Pevajoya ku em tê de jiyan dikin bi gîşti li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Kurdîstanê şerekî pir giran û dijwar dimeşe. Her kes dizane ku navenda vê şerî Îmralî ye. Ev 22 sal in li pergala Îşkence ya Îmraliyê li ser Rêbertî pergalekê îşkence û tecrîdê tê meşandin. Di şexsê Rêbertî de li ser tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz, bi taybetî jî li ser jinên ku li azadiya xwe digerin pergalekî îşkence û tecrîdê tê meşandin. Niha di rewşa heyî de em li şerê ku li Kurdistanê tê meşandin mêyze bikin, hîn qad hatine dorpêçkirin û hîn qad jî tê tecrîdkirin. Li Bakûrê Kurdistanê qirkirina siyasî û fîzîkî pêk tê. Li Başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê pêk tê. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê heman rewşa dagirkeriyê heye û gef li ser destkeftiyên Kurdan tê xwarin. Ev hemu tecrîtkirina beşên Kurdistanê ye.
Dewlata Tirk a faşîst ku bi feraseta beş bike-parçe bike-rêve bibe ji xwe re kiriyê hîmê xwe li ser lingan girtinê; di rastiya tê jiyankirin de bi awayekî hîn kûrtir vê ferasetê dide meşandin. Bingehê vê şerê û navenda vê şerê jî Îmralî ye. Bi van pêkanînên xwe pergal dixwaze xwe li ser lingan bigre. Rê û rêbazên ku tên şixulandin ji derveyî zagonan e, ji derveyî ehlaqê ye, ji derveyî pîvanan e. Şerekî ne merdane, şerekî bê ehlaqî tê meşandin. Tirsa tevahî hêzên kûrevî û heremî fikra Rêbertî ye. Paraznameyên ku Rêbertî nivîsand û diyarî tevahî civakên azadîxwaz kir, ji bo civakên ku dixwazin pêşeroja xwe tayîn bikin û ji nû de avabikin e. Paraznameyên Rêbertî, felsefe û birdoziya wî ji bo her kesê/î bû ronahî, bû cihê ku tarîtiyê ronahî dike. Ji bo vê yekê ewqas êrişên dijwar tê pêkanîn. Em nikarin rastiya êrişên ku li ser gelê Kurd ê azadîxwaz û tevgera wê ya azadiyê pêk tê, ji vê yekê qût bigrin dest. Êrişên li ser Rêbertî tê meşandin li ser tevahî mirovahî belav dibe, li ser hêzên demokratîk belav dibe û wisa hêzên hegemon dixwazin xwe bigihînin armanca xwe. Ev şer ne tenê li bajaran li tevahî qadan dijwar dike û li her çar aliyên Kurdistanê şerekî topyekûn daye pêşiya xwe. Şerê taybet, şerê derûnî, şerê îdeolojîk, şerê leşkerî bi hemû hêza xwe û bi hemû rê û rêbazên ji derveyî mirovahiyê jî xistiye meriyetê tenê ji bo encamgirtinê. Encama ku ew dixwazin bidestbixin çi ye, qetilkirin û qirkirina gelê Kurd e. Hebûna xwe, di tunebûna gelê Kurd de dibîne.
