• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Serdem û Sedsala Azadiya Jin

April 4, 2020
in Gerîla, Ji pênûsa Gerîla
A A
Serdem û Sedsala Azadiya Jin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasname û hatina pênasekirin yek ji mijarên jêveneger a hebûnê ye. Naskirin û pênasekirina tiştekî, diyardeyekî, civakekî hebûna wê naskirin e. Ev wateyên ku li ser hebûnê tên barkirin, nasname û nav derdixe holê. Nav dayîn, bi navkirin wesfa hebûnê û mîsyona ku ji wê hebûnê re hatiye dayîn derdixe holê.

Dema hebûna jinê tê pênasekirin guncave ku mirov herî zêde di vê warê de mudaxaleya bingehîn ê feraseta desthilatdariya zilam bibîne. Hebûna jin; xwe di wateya civakî de têr kiriye û bi hêza vê wateyê gehiştiye pênaseyê. Wate nasnameyê tijî dike. Nasname wateyê kûr dike. Dema em li çîroka dîrokê ya bi rûyê jinê mêyze dikin, pêvajoyên binavkirin û avakirinê her tim wisa pêşketiye. Pêyvên Jin-Jiyan, Star-Îştar, Nînhursag, Amargî-Azadî bi hêza wateyê hatiye xemilîn û bi demê re veguheriye nasnameyek civakî. Pêyv û mînakan zêdekirin gengaz e. Lê ya bingehîn feraseta demê, hiş û watedayînên civakî, çîroka hebûnê jî diyar dike.

Rêber APO dibêje: ‘Di çavkanî û bingeha tevahî êrişên civakî de nakokiya cins heye’. Ev tespît îro wek çavkaniya gelek derketin û lêgerînên paradîgmayên nû rojevbûna xwe diparêze. Wek bingehê hebûna xwe dayîna avakirinê ya desthilardatiyê, ji derketina şaristaniya bi dewlet heya roja me ya îro yên ku destpêkê êriş li ser hatiye pêkanîn û hatiye mudaxalekirin, bûye teşe û çanda pergala dayik-jin, bilindbûna xwedawend û pîrozbahiyan, zanyariyan. Serberjêrkirina polîtîqa û ehlaqa civakî û erka bingehîn a tîpa jin ku li gor daxwaz û xwestekên pergala ku li şûna wê hatiye bi cihkirin şêwe girtiye, li gor her birdoziya demê tarzê tevgerê bidestxistin û vêya gihandina pegalekî civakî ye. Ev êriş, di bandora pêvajoyên olî-dogmatîk, feodal, koledar şêwe girtiye, di modernîteya kapîtalîst de lûtkeyên ketîbûn û ji xwebûnê derketinê jiyaye. Jina bê ziman, îtaatkar, sitû tewandî û ji hilberiya metafîzîk hatiye qûtkirin, bi rastiyên xwe wek fahîşe, cadî, şêytan ji civakê hatiye qutkirin, rastiya jinên berxwedêr weke dû baskên çem ji dîrokê heyanî roja me hatiye.

