• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Rewşa Jin Û Rêbertî

February 11, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Rewşa Jin Û Rêbertî
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Rewşa jinên Kurd beriya derketina Rêber Apo û piştî derketina Rêber Apo. Dema mirov rewşa jin hem beriya Rêber Apo û hem jî piştî derketina Rêber Apo bigre dest, bi taybet eger em di çarçoveya jin de bigirin dest, di rastiya civaka Kurd de jiyanek ji bo jin nebû, îradeyek ya wê nebû jin nexwedî zanebûn jî bû yanî  tiştekî di aliyê xwe naskirinê de nebû. Ji ber wê jiyana ku li derdora jinê hatibû hunandin jî hatibû tengavkirin.

Rêbertî jî dibêje, jiyan bi jinê re çêdibe û pêşdikeve, eger jin hatiye wê rewşê ku jiyan li derdora wê tê xirapkirin diyar dibe ku asta herî dawî ya koletiyê ye ku ketiye di nav de, yan jî wekî jin berovajîbûyîna rastiya xwe û heqîqeta xwe ye. Rewşek wisa hatiye jiyankirin bi taybet di aliyê jinên Kurd de yanî hatiye wê rewşê ku tenê ji bo karê malê bê dîtin. Ji bo tu karek din bike bawerî pê ne dayîn, wisa hatiye pênasekirin ku li cihê jin lêbe li wir xirabî heye. Jixwe ev yek bi xwe re pênasyên gelek tiştan dûr û dirêj tîne ziman. Jixwe têkoşîna Serokatî ya di kesayeta jinên Kurd de dayî destpêkirin ku bikaribe hemû jinên cîhanê hembêzbike û bigire nava xwe ji ber ku şerê heqîqetê daye meşandin. Ji ber ku di kesayeta jinê de heqîqet, jiyan hatiye berovajîkirin û ji rastiya xwe hatiye dûrxistin, ji ber wê em nikarin wek jinên Kurd rastî û têkoşîna Serokatî ya ku ji bo rizgariya me dayî meşandin di çarçoveya xwe de ango di çarçoveyek teng de bigirin dest, wisa were destgirtin wê nêzîkatiyekî ne rast be li beranberî Rêber Apo.

Xwe avêtina nava rastiya warê janan

Ji rewşekî wisa eger em bên, piştî derketina Rêber Apo mirov dikare bêje bi derketina Rêbertî re jin ji nû ve  jî dayîk bû, ji nûve karî jiyanê pênase bike û ji bo ku bikaribe jiyanê rast jiyan bike, bû xwedî dîtin. Mirov dikare di çarçoveya van çend gotinan de hinek tişt bêje, ev yek van rastiyan îfade dike yanî ew gotinên ku mirov ji bo Rêbertî pênase dike, jixwe heqîqet, rastî, têkoşîn û keda Rêbertiyê nîşan dide. Dibe ku di gotinê de a nîna ser ziman hêsan be, lê xwe avêtina nava rastiya warê janan û wiya hîskirin û gelek tiştan bi mirov dide fêhmkirin ku rewşekî wisa hêsanî bê guhertin nîne. Jixwe Rêbertî li vê serwextbûye ku rastiya jin ya ku bi hezaran sal hatiye berovajîkirin ku tû rabî bi têkoşînekê yan şerekî re bidî guhertin, bê gûman taybet pêwîste tû di vê xalê de şerê cîhanê bigrî berçavan, di vir de tû dinyayekî digrî ber çavên xwe. Dinya hemû bûye hişmendî û mejiyê zilam, mekanekî ku jin bikaribe bi xwebûna xwe lê jiyan bike nîne. Dema ku Rêbertî destpêkirî, di wê ferqê de bû ku wê bi şerê cîhanê yê herî dijwar re rû bi rû bimîne. Ji ber ku cîhanekî ku zilaman kiriye di bin destê xwe de heye û yekî ku bikaribe li beranberî wê serî rake, wê wisa hêsan nebe ku bikaribe rehet tevbigere, têkoşîn bike yan jî şer bike. Ji ber wê di vî alî de rastiyek wisa heye divê mirov vê jî bêje, jixwe Rêbertî viya girtiye ber çavan, ev yek jî di oxira ku heqîqetê di kesayeta jinê de ronî bike.

Armanç Ronî
Dê Berdewam Bike

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk