• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Sê Kulîlkên Azadiyê…

January 9, 2023
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Sê Kulîlkên Azadiyê…
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Gotin xwe li ser levan nagirin niha, em dîsa li beranber xayintiyên, bê dem û bê wext ve tên. Kurdistan ew axe ku di nav xwe de, çend canên ciwan dihewîne, wan hembêz dike û wan bi xwe re dike yek. Ev ax bû ku sê kulîlkên azadiyê jî di nav de têkoşîn kirin û xwe ji nû ve tê de zîndî kirin. Niha Çemê Mûnzûrê Sara dike nav dilê xwe û berbi azadiyê ve diherikîne . Rojbîn qetlîama Mereşê ji bo xwe dike bingeha tolgirtinê û ber bi tekoşîna xwe zanînê ve dimeşe. Ciwantiya Ronahî jî tirsê dike nav dilê xwîn xwara  û ti astengî ji bo hebûna xwe zindî kirinê li pêşiya xwe nahêle.

Di 9 çile ya sala 2013 de li bajarê Parîsê Heval Sara, Heval Rojbîn û Heval Ronahî  hatin şehîd kirin. Dijmin bi vê qetlîamê xwest îrade, hebûn û nasnameya  tekoşîna Jinên Kurd tune bike. Lê dijmin tiştek jibîr kiri bû, ew jî tekoşîna azadiya jinan wê tu carî neyê tune kirin û hêrsa tolgirtina hemû jinên azadî xwaz ji her demê bêtir mezintir û geştir bibe.

Em heval Sara di pirtûka wê ya “JIYANA MIN HER TIM ŞER BÛ” de nas dikin û em dixwazin bibin şopdarê jiyana wê. Heval Sara bi berxwêdêriya xwe ya li zindana Amedê ve, bi serî netewandina xwe ve ji bo me dibe armanca xwe gîhandina xeta berxwedan û serî netewandinê. Îrade ya wê, sekna wê ya ku wek çiyayên Dersimê bilind û asê pêşengiya xwebûyînê ji me re dike niha. Jiyana Heval Sara ji bo me dibe îlhama tekoşîna xwe gihandina heqîqetê. Heval Sara azadiyê di kêliyên ku jiyan dikirin de bi dest xistibû.

Dema em wê dixwînîn, her hucreyek di laşên me de hene,  xwe ji nûve zîndî dikin. Ew xwedavenda serdema tekoşîna jinên hemû cîhanê ye edî. Her jinekî ku tevlî nava refên gerilla dibe dixwaze ku bibe şopdarê tekoşîna Heval Sara. Bi hilgirtina navê Heval Sara, tolgirtinê ji bo xwe dike armanca sereke ya tekoşîna wê û dîsa ji bo xwe gihandina pîvana sekna wê. Em jî wek jinên Kurd yê ku ji bo Azadiya gelê Kurd û ji bo Azadiya jinên hemû cîhanê tekoşîn û şer didin meşandin, em ê hertim xwe ji bo bigîhînin sekna heval Sara, wate û nirx dayîna rêhevaltî û azadiyê tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Stêrk geş dibin di asîmanên welatê min de,
Edî dem ev dem e;
Dema Sara, Rojbîn û Ronahîyan
Edî dem ev dem e;
Dema Fedayîtiya Sara û Rûkenan…

Faraşîn Mervan

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 
Nirxandin

 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 

July 5, 2025

Read moreDetails
DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk