Piştî Rêber Apo banga dîrokî kir li her derî piştgirî ji bo vê gava dîrokî tê. Li aliyekê coş û kelecana gelê me û gelên herêmê, li aliyê din piştgiriya dewletên cûr be cûr yên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî berdewam dike. Her yekî ku banga dîrokî bibîrdixin bal dikşînin ser gava mezin ya Rêber Apo di lêgerînên çareseriya pirsgirêkên li herêmê avêtiye û dibêjin vêcar divê dewleta Tirk gavên têrker yên pratîkî bavêje. Em dixwazin kûrt jî be cih bidin çend xalên girîng yên pêşketinên piştî banga Rêber Apo derketin û rojeva çapemeniya cîhanê.
Ji Îran û Erebistana Siûdî piştgirî
Erebistana Siûdî û Îranê jî banga Rêber Apo erênî pêşwazî kirin û xwestin ku gavên pratîkî werin avêtin. Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî banga Rêber Apo a aştî û civaka demokratîk erênî pêşwazî kir û daxwaz kir ku gavên pratîkî werin avêtin. Erebistana Siûdî got ku ew dixwazin ev bang têkeve piratîkê ji ber ku dê bi xwe re aramî, aştî û pêşketinê bîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî jî banga dîrokî ya Rêber Apo erênî pêşwazî kir û destnîşan kir ku dê ev gava girîng dawiyê li tundiyê bîne.
Beqaî anî ziman ku ew piştgiriyê didin rêyên bidawîkirina tundiyê û xurtkirina aramiyê û hêvî kir ku ev geşedan bandoreke erênî li tevahiya herêmê bike.
Iraq: Banga Ocalan gavekî girîng e
Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, daxuyanî da û got, “Ev ji bo îstiqrara herêmê gavekî girîng û erênî ye.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev ne tenê li Iraqê, ji bo xurtkirina ewlehiya hemû herêmê gavekî pir girîng e.
Wezaretê diyar kir ku ji bo pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin, ew piştgiriyê didin hemû hewildanan.
YE: Ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde pêngaveke erênî ye
Yekîtiya Ewropayê, banga Rêber Apo ya dîrokî silav kir û got ev gav ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde pêngaveke erênî ye. Berdevkê Yekîtiya Ewropayê (YE) Anouar el-Anouni di daxuyaniyekê de got: ‘’Destpêkirina pêvajoyeke çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dê ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde bibe pêngaveke erênî.’’
El-Anouni ev yek jî lê zêde kir: ‘’Bidestxistina çareseriyeke adilane û mayînde ya xwe dispêre mafên bingehîn û serweriya hiqûqê ne tenê li welatiyên Tirk dê têkariyê li aramiya hemû herêmê bike.’’
PKK’ê agirbest îlan kir û xetên bingehîn ragihand
Piştî peyamên Rêber Apo Komîteya Rêveber a PKK’ê jî daxwuyaniyek da û gavekî dîrokî îlan kir. Li gora vê daxwuyaniyê PKK ji îro pê ve agirbestê îlan dike. Heman demî binxêz tê kirin ku ji bo pêkhatina mijarên weke çekdanînê şerte ku derfetê pêşengtiya pratîk a Rêber Apo bê afirandin û wiha tê gotin; “Li gel Banga berbehs diyar e ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye. Ev yek dê bandoreke mezin li pêşketina rêveberiya demokratîk û jiyana azad a li seranserê cîhanê bike. Girêdayî vê yekê berpirsiyarî dikeve berê me hemûyan; divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne. Bêguman kirina bangeke bi vî rengî gelekî girîng bû; a niha pêkanîna naveroka wê ya bi awayekî serkeftî jî gelekî girîng e. Em weke PKK’ê bi awayekî rasterast tevlî naveroka Banga berbehs dibin û diyar dikin ku em ê li gorî pêwîstiyên Bangê tev bigerin û wan bi cih bînin. Lê belê ji bo serkeftinê jî divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin.”
PKK’ê ragihand ku ji îro pê ve agirbestê îlan dike û heman demî van xalan li ser zêde kir; “Bi qasî ku li hemberî me êrîş çênebin, dê ti hêzên me çalakiyên çekdarî li dar nexin. Her wiha pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.”
Li ser daxwuyaniya berfireh ya PKK’ê piştî banga Rêber Apo îro tevahî cîhan vê rojevê xistiye navenda rojeva xwe.
