-Li cih û warê ku însan karî yekem car di asta herî jorê de ji bereket û dewlemendiya xwezayê sûd bigre; bi taybet axên Mezopotamya û bi giştî Rojhilata Navîn e. Di vê babatê de Rêber APO îşare bi dîroka kevnar û girîng a Rojhilata Navîn dike;
“Wexta ku civakên Rojhilata Navîn tê gotin du hêmanên bingehîn ên ekolojîk têne hişê mirov, sîstemên li rêzeçiyayên Toros-Zagrosê û çemê Nîl-Firat-Dîcle-Pencabê ye. Civaka van herdu sîsteman xwedî dikir niha di dema herî trajîk a jiyana xwe de ne. Çîrokên Nûh, Adem û Hawa ji felaketên ekolojîk xeberê didin. Pêxemberan jyaneke ji ekolojîkbûnê derketî bi sifetên weke mehşer, firewn, nemrût û lanet nirxandin. Ango rêûresma civakî ya Rojhilata Navîn li hemberî ekolojiyê hestyar û pê re li hev e. Encama niha derket holê ew e, mirov qat bi qat xweziya xwe bibîr tînin.”
Rêber APO dide diyarkirin ku krîza civakî û hawîrdorê ne çarenûs e û însan dikare bi têgihîştineke rast, bi şêwazê jiyaneke rast û têkoşîneke xurt vê rewşê beriya ku dereng bibe biguherîne. Di vê mijarê de jî wiha nêrînên xwe parve dike;
“Ji ber ku di destê îqtîdarê de zanist û teknîk bê mêzîn tê xebitandin, em bi vê encamê re rûbirû ne. Bêguman em nikarin ji pêvajoyê zanist û teknîkê berpirsiyar bibînin. Li gorî taybetiyên hêzên sîstema civakê dikarin rola xwe bi cih bînin. Dikarin xwezayê hilweşînin û dikarin xwezayê bedew jî bikin. Pirsgirêk bi tevahî civakî ye. Di sîstema civaka xwezayî û demokratîk de rola zanist û teknîkê bilîze ekolojîk e. Wezîfeya divê bi cih were anîn ew e, divê mirov nêzîkatiyên dagirker, îmhaker û fetihkar ên kapîtalîzm û îndustriyalîzmê bi jinûve avakirina civaka ekolojîk ji holê rake. Sîleha bingehîn a modernîteya demokratîk ekolojî bi xwe civakek û ekonomiyekê esas digire.”
-Xirabî û qirêjî li kuderê destpê bike, li heman derê divê paqijî û sererastkirin jî çêbibe. Bi vê mebestê jî divê di serî de li Rojhilata Navîn û li beramberî mentiqa ku xweza, însan û civakê wek heyber bidest digre, tine dike, bikar tîne û kole dike serîrakirin çêbibe. Di vê wateyê de Rojhilata Navîn dibe navgîneke girîng ji bo jinûve afirandina jiyana nû. Rêber APO civaka Rojhilat Navîn di warê lihevhatina bi jiyana ekolojîk de xwedî rola pêşengtiyê destnîşan dike û vê jî wiha rave dike;
“Şaristaniyên navendî yên pênc hezar salî yên li geliyên çemên Nîl, Dîcle, Firat û Pencabê pêşketin niha qadên herêmî yên krîzê ne. Di van dused salên dawî de dewletên netewe hatin avakirin sedema bingehîn a vê krîzê ne. Ango krîza avabûnê ya sîstemê herî zêde li welatê esasî yê şaristaniyê mayînde dibe. Mîna ku heyf û tola xwe hiltîne. Eger li Rojhilata Navîn gaveke berbiçav a rojane ya modernîteya demokratîk li gorî şert û mercên dîrokî û civakî yên herêmê bê avêtin wê şensê xwe yê pêşdeçûnê hebe. Atmosfera ekolojîk a lê civaka neolîtîk û antîteza wê şaristanî seridîn wê bibe qada şaristaniya demokratîk û modernîteya wê.”
-Civaka mirovahî pêdiviya wê bi jiyaneke xwezayî, asayî, wekhev, demokratîk, aştiyane ku bi wateyê barkirî be heye, li ser vê bingehê jî wê bikaribe ber bi ew ceneta ku jê hatibû avêtin, vegere. Ji bo fêmkirina vê pergala demokratîk heke hin xalên bingehîn em ji nirxandinên Rêber APO ku vê sîstemê wek Modernîteya Demokratîk binav dike ragihînin wiha ne;
“Di vê mijarê de weke gava pêşî mirov dikare Komîna Cotkarî-Av-Enerjî ya Dîcle-Firatê ava bike. Gavavêtineke bi vî rengî dikare ji bo pêşketina yekpare ya dîrokî û civakî bibe bersiveke di cih de. Ev komînê di pêşketina civaka ekolojîk-ekonomîk de bibe hîmekî têkûz û potansiyeleke bi hêz pêk bîne. Pirsgirêka bingehîn a komînan ew e, divê karibin exlaqî û polîtîk bin.
Her komika ekonomîk bi têgihiştina xwe ya ekolojîk dikare bijî. Jiyan û komikên xwe nespêrin têgihîştin û serwextbûna ekolojîk wê di nava modernîteya kapîtalîst de bihelin. Divê mirov komên ekolojîk-ekonomîk weke komên besît ên ji teknolojiyê mehrûm û bêpar nefikire. Wexta hewce bike wê teknolojiyên herî pêşketî û tevlîhev di yekîne û komikên ekolojîk-ekonomîk de bêne bi karanîn. Di civaka Rojhilata Navîn de şoreşa teknolojîk herî zêde ji bo civaka ekolojîk-ekonomîk hewce dike. Di vê çarçoveyê de şoreşa teknolojîk antî-îndustriyalîst e. Li cografya Rojhilata Navîn a ji serdema neolîtîkê destpê dike û tevahiya serdemên şaristaniyê bi çanda maddî û manewî xwedî dike, jiyana civaka ekonomîk û ekolojîk e. Modernîteya kapîtalîst weke sê suwarên mehşerê bi sermayedarî, îndustriyalîstî û dewletdariya neteweye ev çanda civakî pelixandiye, xencer û parçe kiriye. Li hemberî vê yekê wezîfeya bingehîn a divê bi cih bê anîn ew e, ji bo modernîteya demokratîk li ser sêlingan sosyalîst-demokratîk, ekonomîk-ekolojîk û polîtîk-exlaqî bê danîn têkoşîna avakirinê were dayîn.”
-Rêber APO dide diyarkirin ku bingeha hêmana ekonomîk û îndustriyel a modernîteya demokratîk ekolojîk e. Vê yekê jî wiha şîrove dike;
“Di modernîteya demokratîk de ekonomî digihîje maneya xwe ya rastî. Avahiyeke sîstematîk a manedar îfade dike. Ekonomî dibe qadek ku hesabên karê li ser nayên kirin. Bêyî ku rê li ber çînîbûnê were vekirin û zirar li ekolojiyê bibe, zelal dibe ku wê pêdiviyên bingehîn çawa û bi çi rêbazê bi awayekî herî berdar werin tedarikkirin. Di hêmana ekonomîk a modernîteya demokratîk de nirxa pevguhertin û bikaranînê di nava yekparebûna ekolojîkî û îndustriyel de esas e. Sînorê îndustriyê xwe disipêre sînorê pêdiviyên bingehîn û ekolojiyê. Nikare ji van herdu sînoran bibihure. Di vê rewşê de çalakiya ekonomîk dikare maneya xwe ya rastî bibîne û bi vî awayî wê zemînê bêkariyê, hilberîna kêm û zêde, herêm û welatên hindik û pir pêşketî, dijberiya gund û bajar, pêxîrtengiyên ekonomîk, şerên civakî û newala navbera çînan, ji holê rabe.”
–Afirînera jiyana civakî, xwedawenda mirovahiyê, dost û hevala xwezayê jin-dayîk e ku bingeha hemû pêşketinên mirovahiyê di civaka Neolîtîkê de avêtiye. Lê belê bi ferman û emrê xwedayên zilam re jiyana xwezayî, jin û xweza bi tevahî merûzê talan, dagirkerî û destavêtinê man. Rêber APO vê dîroka serûbinbûyî bi van hevokan pênase dike;
“Destan, çîvanok û mîtolojiyên bi pîroziyan barkirî, bi taybetî zêhniyeta bingehîn a jiyana serdema neolîtîk e. Li ser navê jiyanê çi heye di HISAN de veşartî ye. Ev hisên makro û mîkro ji gerdûnan neserbixwe ne. cîhana van his û pêjnan taybetiyeke bingehîn a gerdûnê ye. civaka neolîtîkê ekolojîk e. Derfetên xwedîkirinê yên li dora jinê pêş dikevin destpêka ekonomiyê ne. Xweza û jin di nava ahengeke lihevkirî de ne. Têgihiştineke dînê xwezayî yê zindî bi dayika xwedawend e, tê sembolîzekirin. Beşekî mezin amûrên madî yên hilberandinê vedîtinên jinê ne. Li ser çanda xwedîkirin û kincan jî mohra jinê heye. Bi şaristaniyê re wê ev nirxê hemû bêne înkarkirin û di bin hegemondariya zilam de veguherin amûrên zordestî û karê. Erdên dayik in, wê piçûk û haqîr bêne dîtin. Pirtûkên Pîroz wê weha bang li zilam bikin: ‘Jin zeviyê we ne, hûn çawa dixwazin wisa biajon.’ Ji vê jî xirabtir, ji ber ku bajarên Sumeran bi armanca kar û qezencê timî erd bi kar dianîn, axa zeviyan diriziya û vê yekê rê li ber çolbûnê vedikir û ev yek bi çolbûna lihevçêkirî re mezintir kirine. Di çolbûna Mezopotamyayê de rola şaristaniyê gelekî balkêş e.”
