Dilzar Dîlok
Ger ku ji gotinên we guman tê kirin, ger hûn mecbûrî dubarekirinê dimînin, ger hûn ji ber ku şaş têne fêhmkirin hûn difikirin ku nayin fêmkirin, ger hûn hisdikin ku mecbûriyeta îzah kirin û her diçe van îzahan di sinca gotinên we de dikin, tê wateya ku hûn ji zanistiya serdestiya zilam qutbûyînek jiyan dikin. Ger hestên we bi ramanên we re tevlîhev dibin û hûn nikaribin belge nîşanî ramanên xwe bidin, di gelekan de wek kêmpeyda werin hesabkirin, ev tê wateya hun ne tenê ji zanistiya serdestiya zilam qut bûne, di heman wextî de hun tevlî seyreke jineolojîk jî bûne.
Gotin, ger ne di deraveke alînegira wê delîlkirin û hatibe qebûlkirin de be, ev tê wateya di derava lêpirsîna feraseta zanistiyên ragirtî de ye. Ku ev dikeve kapsama jineolojî yê.
Jineolojî, bi neqşkirina mijarên cuda re ji zanistiyên ragirtî venaqete. Di mijara rêgez, awa, civaka ku xîtabî wê dike û takekesan de ji zanistiyên cuda qut dibe. Hemû tiştên girêdayî însan mijara zanistiya jin e. Hemû tiştên girêdayî însan wek însanî girtina dest zanistiya jin eleqeder dike. Wekhevkirina milyaran însanên ku li cîhana me jiyan dikin dînîtiyeke û ya ku dagirkeriyan diafirîne jî bi hişmendiyeke ku tam jî ev dînîtiye re berê xwe dide jiyankirinê nêzîkatiyeke jinolojîk e.
Di vê navberê de di bingeh de ya ku girîng dibe û ferqê derdixe holê girêdayî rêbazê ye. Heman mijaran bi rêbazên cuda lêkolîn kirin, bi lêpirsînkirina rêgezan û bi esas girtina ne tenê aliyên zilam yê civakê hemû aliyên civakê jineolojiya ku lêkolîn dike, weke serdestiya zilam li hemberî sosyolojiya ku pêş dikeve ji bo derketineke şoreşî bikaribe bike şerta esasî şoreşê di rêbazê de kirin e. Ji bo vê ji rêderketina alînegiriyê xelasbûyîn, hepsî herênaya (ikilem) nebûyîn xwe xelaskirin, weke verî li însan, li xweza û heta li maddeyê nemeyzandin, bi çavan teraziyê, rastiyê netkirinê weke argûmana esasî hesabkirinê berdan, li ser navê agahiyê hevbeşkirin an jî gerdûnîkirin ji yekkirinê û ji yekdestkirinê dûrketin, şert e. Mijara rêbazê yekemîn şerta xebata jineolojî ye, ji bo ku di civakê de jiyaneke rast û zanistiyeke civakî pêş bixin jî bi awayeke armancê derdikeve holê.
Di zihniyetê de heta ji teqezbûyînê, ji bêjêbirîn, ji xeta dûzbûyînê û ji determînîzma hişk rizgarî nebe divê tu carî newe jibîrkirin ku dustûra esasî ya xebatê jinolojî yê nikare bipêş bikeve. Asta ku determînîzma hişk hatiye asteke ku komkujiya jinan jî rewa dike ye. Ji wextê ku ez vê mijarê difikirim lêkolîna bûyeran dikim hewl didim balê tenê bikişînim û hevbeş an jî sedemeke gerdûnî negerim. Divê neyê gotin ku ilehî sedemeke wê heye. Ku sedemên ku têne hînkirin gelek caran di rewşeke xizmetî hiyerarşiyan de ne. Ji bo jinên ku bi şîdetê re rû bi rû dimînin di van rewşan de heman tiştî gotin tê bîra min. An jî ji bo jinên ku bi tecawizê re rû bi rû dimînin re tê gotin û her tim ew qirêj biwêj gotinê pêşiyan ku jinan sûcdar dikin û ceza dikin. Weke “duvikê xwe hejandin” “ger dêlik xwe pê ve nebe kuçik pey wê de nagere” “ji dera ku agir nebe dûman dernakeve” û hwd, çavkaniya xwe di zihniyetê serdest ya zilam de heye, ji oteyê feraseta ku şîdet, komkujî û tecawizê asayî dike de fikirîn, nêrandin şert e. Ku li gorî vê em herin şer, komkujî, pevçûn, cînayet, dagirkerî û ev rewşan ku em dikarin zêdetir jî bikin di roja me ya îro de em zehmetî nabînin ku her sedemeke wan ya misoger heye, bibînin. Ger ku ji bahaneyên weke xwêya xwarinê kêm e bi bahaneyên êdî bêwatetir re şîdet û qirkirin bi pêş dikevin, di kokê vê de hinek jî hînkirina têkiliyên sedem-encam ku hakim hatiye kirin û hatiye qalipkirin di însanan de heye.
Ji bo heman encaman, heman sedeman anîna ziman, êdî di mesabeya fermana komkujiyekê de ye. Fikirandina bûyîna pir zêde encamên wekhev û ji sedemên cuda cuda bûyîn, zanîna heman sedeman heman encaman neafirandine û vêna, weke rêbaza bingehîn li jiyanê mêzandin girtina dest şert e. Çûyîna berjewendiyên total komkujiyek e. Ji berjewendiyên taybet jiyan û rastiyan nefetisandin jî girîng e, lê berjewendiyên total dema ferz tê kirin divê were zanîn ku yên nikarin têkevin sînorên ya total tên qetilkirin.
Xwe anîna halê guncaw a giştî, weke rêbaz her tim mirinekî di nav xwe de dihewîne. Ji rastiya modayê ku ji rêya pir bi jinan re eleqedare derketina rê, dikare mînakan were dayîn. Li gorî modaya ku tê pêşwazîkirin bûyîn, kuştina xwe ecibandin, tiştên ku jê kêfxweşî tê girtin û li gorî tiştên ku têne pêşwazîkirin, ji bo vê jî li gorî sînora ku hatiye diyarkirin bûyîn e. Di vê wateyê de moda halê faşîzma herî bi xeml, şikestî ye.
Determînîzm, bîrdoziyeke zilam e. Yek alî ye. Yek reng e. Wekhev dike. Tehamûla wê ya cudabûnan nîne. Nukteya wekhevkirinê ku weke ya di modayê de di qadên siyasî û civakî de jî faşîzm e. Dîsa li hemberî pêkhateyên şîdet an jî qirkirina ku îro jin rû bi rû nin ji ber ku rêbaza determinist ya hakim tê esas girtin, em dibînin ku di nav sîstema huquqê de tu başkirin û sererastkirina rewşê nehatiye pêkanîn. Nukteya wekhevkirinê di zagonên hiqûqê de dikare were dîtin. Dewleta hiqûqê di cihê xwe de disekine û qetilkirina jinan berdewam dike. Ji ber ku hiqûqa dewlet, weke baweriya zihniyeta egementiya zilam hatiye avakirin. Ji ber vê li hemberî pêkhateyên komkujî û şîdeta ku hatiye rewşeke qirkirina jin sîstema jin û rêxistinên jinan ku têkoşînê birêve dibin, qalibên zihniyeta ku sîstemê dike rewşeke ferzkirina jiyanê, xistina lêpirsîneke bi kok û hemû jinan jî divê di bingeha jineolojî de bi zanistkirinê re bi parastina rewa re li jiyana azad a ku mimkune divê werin ronîkirin.