û Elî Şêr hatin kuştin.

Lê mirov dikare bêje ku armanc, berxwedan û keda wan di valetiyê de neçu. Bi heman armanca rizgariya gelên Kurdistanê Rêber Apo bi fikir û îdeolojiya xwe gerdûnî buye. Gelên Rojhilata Navîn bi Rêber Apo re bune xwediyê îrade û nasnema azad, ji bo wi tirsekî di dilê dijmin da hatiye çêkirin. Nikaribun ku wek pêşengên din nêzikî felsefa Rêber Apo bibin û bi tekoşina Rêbertî ev komplo vala hat derxistin. 9’ê cotmehê roja ku komploya pêk hatî, ji bo gelê Kurd li kêleka rojek tarî û reş veguherî roja ji nuve serîhildan û tekoşînê. Tecrît û pergala îşkencê ya li Îmralî encax bi tekoşîna gel û gerîlla re dikare were şikandin, dawî li faşizmê were anîn û azadiya Rêbertî ya fizîkî were misoger kirin.

Heval Bawerîn Çiya: 9’ê Cotmehê ew roja ku nayê pênase kirin û hertim di dîrokê de xwe daye dûbere kirine. Lê tu carê nekariye bigihije armanca xwe. Komploya 9’ê cotmehê êşekî pir mezin bi gelê kurd da jiyan kirin. Dewletên komploger xwestin di şexsê Rêbertî de gelê kurd tune bikin û di qirkirinan. Dîlgirtina

Rêberti ya fîzîkî nayê wateya tûnekirin û bê bandorkirina wî. Bi girtina Rêberti re, bi hezaran gelê kurd rabun ser piyan û ticarî li hember leyîstoka navnetewî ya 9’ê cotmehê seri netewandin. Ev komplo heya roja me iro ji berdewam dike. Her roja ku gel û gerîlla li welat û derveyî welat berxwedana xwe xurt dikin, li Îmraliyê tecrîtê girantir dikin. Dixwazin ku Rêbertî di Îmraliyê de tûne bikin. Lê li hember tinekirin û tecrîtê Rêbertiya me Îmralî kiriye cihê tekoşîn û berxwedanê. Berxwedaniya Rêbertî ji bo gel û gerîlla buye rêya çavkaniya berxwedanê. Mînaka we ya berbiçav jî berxwedana gerîla a niha ku li Çiyayên Kurdistanê tê meşandine. Her rojek ji wan rojan dibe dirok û dide xuya kirin ku em bi serkevin û bi serkevin.

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk