Benda dawî ya banga Rêber Apo roja 28’î Sibatê ji aliyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Meclisa Tirkiyeyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ve bi gotina “Têbiniya dawî ya Îmraliyê” hatibû parvekirin. Di wê bendê de “Di dema pêşkêşkirina vê perspektîfê de, bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin” dihate gotin. Di vê bendê de carek din Rêber Apo bal dikşîne ser berbirsiyariyên dewleta Tirk. Lê di rewşa niha de dewleta Tirk ti gavekî erênî neavêtiye. Tam berovajî êrîş didomin, bêdengiya wan berdewam dike. Tinê tê axaftin, herkes diaxive, şîroveyan dikin, lê heya niha jî ti gavekî li ber çav nehatiye avêtin. Tinê di van çend rojên dawî de jî bombardimanên gelekî giran li ser Qadên Parastina Medya berdewam dike. Ruxmê HPG û YJA Star piştî banga agirbestê bersivand û yekser xiste meriyetê, hemû çalakiyên xwe dabû sekinandin. Îro HPG li ser rewşa dawî daxwuyaniyek da û got; “Piştî daxuyaniya agirbestê ya partiya me PKK’ê û fermana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel, hêzên me ji 1’ê Adara 2025’an û pê ve ketin pozîsyona agirbestê. Lê belê li gel ku hêzên me di pozîsyona agirbestê de ne, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên hewayî û bejahî yên li hemberî gerîla dewam dikin.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxwuyaniya xwe de agahiyên berfireh li ser qadên ku êrîş lê tê kirin jî dide. Vêcar ev êrîşên li ser qadên parastina Medya tê çi wateyê em hemû dizanin.
Sedema vî şerê ewqas salên dirêj dikşîne ji xwe bingeha xwe ji berxwedanî û têkoşîna li hemberî siyaseta qirkirin, kuştin, girtin û tinekirina nirxên gelê Kurd digre. Ev şerê mafdar yê xwe parastinê bû vesîle ku wek Kurd û wek gelên din yên herêmê em li xwe vegerin, dîrok, çand û nirxên xwe biparêzin û xwedî lê derbikevin.
Bangawaziya Rêber Apo ya ku ji bo çek werin berdan û PKK’e xwe fesih bike divê aliyê siyaseta demokratîk û hiquqî de naskirina gelê Kurd pêk bê peyamek pir zelal û eşkere ye. Bersivdana vê banga Rêber Apo heger bi vê êrîşkarî û bombardimanan berdewam bike çekdanînê yê di xewnên xwe de bibînin. Ji ber ku her kêliya êrîşan pêk tînin ewqasî zêdetir sedema çek hildan û xwe bi çek parastina me wek civak û gelên bindest mafdariya me jî carek din û carek din di çavê cîhanê de diyartir dike.
Kî aşitî û biratiya gelan dixwaze û heya dawî mirovahiyê esas digre diyar e, ew jî Rêber Apo ye. Kî dijminatî, kuştin, qirkirin û siyaseta înkar û îmha ya li ser gelê Kurd de tê meşandinê de israr dike jî diyar e, ew jî aligirên şer in, kesîmên ku welatê me, gelên me ber bi kewiyên kendalên bilind ve birin e. Ew alîgirên şer ji xwîn rijandin, talan û wêraniyê têr nebûyî dixwazin lîstika xwe ya dawî bileyîzin û bi çavê xwe bibînin ku çawa ev gelên Kurdistan û Tirkiyê ji kendalên kûr dikevin û birînên vêcar qet kewandina wê ne mûmkûn e bêne afirandin.
Pêşiya vê girtin her ku tê taloq kirin zêdetir firsendên dîrokî ji dest dide wunda kirin. Lê ji bo me Kurdan ne wiha ye. Gelên Tirkiyê bi xwe jî yê pir girantir wunda bikin. Em bi xwe bûne xwedî hêz, xwedî rêxistinbûn, xwedî fikir û ramanên jiyan û pêşeroja azad. Em ev pêvajo bê sabotekirin û asteng kirin jî dikarin cihê lê mane hêj bihêztir kar û xebatên xwe bimeşînin. Ti hêz, ti êrîş, astengî nikare pêşiya me bigre, em ji her demî zêdetir xwedî potansiyel û hêza cewherî ne. Vêna ji nedîtî ve hatina wan hêzên aligirê şer yê wan bibe hesabên şaş ku berdêlên gelek giran pê bidin.
Ne tinê li hemberî Qadên Parastina Medya, îro hêjan pir giran Rojava jî tê bombardiman kirin. Herêmên li derdora Pira Qereqozaqê, gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Qelhîda, Siaa, girên Sêvê jî di nav de gelek herêm rojane tê topbaran kirin. Hewildanên çeteyên dewleta Tirk jî êrîşên xwe ji bejayî ve berdewam dike. Ev hemû êrîş û hewildanên di warê leşkerî de mirovan dide fikirandin.
Ruxmê van hemû provokasyon û hewildanên vala derxistina banga dîrokî “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo û firsendên bi nirx yên çareseriya zemîna înkar û îmhaya gelê Kurd û vegerandina wê ya pêkrejiyana azad û wekhev ya gelên herêmê yê serbikeve yan na emê di rojên li pêşiya xwe de bibînin. Lê berpirsiyartiya vê tinê bi gotinan, bi peyvan re ne pêkane serxistinê bîne. Ne peyv û gotin, pratîk û gavên dîrokî vêcar ji aliyê dewletê ve divê pêk werin. Şert û qeydên bêne bicîh anîn jî îro dinya alem dizane; azadiya fizîkî ya Rêber Apo û derfetê kar û xebatê jêre afirandin, di aliyê qanûnî û hiqûqî de naskirin û qebûl kirina hebûna Kurd. Bi van herdû xalan re destpê kirin girîng e, da ku weke ew jî xeyal dikin aşitî, biratî were vî welatî û em hew welatekî ku her diçe belengaz, hilweşî, wêran û perîşan bibînin, tam berovajî em vegerînin welatek hevpar, azad, wek hev, pêşketî, dewlemend. Em welatê xwe yê hevpar bikin mînaka azadî û demokrasiya rastîn û vegerînin navendekî feyz girtina ji hemû gelên cîhanê û Rojhilata navîn re.
Destîna Botan