Zinarîn AMÛDÊ
Tevahî çîrok bi hebû û tinebû dest pêdikin, lê ev çîroke, bi hebû û her wê hebe dest pêdike. Jiber ku ev çîroke, çîroka zayînê ye. Zayîna rojê di nav tarîtiya ku xwe li ezmanê welatê rojê bi salan pêçandibû, zayîna roja ku bi ronahiya xwe reşahî çirand û bi hatina xwe nefes da mirovatiya ku bê nefes hatibû hiştin. Em dizanin zayîn pêdiviya hebûn û berdewamkirina jiyanê ye. Ger zayîn neba, wê jiyan jî nebaya. Hin zayîn wekî dibin sedem, di heman demê de dibin mizgînî ji gelek zayîna re. Weke zayîna rêber APO ya pîroz.
Tê zanîn di heyva Nîsanê de, tam bihar dibişkive û li gorî wetaya xwe jiyan dike. Xweşikbûna xwe dide xwezayê û ya xwezayê jî digre nava xwe. Di Nîsanê de xweza bi gelek rengan jiyan dike. Weke ku tevahî zindî bi hev re sitrana evînê ji hev re dibêjin, ewqas bitevger û bedew e. Mirov xweşikbûna biharê di vê heyvê de hîn baştir dikare bibîne. Hele li welatê me Kurdistanê her çiyayek mîna keçekî ku bi kirasekî kesk hatibe xemilandin û ji bedewiya xwe bawer, bi ser bilindî dans dike, ye. Ma kê/î dizane belkî jî ew bihûşta ku navê wê di gelek pirtûkan re derbas dibe û ji mirovan re bûye hesreta dîtînê û miradê dawiyê, ev welat bi xwe be. Li gel vê rastiya xwezayî, rastiyekî din heye ku dihêle heyva Nîsanê cihekî xwe ya taybet di dilê gelê kurd de bigre. Ew jî di çarê vê heyva pîroz de, di vî welatê pîroz de, bi xêr hatina Rêber APO ya dinyayê ye.
Zayîna Rêber APO, di dîroka gelê Kurd de weke destanekî bi mûcîze ye. Nexasim dema mirov tevayî xalên serdema ku Rêber APO tê de hate dinyayê, tîne gel hevdu, mirov vê rastiyê hîn zêdetir hîs dike. Mezopotamya, li ser axa wê ya pîroz bi hezar salan çanda xwedewendtiyê hatiye jiyankirin. Ew çanda ku di dil û mêjiyê mirovatiyê de neqşa jiyanê li ser vê axê da çandin, çiqas ba û bahoz bi ser de bihata, û çiqas li êrîşên talankirinê rast bihata jî, wê her li cihekî serî rabikira û ji nûv ve şîn bihata. Zarokên bi vê çandê re mezin bûn, ticar wê nekarîbana bêedaletiyê bikin û nekarîbana newekhevîtiyê qebûl bikin. lewra Zarokên vê axê xwedî rihekî îsyankar bûne. Ji ber di hafîzeya wan a civakî de heqîqeta jiyana ku li derdora dayîka xwedavend ava dibû, tucar nehate ji bîrkirin. Dayîka Ûveyiş jî neviya wan xwedawendan bû ku ew çand bi awayekî veşartî di rihê xwe de jiyandikir. Ji lewra ew ruh, wê di kesayeta Rêber APO de bi awayekî zindî eşkere biba. Di nava bêdengiya mirinê de, dengê jiyanê jinûve bilind dibû li Mezopotamyayê. Ev cihê kû hêvî, hezkirin û evîn lê hatibû qetilkirin û qedexekirin, wê jinûve di dilê zarokên vê axê de şîn bihata. Ji lewra ew sanciyên ku dayîka Ûveyîş di wê kêliya zayîna Rêber APO de jiyan dikir, pir biweta û binirx bû. Ji ber ku ew sancî, sanciyên vejîna gelekî û mirovatiyê bi xwe re dianî. Ew qêrînên dayîka Ûveyîş dengê xwedawendên ku xwe kiribûn yek û ji cîhana mêr a serdest, zalim û derewîn re meydan dixwend, bû. Hele ev qêrîn di Rihayê de derketina holê pir bi balkêş e.
Riha diyarê qehreman û warê gelek egîd û mêrxasan bû. Ji gelek serpêhatiyan re derbas bibû. Bibû şahidê gelek pevçûnan. Pir caran şa bibû û pir caran xemgîn bibû. Lê ew roj, dema dayîka Ûveyîş piştî zehmetiya neh mehan kurekî delal anî dinyayê, Riha tê bê qey pêşeroja wî didît, her rûken bû. Ew zarokê ku çavên wî mina sitêrkên li esimanan diçirûsî. Ew zarokê kû li ser rûwê wî mereq û li ser zimanê wî pirs bi dawî nedibûn. Ew zarokê ku di mêjiyê wî de nakokiyên ku temenê wî derbas dikir dijiya. Kê/î dizanibû ku ev zaroke, çawa gund li bin guhê hevdu dixist, wê rojek were cîhanê jî li bin guhê hevdu bixîne. Kê/î dizanibû ku zayîna wî lawê delel wê hêviya pêşeroja gelê Kurd be. Ew zarokê ku li cihê xwe nizanîbû rûnişta û her di nava tevgerê de bû. Westandin çiye nizanîbû. Her di lêgera xweşikbûna jiyanê de bû. Dixwest ku hevalên xwe jî xweşik bike. Ev rêgeza wî ya zaroktîyê bû û pêre ma heta mezin bû.