-Ji bo însan hîs û nirxên xwe yên madî û menewî bi dîroka xwe û xwezayê re nûjen bike, ango jinûve destpê bike, Rêber APO pêdiviya bi têgîna hevjiyana ekolojîk destnîşan dike;
“Di bingeha hevjiyana ekolojîk de pirbûn û dewamkirina zuriyetê tineye, li gorî îdeala mirovatiyê ya gerdûnî ye, û hebûna zindiyên din jî li ber çavan digire. Asta gerdûnî ya civak gihiştiyê jiyaneke azad bi jinê re ferz dike. Li çiyan, min tim hewl da komên jinan ên azad bi îlhameke xwedayî silav bikim û wisa bi wan re ‘manedar’ bibim.”
-Rêber APO ekolojîkbûnê wek yek ji şertên jiyana azad dinirxîne. Di vê mijarê de jî hem girîngiya parastina hawîrdorê, hem jî xeteriyên ku mirovahî bûye sedema wê, bi berfirehî diyar dike. Rêber APO di tevahiya jiyana xwe de kiriye ku bibe rêhevaleke baş. Rêhevalê jinê, rêhevalê xwezayê, rêhevalê rastî û rêhevalê azadîxwazan. Vê têkîliya xwe jî di asta evînê de îfade dike. Tevna rêhevaltiyê ji zarokîniyê destpê kiriye û îro gihîştiye asteke pir bilind ku hemû hawîrdor û civaka mirovahiyê di nav xwe de dihewîne;
“Her heywan û nebatê li qûntara çiyayên Kevanê ji bo min objeyeke dildariyê bûn. Mîna ku di wan de maneyeke pîroz hebe min li wan dinêrî. Ez ji bo wan, ew ji bo min hevalek bûn hatibûn afirandin. Min pir li pey wan baz da. Bi eşq û evîn. Eşqa min hinekî welê bû. Hînê jî di vê mijarê de ya min kirî û ez nikarim xwe efû bikim ew e; çivîkên ku min ew digirtin, bê rehm serê wan hildiqetand. Tercîha min a ji bo ekolojiyê bi dildarî û gunehê min ê zarokatiyê ve yê ez lê mikur hatim, ji nêz ve têkildar e. Ev tehlûkeya ruhî ya mezin ji çanda nêçîrê maye û hunerê ‘zilamê fermandar û mêtingerê bi hêz e.’ Ji bo min karîbûya ev tehlûke ji holê rakira, diviyabû min maskeya şer û îqtîdarê ya nêçîrvan derxista, naxwe min nikarîbû qîma xwe bianiya. Em heta zimanê nebat û heywanan fêhm nekin, em ne dikarin xwe fêhm bikin, ne jî em dikarin bibin civakeke ekolojîk. Bîranînên heywan û nebatên pêsîra min ber nedidan, min ê bi vî awayî maneyek bidaya wan.”
Ji bo mirov karibe pênaseyeke rast ji bo xwe deyne holê, di serî de hewcehî heye ku xwedî nêrîn û rêbazeke rast be. Ku rê rast be wê bigihîje hedefa ku dixwaze. Lê ger ku li şaşitî û sînoran eliqî bimîne, wê rê, ne ber bi pêş, paşpaşkî heta berjêr bibe. Rêber APO îlhama rêya xwe ji dengê di hundirê xwe de girt. Guhdarî gerdûna di hundirê xwe de kir û bi vî awayî li wateya heqîqeta xwe digre. Ev jî dibe çavkaniya hêza wî ya mezin ku îro hemû cîhan şahidiya wê dikin.
Dema ku Rêber APO dîl hate girtin, ji bo ku wî ji tevger û gel qut bikin, li giravekê heps kirin. Lê bele Rêber APO di van 16 salan de ji her demê bêtir bi civak û rêxistinê re bûye yek. Hêzên komploger ji bo karibin hezkirin û hêviya wî bişkênin, ew li odeyeke teng ji hawîrdorê jî qut kirin, heta kulîlkên li hewşa bêhnstendinê, dara li derve jî jêkirin, lê belê Rêber APO wek gerdûneke azad dijî, bûye rêheval û niştecihê herî sadiq yê parzemînê û di dilê her însanê azadîxwaz de bostan û daristanên azadiyê ku qet nayên jêkirin, diçîne.
Xwendevanên Hêja, me rêhevaltiya Rêber APO bi gerdûnê re bi we re parve kir. Bi hêviya ku însan bikaribe di serî de xwezaya hundirê xwe ji gemariyên pergalê paqij bike, xwe ava bike û wiha jî cîhanê ji çengên desthilatdaran rizgar bike, jiyaneke azad û ekolojîk biafirîne, em ji we re şadî û serfiraziyê dixwazin.
Stêrk GARZAN