Em çalakiya Rêheval Asya Alî û Rojger Hêlîn yên Tabûra Nemiran ku li hemberî navenda hilberandina çekan a TUSAŞ pêkhat, silav dikin û li hemberî qehremanî, rihê wan yê fedayî û nemiriya wan bejna xwe ditewînin û em dibêjin bila rihê wan şad be. Hevrê Asya û Rojger bi vê çalakiya fedaiyane ve, li hemberî komploya 9’ê cotmehê, tecrîda girankirî û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ku bê navber li ser gelê Kurd li her aliyên Kurdistanê pêktê helwest danîn. Em vê vîna ji pola, helwesta bi rûmet, çalakiya lehengî û serkeftî silav dikin. Serkeftina wê, di serî de li fermandarî û Gerîlayên HPG û YJA-STAR, li Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li tevayî gelê xwe û li jinên têkoşer pîroz dikin. Du kes bi qasî hêza tabûrekê de şer kirin û şerê azadî anîn serdemeke nû. Ev ruh, rêxistinbûyîna demê ya di xeta fedayitiya li derdora Rêber Apo de, biryardariya parçekirina îmraliyê ye. Di rastiyê de, ew çalakî ruhê fedayîtiya her ciwaneke Kurd e. Li hemberî qirkirinê îradeya Kurdan temsîl dike û îdîaya pêşengiyê di lutkeyê de îfade dike. Ev çalakî sembola vê heqîqetê ye.
Divê Dewleta Tirk û hemû hêzên komploger vê bizanibin ku êdî tehamûla Gelê Kurd li hemberî tecrîda girankirî û dîlgirtina Rêbertî nemaye. Ev 25 sale bê huquqî li ser Rêber Apo tê meşandin, ev çar sal û nîve tecrîda mutlaq pêk tê, ne gelê me, ne Tevgera me û ne jî tikesî din agahî ji Rêber Apo negirt. Yê ku ji van kiryarên bê exlaq ya derveyî mirovatiyê dengê xwe dernaxînin pêwîste ku armanca çalakiya TUSAŞ rast fambikin û di serî de dewleta Tirk, herkes wê rast bixwîne. Dewleta faşîst a Tirk, êrîşên komkujî li ser gelê me di nav bajaran de, li gundan pêk tîne, welatparêz û sivîlan qetil dike. Li ser Rojava, Şengal, Başûr bombardumanên bê navber didomîne, hildiweşîne, dişewitîne, binesaziyan xira dike, jiyanê diqedîne. Di heman demê de li ber çavê raya giştî çekên kîmyewî li ser Gerîla pêk tîne, bêgûman Gerîla jî yê bê bersiv nemîne. Dewleta Tirk eşkere sûçên şer dike.
Dewleta Tirk ji bo ku civaka xwe û raya giştî bixapîne her dibêje Gerîla li ber qedandinê ve diçe, lê pêwîste êdî herkes vê bizanibe ku PKK-PAJK, milîtanên Apoyî û Gerîla tu carî naqede, bi hezaran milîtanên weke Asya û Rojger bûne pisporên taktîka şerê Gerîlayê modern. Herkesî dît ku çawa bi wêrekiyeke mezin, bi awayek profesyonel diçine ser hedefê. Gerîla, di erkê xwe yê hêza parastina gel pêk anînê de hemû sînoran bê wate dike. Pêkanîna êrîşê li ser saziya leşkerî ya herî taybet TUSAŞ a ku di bin serweriya faşîzmê de ye, ya di dilê faşîzmê de ye artêşa Tirkiyê û siyaseta wê serûbinî kir. Dewleta Tirk a ku bi çekên NATO ve li hemberî gel û Gerîla şer dike bê encam e û ewê bê encam jî bimîne. Navenda ku hate hedefkirin navenda hilberîna çekên ku pê êrîşî ser gelê me tê kirin e. TUSAŞ navendeke leşkerî ye. Gerîla jî bi zanebûn, bi wîjdan, bi exlaqekî azad û demokratîk ve hedefeke leşkerî kiriye armanc.
Dewleta Tirk li dijî gelê me şereke qirkirinê dimeşîne. Gerîla weke aliyê vî şerî, cihên leşkerî kiriye hedef. Vêna berovajî kirin şerê komkujî a ku pêncî sale didome înkarkirin e. Dewleta Tirk ji bo vî şerî înkar bike têgîna terorê bikartîne. Tevayî cîhan jî dizane ku Kurd di nav sînorên dewleta Tirk de li ser xaka xwe bê huquqin, esîrin, hebûna Kurdan, çand-zimanê Kurdan û tevayî mafên Kurdan, îradeya Kurdan tê binpêkirin, înkarkirin. Kurd di warê leşkerî, siyasî, huquqî de têne hedefkirin, xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, ciwanên Kurdistanê bi rêbazên narkotîk, ajankirin, fuhûş ve dixwazin birizînin.
Bêgûman tenduristî, ewlekarî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo di navenda hemû têkoşîna me de ye. Heya ku pergala Îmraliyê hilneweşe, ne demokrasî ne jî azadî ji bo gelên Tirkiyeyê dikare pêk bê. Gelê Kurd jî wê nikaribe ji tinekirinê rizgar bibe. Ji bo lihevkirina di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de, pêwîstî bi dawîkirina pergala Îmraliyê heye. Di vê wateyê de demokrasî û azadiyê li cihek din gerîn şaş e û xwe xapandin e. Reya demokrasî û azadiyê ya rast di Îmraliyê re derbas dibe. Ji xeynî vê ti polîtîkayeke ku yek neferek Kurd jî ciddî bigre tune ye.
Israrkirina di rihê Apoyî û Gerîlatiya serdemê de, vîna azad a li dijî êrîşên qirkirinê, faşîzm, parçekirin û îmhayê ye. Di şexsê Bêrîtanan, Zîlanan, Sarayan û Rûkenan de, di şexsê Rojhat û Erdalan de, di şexsê hevreyên me Asya û Rojger de jî zayîna gelê azad, jina azad û mêrê azad pêk tê. Di heman demê de bi Rêber Apo re rêhevaltiya heqîqetê û girêdana bi azadiyê re ye. Rêheval Asya û Rojger beriya ku çalakiyê bikin armanca pêkanîna vê çalakiyê bi awayekî mîsoger anîne ser ziman. Peyama wan ji bo me sonda serkeftinê ye, israra jina azad, mêrê azad û civaka azad e. Fêmkirina hevalên me Asya û Rojger û tevayî şehîdên me, famkirin û pêkanîna rêhevaltiya rast ya bi Rêber Apo re ye. Pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’ bi sekna demê ya di şexsê hevreyên me Asya û Rojger de hate mîsoger kirin. Careke din em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.
Koordînasyona PAJK