Ew zarokê kû hinekan digot: ‘’xwedê neke zarokê kesî wekî kurê Omer, be’’ dûayekî ne vala û ji xwe nebû. Rêber APO, hîn di temenekî biçûk de ji aliyê derdorê ve normalnebûyîna wî dihate dîtin. Têgihiştina wî ji aliyê derdor ve hîn di wî temenî de zahmet bû. Jiber asta lêgerên wî rastiya heyî derbas dikir. Ev dihişt ku pir caran bi tenê bimîne. Lê ji tenêbûyînê ticar netirsiya. Jiber ku ew zarokê Mezopotamyayê bû, çanda dayîkên wî yên xwedavend di rihê wî de şîndibû. Di tenêbûnê de gelek rastî keşif û naskir. Di mêjiyê wî de dîrok dengdida û dilê wî mina ji bo vî dengî bide bihîstandin, lê dida. Dibêjin ku hîsê dayîkan pir li pêş e. Ev zarokê ku di têgihiştina wî de her kes tengav dibû, ya ku herî baş lêgerên wî famdikir, dayîka delal bû. Lewma pêwîstiya hişyarkirina Rêber APO didît, jiber ev dayîka delal xwedî tecrûbeyên nakokiyên hezar salan bû. Dizanibû kesên xwedî lêgerên bi nirx, wê jiyana wan hesan nebe û wê pir caran bi tenê bimînin. Bi rastiya îxanetan û qomployan re rû bi rû bihatana. Tirs û xofên dayîka Ûveyîş ji rastiya mirovên serdema ku tê de jiyan dikir, serbixwe nebû. Dayîka Ûveyîş, ruxmî mêzandina çavên wê yên dijwar, dilê wê mîna deryayekî fireh bû. Jixwe jiber wê jî pêşdîtina wê ewqes bi hêz bû. Lê Rêber APO her çiqas maf bida gotinên dayîka hêja, wê ticar destûr nedaba ku rastiyên heyî biser bikevin. Wê hevalên xwe bixwe avabikra, wê bi wan re li hemberî rastiya dinyayê serî rabikira. Jixwe dizanibû ku di nava qirêjiyên vê cîhanê de xweşikbûn bi hêsanî nayê peydakirin. Kedekî bê hempa pêwîst dike. Dizanibû ku mêzandina çavên dayîka delal, zimanê êşên hemû dayîkên kurda ne. Encax serketina azadiyê wê zimanê van êşan bigherîne. Dizanibû ku diyariya herî mezin ji bo dayîkan encax avakirina derfeta jiyanekê ku tê de cewherên xwe yên xwedavendîtiyê îfade bike, ye. Li ser rûyê wî kenekî xemgîn hebû, sitranekî ku gotinên wê hatibû qedexekirin, bi lêvên lerizandî li ber xwe de digot. Di çavên wî de hêrsa rastiyekî ku nikarîbû daqurtanda, dilê wî tijî îsyan dikir. Ticar rê neda ku hêsirên wî serbest bibare. Jiber sond xwaribû ku ew ê jiber giraniya xemên ku di dilê wî de hêlîn çêkiribûn, hêsirên bê çare nebarîne. Sond xwaribû ku ew ê hilneweşe û teslîm nebe wekî her mirovekî Kurd. Wê neçarî mehkumiyeta çarenûsa ku ji bo wan hatiye dayîn, nebe. Wî her roj ev sonda xwe nû dikir ku fêr bibe çawa êşên xwe bizivirîne hêza serketinekî wetadar. Bi her bihareke nû re û bi her salvegerekî zayîna xwe ya di Nîsanê de, dil û mêjiyê xwe mezin dikir.
Neqebûlkirina wî ji zilm û zora li ser gelan û di nava gelan de jî bindestkirina jinan, ji dilpakî, û xeyalên wî yên xweşik dihat. Xeyalên wî ew bû ku bi hevalên xwe yên keç re bê ku kes astangî û zagonên bêbingeh li pêşiya wan deyîne, lîstokên xwe yên bi coş berdewam bikin. Bi israr bû ku ticarî li vê xeyala xwe xiyanet neke û nekir jî. Bi dû xeyalên xwe yên zaroktiyê de beziya, bi israra zivirandina van xeyalan rastiyên jiyanê têkoşiya. Jiber ku di cîhanekî wekhev û azad de bi jinê re jiyankirin, xeyala wî ya zaroktiyê bû û armanca sereke ya jiyana wî bû.
Mixabin ku destên qirêj û tarî her dem li pey de bûn. Jibo wê di Nîsanê de her çiqas bi bîranîna rojhatina Rêber APO, dilê me bi coş û şad bibe jî, birîna ku di Sibatê de jî di dilê me de vebû, her zindî ye.
Lê ne zîndan, ne tarîtî, ne jî girava bê ser û bin dikariya Rêber APO dîl bigre. Ew mirovekî bi dil û mêjiyê xwe ve xwedî rêgeza azadiyê û heqîqeta ti şert û merc nikare herikîna ramanên wî ku weke baranê di her kêliyekê de dibare, bide sekinandin.
Dayîka Ûveyîş, dayîka delal, bila dilê te şad û bextewer be. Bila çavên te rehet razên û bila li dû te nemîne. Vaye Ocalanê te dibe dengek ku her kes dibihîze, wêneya ku çêkiriye, her kes lê temaşe dike, li welat, li cîhanê û li gerdûnê.
“Min wêneyek çêkir, dixwazim her kes lê temaşe bike
Ez bûm dengek, ku her kes bibihîze
Ji WELATÊ xwe re
Ji CÎHANÊ re
û ji GERDÛNÊ re.”
RÊBER APO