Feraseta şaristaniya navendî ya 7 hezar salîn, hebûna jin bê nasname û bê nav hiştiye. Bi pênaseyekî hîn rasttir, ti nasname û navekî ya jinê bixwe nehiştiye. Hemu nasname û pênaseyên heyî yên kesên cûda ne. Binavkirina ku ji dayîk Star, dayîka pîroz destpêdike, veguheriye dayika yekî, xwişka yekî, ‘jina’ yekî û keça yekî. Di hemu pirtûkên pîroz de ratiya Xwedayekî ku bi rêka zilam dengê xwe digehîne jinê heye. Dema ku Marduk pîra xwe (di rastî de koka xwe yê cewherê) Tîamat’ê dema ku dike 7 beş, ji bo careke din negihije hev van 7 beşan davêje cihên cûda yên gerdûnê. Ev ne tenê çîrokeke mîtolojîk e, rastiyeke metaforîk e. Modeola jor ê mêjiyê zilam ku bi modernîteya kapîtalîst û varyasyonên wê yên cûda rastiya jinê 7 hezar sal e bê navname hiştiye pênase dike. Halê herî birêxistinkirî yê kûrê îxanetkar ê Tîamat e. Hebûna jin bi giştî ji derveyî nasnameya xwe ya dîrokî, wek tîpa jin a ji cewhera xwe hatiye valakirin, qralîçeya metayan, nesneyê sereke ya kişandina ajoyan û lîstokvanê sereke yê azadiyên sexte derxistine lûtkeyê. Hebûna jin, 7 hezar sal e, bi pênaseyên nasname ya ji 7 cihên cûda ve hatiye dorpêçkirin.  Ji derveyî xwe her kes e. Ji derveyî xwe ya herkesî ye. Hekena ji bo bibe ya xwe dema kêmek dikeve nav hewildanan de, encamê vê dibe tûndî, etîketên ku bi zayendpereziya civakî hatiye amadekirin, avêtina ji derveyî civakê, tenê mayîn û mirin. Di bingeh û destpêkê tevahî pirsgirêkên civakî de ev pirsgirêk heye.  Yekemîn civakê pergala jin binavkiriye. Lewra jina ku bê nav hatiye hiştin, heqîqeta civakî ku bê nav hatiye hiştin e. Bê nav hiştin jî, ji netîdî hatinê ve wekhev e. Di vê warê de azadiya jin ne tenê pirsgirêkek cins a jin e, heman demê pirsgirêkek civakî ye.

Dema ku Rêber APO dibêje ‘Pirsgirêka civakî, pirsgirêka kolektîf e. Vayê min ji bo vê etîk û estetîk pêşniya kir. Min di şexsê jinê bixwe de xweşikbûnê, wek estetîk pênase kir. Dema em werin mijara etîk jî, hûnê bêjin ‘ez ezim’. Hûnê bibin ya xwe’, behsa hebûnekî ku divê rast were pênasekirin dike. Hebûna jin dema ji nû ve nav bidestdixe, etîk û estetîk dibe rênîşana herî girîng. Ya ku tê armanckirin avakirinekî ji sifirê nîne, ji nû de avakirin û serhildana ya ku serê wê hatiye girtin e. Bi hezaran avakerên ku bi hezaran salan bê navber ketine rê rê heye. Lê meşa di rêya bidestxistina seknekî kolektîf û yekpare û di yekbûna estetîkê de gehiştina ‘xwebûnê’ de meşekî bê hempa û bê dawî ye.

Etîk (zanista zanyarî, erdem û ehlaqê), dema bi estetîkê (zanista xweşikbûnê) digihe hev rê û rêvî digehije hev. Estetîkekî ji etîkê qût mirov nikare bifikre. Pirsên wek ‘ez kî me, ya kî me, ez dixwazim bibim kî’ dema di nav kodên roja me de tê lêpirsîn, bersivên ku tên girtin wê tarzê hebûna ku modernîte dide pêşberî jin derkeve holê. Ev tarzê hebûnê bi awayekî giran di bin bombebarana têgiha xweşikbûnê ku hatiye afirandin de ye. Ev tenê lêgerînekî xweşikbûna fîzîkî nîne. Bi kodên kûr ê faşîzma zihnî û bedenî ve hatiye hunandin. Lê bi eşqê ketina pêy a xweşik jî, ked û dilpakiyek civakî ya pir dûrî vê dixwaze.

Ked û erdem, wê bi xwe re têkoşîna di oxira xweşikbûnê de û azweriya azadiyê bîne. Pênaseya ku Rêber APO di şexsê Bêrîtan de derxistiye holê ya dibêje; ‘Ya ku şer dike azad dibe, ya ku azad dibe bedew dibe, ya ku bedew dibe tê hezkirin’ naveroka vê rêya birdozî ye. Xemilandina etîk-estetîk, bi mîrateya civakî ya rastiya jin a şer dike, bedew dibe û azad dibe, serdem û sedsala azadiya jin a ku ji nû ve dê bibe xwedî nasname îşaret dike.

Aryen Ronî

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk