Ji Pênûsa Gerîla
Gelo perwerde çi ye? An jî çima perwerde girîng e? Mirov û civakên perwerdekirî çawa nin? An jî çi ferqa di navbera civakên perwerdebûyî û yên perwerde nedîtine hene?
Wek ku tê zanîn her pergal xwe bi şêwazekê dide rûnişkandin. Her civak jî xwe bi şêwazekê perwerde dike û li gor xweseriya xwe û şert û mercan xwe birêxistin dike. Xwe xurt dike. Civak çiqas zane û perwerdekirî be, dîrok, çand û xwe nasbike ewqas dikare pergala xwe bide rûnişkandin û serkeftî be.
Mirovên zane û perwerdebûyî xwedî dîsîplîn in, li ser livûtevgerên xwe hakim in.Dizanin çi dikin û çi dixwazin.Yan jî çi naxwazin. Ji bo çi têkoşîn dikin, an jî nakin. Jiyanê xweş û zindî dikin. Bi nirxên xwe yên dîrokî ve girêdayî ne û li hemberî xwe û yên dîtir rêzdar in. Çawa ku mirov û civakên perwedebûyî xwedî pêşînî û asoyeke fireh in, civak û mirovên ku xwe perwerde nakin jî kor in.Belê bi kurtî mirov dikare bêje ku perwerde xweperwerdekirin, xwe terbiyekirin û naskirin e.
Gelek pêxemberan ji bo xwe perwerde û terbiye bikin bi salan di şkeftan de man, bi tena serê xwe ketin inzivayê û li hemberî xwe şerê here mezin dane meşandin. Wan pêxemberanan jî şervanên azadiyê baş dizanîn cîhada herî mezin cîhada nefsê ye ku heke mirov di vî şerî de biser bikeve dê serkeftinên bêdawî bidest bixîne. Wan baş dizanîn ku şerê herî mezin ev e.
Perwerde zanebûnê pêşve dibe.Zanebûn jî xwe naskirinê, xwe naskirin jî di şer û jiyanê de serkeftinê bi xwe re tîne. Wek Rêbertî jî dibêje: “Yên ku di jiyanê de wenda dikin, nikarin di şer de bi serbikevin. Jiyana şaş rast nayê jiyîn.” Ji bo ku em di şerê jiyanê de û di şerê li hemberî dijmin biser bikevin, divê em xwe û dijminê xwe nasbikin. Wekî hostayên Çînî yên şer dibêjin: “Tu xwe nasbikî nîvê şer, lê demaku tu xwe û dijminê xwe nasbikî, tu bi giştî di şer de biser dikevî.”
Lê mixabin pergala serdest a dagirker zanist û perwerde kiriye bin xîzmeta xwe. Perwerdeyê ji bo kedîkirin, kolekirin û tevizandina mêjî û hişê civakê bikar tîne. Mirovahî bi vî awayî ji xwebûnê dûr ketiye.Lewma bêku mirov bikeve ferqê, heya hucreyên xwe dikeve jêr bandora pergalê.Mirovahî heya asteke bilind di hest û mêjî de pergala serdest dijî.Seqet maye. Ji ber vê jî Rêbertî dibêje “Yên ku ziman û dilê wan ne yê me be, çalekiya wan jî ne ya me ye.” Em jibîr nekin mirov cewherê gerdûnê ye.Lê mixabin di destpêkê de di kesayeta jinê de beşek xwezayê ya herî pîroz hatiye qetilkirin.Ji porê wê heya neynikê lingên wê, heta hucreyên herî piçûk, hest, mêjî û hwd.qetilkirine. Ew kirine kole û kirêt e. Ji bo em xwe azad, zane û xweşik bikin divê em xwe di xeta Rêbertî de perwerde bikin. Ev jî ne hêsan e. Rêbertî çawa bîstûçar seatan xwe perwerde dike, jinûve xwe diafirîne, em jî divê wek pîroziyekê û erka herî mezin xwe her perwerde bikin. Ger ne wiha be, em ê di serî de zerarê bidin xwe û rêza li hemberî xwe wenda bikin.
Modernîteya kapîstalîst û pergalên serdest yên berê zanist xistine jêr kontrola xwe.Bi vî awayî zanist bi nexweşiya pençeşêrê ango desthilatdariyê ketiye û zirarê dide civakê.Heta gelek pêşketinên zanist bûne bela serê mirovahiyê, ji ber şaş têne bikaranîn. Mudaxele li mêzîna xwezayê, li kîmya hebûnê tê kirin, darbe li jiyanê dixin.