Dewleta Tirk a ku bi tîfaqa AKP-MHP lûtkeyên faşîzmê jiyan dike, dixwaze sînorên Mîsak-i Mîllî pêk bîne. Ji ber vê yekê şerekî ewqas dijwar pêk tîne. Lê ev yek rastiye ku AKP-MHP bi tena serê xwe nikare tiştek pêk bîne. Ewqas hêzên xwe xistin meriyetê de nikaribûn encam jê bigrin. Ji ber vê yekê çeteyên ku ji cîhanê komkiribû ji bo bê tesîr û bê bandorkirina tevgera azadiya Kurdistanê anîn li Kurdistanê bi cih kirin û di vê şerê de wan didin şixulandin. Şervanên azadiyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê têkoşînek bê hempa li hemberî çeteyan dan meşandin, bi felsfeya Rêbertî mirovahiyê xilas kirin. Têkoşîna wan ji bo tevahî mirovahiyê û ji bo hemu civaka Kurd bû ronahiyek. Piştî serkeftina şervanên azadiyê dewleta Tirk a faşîst vê yekê dît ku bi çeteyan jî nikarin fedaiyên Kurdistanê û têkoşîna Kurd ê azad têk bibin, vê carê jî weke ku di dîrokê de jî gelek caran mînakên wê hatine dîtin dest avêtin Kurd, xwestin bi rêya Kurd îrada gelê Kurd a bi derketina tevgera azadiyê re şîn bû, ji nû de bişkînin. Kîjan Kurd zeîf e ku dikare daxwazên wî pêk bîne, vêya dixwaze li hemberî Kurd ê azad bikar bîne. Ev jî weke di dîrokê de jî li Komara Mahabatê bi îxanetê tê nasîn, mala Barzanî û Kurdên ku weke cerdewan di vê şerê de tê şixulandin e.
Destkeftiyên gelê Kurd di bin xeteriyê de ye
Rastî jî îro em dibînin xeteriyekî mezin li hemberî Kurdan heye. Ev jî şerê navxweyî yê di nav Kurdan de ye. Ev şer jî daxwaz û pêkanînên dewleta Tirk û hevalbendên wî ne. Şerekî bi vê rengê li gor berjewendiyê dewleta Tirk a faşîst e, li gor berjewendiyên faşîzma AKP-MHP ye. Ango bi giştî ev şer li gor berjewendiya dijminê Kurd e. Ev hêz dixwazin bi rêya PDK’ê gelê Kurd bi xeteriyekî mezin re rû bi rû bihêlin. Niha em li rastiya heyî mêyze bikin, dewleta Tirk a kaşo artêşa dûyemîn a NATO’yê li Metîna, Zap, Avaşîn’ê xitimandinekî cidî yê leşkerî jiyan dike. Ji bo vê xitimandina xwe derbas bike û bikaribe bêhnekî bigre, dixwaze bi rêya PDK’ê li hemberî tevgera azadiyê şer bike. Ji aliyê rêxistina me ve, dîsa ji aliyê saziyên sîvîl ve, ji aliyê hîn kesên demokrat-rewşenbîr ve ji bo pêşî girtina vê şerê bangawazî hat dayîn. Li Başûrê Kurdistanê destkeftî hene, lê PDK nikare van destkeftiyan biparêze bi van pêkanînên xwe van destkeftiyan dike qûrbanê berjewendiyên şexsî û malbatî. Ev ji bo civaka Kurd dê xeteriyên mezin bîne. Ger şerekî bi vê rengê derkeve wê felaketek mezin ji bo gelê Kurd bîne. Wê têkoşîna gelê Kurd çend salan paş de bîne. Divê her kes di vê mijarê de îkna bibe. PKK’ê bi vê şerê xilas nabe. PKK deh şerên bi vê rengê derbas kirin. PKK’ê tune nebû, hîn bêhtir xurt bû, bû xwedî tecrube. Lê belê wê destkeftiyên Kurdan, têkoşîna Kurdan çend sal paş de biçe. Destkeftiyên ku bi xwîna Kurdan hatine avakirin niha di bin xeteriyê de ye.
Îro gerîlayên azadiyê li ser çiyayên Kurdistanê şerekî bê eman dimeşîne. Şerekî pir dijwar, sînge sîng dimeşe. Rûxmê ku dewleta Tirk a faşîst ji bo ser bikeve çekên kîmyevî jî bikar tîne, nikare encamên ku dixwaze bidest bixe. Îradeyek ji pola ya kadroyên PKK’ê, mîlîtanên Rêber APO ku xwe fedayî vê dozê kirine heye. Dizanin ku xeteriya li pêşberî wan çiqas mezin e û bi vê rihê şer dikin û bi fedaîtî ser dijmin de diçin. Mirov dibîne di encama berxwedana gerîlayên azadiyê ku şev û roj bê hempa dimeşînin de encamekî bi heybet derdikeve. Şerekî fedaî tê meşandin. Şerekî ku di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin tê meşandin.
Li hemberî êrişên topyekun, têkoşînek topyekun pêwist e
Divê her kes hîn zêdetir bikeve nav tevgerê ku emê çawa bikaribin lingê gel xûrttir bikin. Divê gerîla bi tenê neyê hiştin. Civak rabe ser piyan. Serokatî vêya bi nav dike ‘Şerê Gel Ê Şoreşgerî’. Divê êdî di vê qonaxê de gel bikeve nav şer de. Ew bi xwe xwedî li destkeftiyên xwe derbikeve. Belê, gerîla bi qehremanî şer dike, lê yê ku xwedî li vê şerê derbikeve divê gel be. Ji aliyê gel de berxwedaniyek heye bê guman, lê ev têra pêşî li xeteriya heyî bigre nîne. Pêwiste dengê civakê bilindtir bibe. Ji ber êrişên dijmin her ku diçe berfirehtir dibe û dixwaze encam jê bigre. Di warê parçekirina Kurdistanê de dixwaze hîn leztir encam bigre.
Bê guman dewleta Tirk vê tiştê bi serê xwe nake. Gelek hêzên NATO’yê piştgirî didin dewleta Tirk, ji bo berjewendiyên xwe. Ev şerê ku tê meşandin ne ji bo berjewendiyê civaka Tirk e jî. Pêwiste di vê mijarê de kes xwe nexapîne. Emerîqa dixwaze her tim li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê şer hebe. Bi vê awayê wê karibe ji xwe re qadekî bazirganiyê veke, çek bifroşe. Xwe li ser xwîna ku li Kurdistanê diherike dewlemend dike. Rastiyek bi vê rengê heye. Divê ji ber vê civaka Tirkiyê jî li hemberî vê şerê rabin. Ev sed sal e li Kurdistanê xwîn diherike. Kê jê sûd werdigre? Hêzên global ên kûrevî. Pêkanînên rejîma faşîst a AKP-MHP jî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û şexsî ye. Divê ev yek baş were dîtin. Rejîma AKP-MHP rejîmekî mafya û çete ye. Divê ev rastî were dîtin.
Di vê dawiyê hîn kesên demokrat ê bi navê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê hatin Kurdistanê. Ji bo şerê li Kurdistanê bisekinînin û pêşî li şerê navxweyî bigrin hatin. Hatina wan pir girîng û bi wate ye. Kesên wijdanî yên ji welatên cûda kom bûn û hatin Kurdistanê. Gelek hewildanên wan ji bo aşîtî û çareseriyê çêbû. Lê PDK’ê pêşiya wan girt, nehişt ku ew armancên xwe pêk bînin. Ango mirov dikare bêje pêşiya aşîtiyê girt, bi vê helwesta xwe.
Pêvajoya ku weke gelê Kurd em di nav de dijîn pêvajoyekî gelek dijwar e. Hebûn û nebûna me di nîqaşê de ye. Me di serî de jî anî ser ziman ku navenda vê şerê Îmralî ye. Beriya her tiştî li ser Rêbertiya me şerekî pir dijwar tê meşandin, tecrîdek pir dijwar di meriyetê de ye. Berxwedana Rêbertî ya li hemberî pergala îşkence ya Îmraliyê dimeşîne jî di asta herî jor de ye. Hevalên me yên li zindanan di nav berxwedaniyek pir mezin de ne. Di dîroka me de her tim zindan bûne qadekî bingehîn ê têkoşînê. Lewra divê weke gel ew qada têkoşînê bi tenê neyê hiştin.
Çawa ku pêvajo xeter e û êrişek topyekun li ser me Kurdan heye. Divê weke gel em jî li hemberî van êrişên topyekun bi awayekî tupyekun têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Pêwiste di vê demê de her kes li dora gerîla yekîtiyê avabike, xwedî li vê berxwedana dîrokî derbikeve. Ji ber ev berxwedan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd e, ji bo azadiya tevahî civakan e, ji bo tevahî mirovahiyê ye. Em bi hev re, bi yekbûnê dikarin bigihin serkeftinê. Wê serkeftin bibe ya gelê berxwedêr û azadîxwaz.
Dîlan Gundikremo