Di Rojeva Ragihandina Cîhanê de Banga Rêber Apo û daxwuyaniya PKK’ê
Banga Rêber Apo a “Civaka Demokratîk û Aştiyê” piştgiriyên berfireh kom dike. Gelek kesayetên navdar, gelek welat piştgiriya xwe ji bo vê peyama dîrokî ya Rêber Apo dayî anîbûn ser ziman. Peyam ji aliyê gelek aliyên Kurdistanî û cîhanî ve bi awayekî erênî û wek firsendek dîrokî tê destgirtin û pênasekirin. Dûh rojeva çapemeniya herêmî û cîhanî di manşetên xwe de vê peyama dîrokî ya Rêber Apo parve dikir û îro jî bandora wê her kû diçe mezin û berfirehtir dibe.
Rojnameya navdar a Fransayê Le Monde, televîzyona France 24, RFI, Radio France International, Televîzyona Dewletê ya Swîsre (RTS), Monitor, Bloomberg, The National, Sky New a Brîtanî, Jordan Times, CNN Arabiye, El Eyn El Exbariye El Îmaratî, Malpera Resîf 22, Malpera Erebî 21, El Qudis El Erebî El Londonî, El Erebî El Cedîd El Londonî, El Nehar El Lubnaniye, El Ereb El Londoniye, El Xelîc El Îmaratî, El Riyad El Siûdiye, Ukaz El Siûdiye tinê çend navendên ragihandina cîhanî ne ku peyam û banga Rêber Apo weke manşet derxistin pêş û hemûyan jî erênî girtin dest û balkişandin ser ku vêcar dewleta Tirk yê gavek erênî bavêje yan na. Îro jî ev hemû navendên çapemeniyê yên cîhanê û bi dehan çavkaniyên din jî behsa van pêşketinan dike û bi taybet bi daxwuyaniya PKK’ê re carek din nûçeyên xwe daye.
Daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê jî di çapemeniya cîhanê de deng veda û cihekî berfireh girt. Li seranserî cîhanê, ji derveyî ajansên nûçeyan ên fermî yên Rûsya û Îranê Sputnik û IRNA’yê, hema bêje hemû rêxistinên çapemeniyê nûçe weşandin. Servîsa Tirkî ya Sputnik jî nûçe bi zimanê medyaya alîgir, dît.
Reuters’ê ragihand ku piştî banga Rêber Apo, PKK’ê agirbest îlan kir. Di nûçeyê de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kirin ku 40 sal in şer dewam dike.
Associated Press News (AP) di nûçeya xwe de da diyarkirin ku PKK’ê di nava 2 rojan de agirbest îlan kir û daxuyaniya PKK’ê wiha da: “Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bikeve meriyetê, em agirbestê îlan dikin. Heta ku êrîşî me neyê kirin, ti hêzên me çalakiya çekdarî nakin.”
France 24 ku qenala nûçeyan a Fransayê ye nûçe bi van gotinan servîs kir: “Em naveroka bangê qebûl dikin û em ê vê bişopînin û pêk bînin.”
Xinhua ku ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê ye nûçeya xwe weke ‘flaş’ weşand û ragihand ku PKK’ê bi banga Rêber Apo re agirbest îlan kir.
Al Jazeera diyar kir ku PKK’ê agibest îlan kir û got, “PKK’ê xwest ku lîderê wan Abdullah Ocalan ê di girtîgehê de, were berdan.”
Jarusalem Post a ku navenda wê Îsraîl e, îlana agirbestê ya PKK’ê bi xwînerên xwe re parve kir.
Televîzyona SKY News îlana agirbestê weke nûçeya lezgîn weşand.
BBC’ê bi nûçeya David Mercer re biryara agirbestê ya PKK’ê ragihand.
Servîsa Îngilîzî ya Sputnik ku ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê ye, nûçe ji nedîtî ve hat û servîsa Tirkî jî tercîh kir ku nûçeyê bi zimanê medyaya alîgir bibîne.
Welt, Der Spiegel, DW, CNN International, Al Arabiya, Bloomberg, The Washington Post, The Times Of Israel û gelek rojname, televîzyon û malperên nûçeyan biryara agirbestê ya PKK’ê parve kirin û xistin rojeva welatên xwe.
Çavkanî; ANF