Asta mûdaxeleya zanistê ewçend bêsînor û derveyî exlaqê bûye ku beriya zarok ji dayîk bibe, şeklê wê/wî, zayenda wî/wê tê diyarkirin.Jixwe dema zarok tê cîhanê jî piranî plan û projeyên destnîşankirî hene ku pêwîste zarok li gor wê were mezinkirin. Yanî zarok nikare pêşeroja xwe diyar bike.Civak û malbat pêşeroj û qedera zarok xuya dike. Ji bo wê jî zarok dema mezin dibe nikare bibe xwediyê/a xwe. Ji bo zarokan sînor diyar kirine û bi wê çarçoveyê mezin dibe. Lewma jî nikare bibe kesayeteke serbixwe. Civakên ku kesayetên wan neserbixwe bin, ew civak neserbixwe ne. Di wan sînorên ku pergala dagirker destnîşankiriye zarok mezin dibe û li gor xwesteka pergalê teşe digire. Jixwe ger ne li gor pergalê be, jê re cihê jiyanê namîne. Yanî dê berçavka reş-spî bide ber çavên xwe û çawa ga li trenê dinêre, dê bêpirs û lêhûrbûn jiyanê reş-spî bibîne. Derveyî vê ji wî/wê re mafê jiyanê nîne.Ango efendî çarenûsa zarok diyar dikin.Dibêjin ka dê çawa mezin bibe, divê kîjan taybetmendî li pêş bin. Bi rêya perwerdeyê ev têne empozekirin. Jê re dibêjin çawa evîndar bibe, malbateke çawa ji xwe re ava bike. Lê zarok çi dixwaze, dixwaze bibe çi, cîhaneke çawa dihizire, hisên wî/wê çine?kes jê napirse. Jixwe nayê bîra kesekê jî.Kesayeta ku em jê re dibêjin ji rastiyaxwe dûr e, bûye robot kesayeteke ku ji hêla pergalê hatiye afirandin. Alternatîfa vê kesayetê jî ew kesayeta ku Rêbertî afirandiye ye. Kesayeteke ku li pêşberî xwe, derdora xwe rêzdar e û xwe avakirî ye.Ayîdê xwe, xwedî vîn, civakî, girêdayî nirx û çanda xwe ye.
Pirî caran tê gotin ku bila dayîk zarokên xwe baş perwerde bikin, vîndar û xwedî kesayet bike.Nayê înkarkirin ku dayîk mamosteya sereke û ya herî bibandor e. Lê divê di destpêkê de em pirs bikin ku dayîk bixwe çiqas perwerdebûyî û zane ye ku bikaribe bibe mamosteya jiyana rast.Çiqas vîndar û serbixwe ye?Rêbertî jî dide diyarkirin ku hemû hebûna jinê ji hêla pergalê ve hatiye dîlgirtin.Jinê di pergalê de bi awayeke dijwar wenda kiriye.Ji textê xwedawenda pîroz ketiye xarê û wek metayeke bênirx tê bikaranîn. Di kesayetajinê de ewdayîka xwedawend hatiye perçiqandin. Wiha jî mirovatî mehkumê mirinê hatiye kirin. Êdî mirovahî bi dilên teneke û berçavkên hespan li jiyanê temaşe dike,biyanî bûye ji xwe û ji jiyanê.Êdî derewên herî mezin li xwe dike.
Bêguman perwerde ji bo her civak û kesayetê girîng e, lê divê rast were bidestgirtin. Bi qasî teoriyê pratîk jî mijareke jiyanî ye.Lewma jî pêdivî bi perwerdeya li ser bingeha avakirina civaka azad, exlaqî û polîtîk heye.Heke ku perwerde di vê xetê de be dê civak zane bibe, ewqas jî bigihîje azadiya xwe. Wek Rêbertî jî dipirse: “Emê çawa bijîn û lêgera xwe pêş bixin, xwe bizanibin?” perwerde pêwîste ji vê pirsê re li bersiva hewce bigere.
Di nav refên PKK’ê de sîstema perwerdeyê ji modelên heyî di cîhanê de cuda ye. Dikare were gotin ku modeleke alternatîf e. Perwerdeya PKK’ê nûbûn, avabûn û xweliqkariyê pêş dixîne. Ji bo ku em bikaribin li beramberî çanda pergalê alternatîfeke xurt di nav civakê de bi gelemperî pêşbixin, divê em beriya her tiştekê xwe jinûve avabikin. Xwe perwerde bikin. Avakirin û lêgerên me divê mayînde bin. Em ji bîr nekin ku asta fikirandin û lêgerên me, wê asta hebûna me bide diyarkirin. Demaku mirov bizanibe fêr bibe her mirovek pirtûk û deryayek e. Ya hewce mirov bikaribe dest bi xwendinê bike. Xalek din jî ya girîng ew ku em di lêhûrbûn û çalekiya wê de dereng nemînin.
Bêguman divê mirov herdem ji xwe vê pirsê bike “Ez kê/kî me?Çawan im?Divê çawa bim?Heke ev pirs were pirsîn, wê demê dê guhertin û veguhertinên mezin bi xwe re bîne. Ji bo ku jiyanê şaş nejîn, pêdivî heye jiyanê rast bikin û bi şeref bijîn. Li ser vê bingehê jî em jiyaneke nû û azad bi ronahiya nêrînên Rêber APO ava bikin. Dê jiyana derewîn û qelp ku pergala serdest di mêjî de avakiriye hilweşe. Em ji bîr nekin di vê rewşê de ya/yê cardin serbikeve, bibe xwedî jiyaneke mezin û bişeref em in. Wek li jorê jî me da diyarkirin mirov xwezaya herî pêşketî ye.Tişta ku mirov bixwaze û nekaribe bike tine ye. Ya bingehîn mirov bixwaze û astengiyên li pêşiya xwe rabike. Tişta layîqê me ye jî ev serkeftinên mezin û jiyana birûmet e. Em çavên dilê xwe vekin, bi çavên dilê xwe hîs bikin û bibînin.