• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025
in Şehîdên Azadiyê
A A
 NEWAYA ZÎN
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Hevala Ayten Beçet, bi navê ku li xwe anîbû û bi rastî jî gelekî lê hat, Hevala Newazîn li Dîlokê hatibû dînê. Malbata wê ji gundê Erkendî bû. Gundê Erkendî gundekî welatparêz bû ku gelek Şervan ji nav derketibûn. Gelek şehîdên vî gundê û dilgirtiyên wî hebûn. Şerê salê 90’î gund ji alîyê dewletê ve hatibû şewitandin. Gundîyên Erkendî jî neçarî koçî bajarên cûda cûda bibûn. Malbata Hevala Newazîn jî koçî Dîlokê kiribûn. Bê şik welatparêzîyê xwe jî bi xwe re biribûn.  Heta ji ber ku durî axê xwe ketibûn, girêdanbûna xwe wekî hesreta welat bêhtir kûr kiribûn.

Hevala Newazîn di nav çanda welatparêz de mezin bibû. Di temenekî biçûk de tevlî xebatên ciwanan bibû. Ji ber ku ji zaroktî ve nexweşîya epîlepsî pê re hebû, malbat jî qet peşîya wê negirtibû. Gelek hesas nezî vê rewşê bibûn. Ji ber vê rewşê Hevala Newazîn derdorekî azadtir de tevdigerîya. Di nav xebatan de jî bibû xwedî tecrûbeyekî pir mezin.

Hevala Newazîn heyranê Hevalê Hakî Karer bû. Hemû nirxandin û bîranînên wê yên di derbarê Dîlokê de teqez Hevalê Hakî Karer hebû. Gelek wenêyên wê yên Dîlokê li peşîya wenêya Heval Hakî Karer hatibû kişandin. Cihê ku Heval Hakî lê gerîyabû û civîn çêkiribûn, cihê ku hatibû şehîdxistin yek bi yek geriyabû.

Li bajêr tevlî perwerdeya ciwanan bibû û soza xwe dabû. Di nav xebatan de cih girtibû. Dema ku di nav xebatan de cîh digirt, hatibû girtin. Di encama darizandinê de ji endamtîye ceza girtibû.

Hevala Newazîn ceza ji xwe re nekiribû dert. Li cihê ku mabû bi awayê herî çalak berpirsyarîya jiyanê hildabû ser xwe. Lê belê neçûna çîyê, rasterast di nava refan de cîhê xwe negirtin di dilê wê de mabû. Tehlîyêya wê re dû sê sal mabûn, ji hevalên xwe re pirsî bû, “Gelo dema ez derkevim û çûme çiyê, ez çi navî bigrim? Ez dixwazim di navêmin de Zîn hebe. Dîsa dixwazim tê de hûner hebe.”  Ji her hevalekî peşnîyar girtibû. Newazîn jî, yek ji van navan bû. Lê hevalên ku pê re jîyan dikirin, piştî şehadatê wê, bi xwendina nameya ku li pey xwe hiştibû, hîn bûn ku navê Newazîn li xwe kiriye.

Hevala Newazîn di zîndanê de gelek alîyan de xwe pêş xistibû. Qadên ku lê mabû û herî dawîyî li qada Gebze jî di nav Rêveberîyê de cîhê xwe girtibû, berpirsyarîya jiyanê di radeya yekemîn de hildabû ser xwe. Dîsa ji ber ku pirsgireka tendûristîyê li peşîya tevlîbûna xwe ya nav refan de wekî astengî didît, di zîndanê de herî zêde li ser vê mijarê sekînîbû. Xwe pirs kiribû, li ser xwe kûr bibû û nexweşîya epîlepsîyê ango sara girtibû bin kontrolê xwe. Derman terikandibû û demek direj bibû ser hişê xwe de nediçû. Car caran ser êşa wê çêbiba jî, tedbîra xwe digirt û nedihişt ku lê bandor bike.

Çalakîya Greva Birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ku li zîndanên Bakûr û Tirkîye dawîya sala 2018 destpê kiribû, ji ber helwesta dewletê direj bibû. Li pey hev kom tevlî çalakîyê dibûn. Herî dawî, ji bilî hevalên refakatkar hemî heval ketin çalakîye. Demek şûnde jî komên Rojîya Mirinê dest bi çalakîye kirin.

Hevala Newazîn di vê pêvajoya dijwar de, qadê ku lê bû erkê rêvebiriyê girti bû ser xwe. Gelekî dixwest ku di nav çalakiyê de cîh bigre. Ji bo vê nûsaf (rapor) nivîsandibû. Dema hevalan daxwaza wê nepejirandibûn gelekî girîya bû. Hevala ji ber nexweşîya wê, ketina wê ya çalakîyê nepijarandibûn. Ji bo ku wê îkna bikin li gel wê gelek caran axifîn û mijûl bibûn. Di encam de Hevala Newazîn ta radeyekê bi girîngîya rêveberî û refakatîya xwe qane bibû. Bi hemû hêze xwe ve xizmeta jiyanê û hevalan kiribû.

Di 17’ê Adar’a 2019’an Hevalê Zûlkûf Gezen li zîndana Tekîrdax’ê çalakîya fedaî pek anîbû. Dilê dîlên azadîye di mista wan de bû. Lewra pêvajoyekî wisa di dema komployê de jîyabûn. Dizanîbûn ku dema çirûska fedaîtîyê pêket, pêşîya vê girtin ne gengaz bû. Lewma bi lez û bez tedbîr girtin. Jixwe ji ber tendûristîya çalakvanan nobet digirtin. Hemû qad û heval li hember rewşekî wisa hatin şîyarkirin. Lê belê herkesî dizanibû ku; yê ku berê xwe dabe agirê rojê wekî guleya ji lulêya xwe filîtîye. Peşîya wê girtin ne gengaz be. Jîyan carekî din rastîyan nîşan da. Berbenga 23’yê Adar’a 2019 hevalên ku li Gebzeyê bûm bi şîara, “Şehîd Namirin” şîyar bûn. Lewra Hevala Newazîn di demjimera nobetê xwe de çalakîya fedaî pek anîbû.

Dema Hevala Newazîn çalakî pek anî û gihişt şahadetê, cezayê wê dû sal mabû. Wê xeyalên xwe yê gerîlatîyê û refên azadîyê devrî hevalên xwe kiribû. Gotibû,” Ez li rêyekî digeriyam. Hevalê Zûlkûf rê nîşanî min da.” Li dawîya nameyên xwe nasnavê Newazîn Erkendî nivîsîbû. Wê ev navê ku gelekî lê dihat, bi giyana xwe ya delal ji mêj vê heq kiribû.

Piştî çalakîya Hevala Newazîn li pey hev çalakîyên fedaî pêk hatin. Bes bi banga partîyê re û hevdîtina bi Rêbertîyê re sekinîn. Van çalakîyan mohra xwe li çalakîya 2018-2019 xistin. Em di kesayeta Hevala Newazîn û Hevalê Zûlkûf Gezende tevayî fedayîyên çalakîyê û Şehîdên Newrozê bibîrtînîn. Newroz’a 2025’an ku Rêbertî bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ronî kir. Ev encam keda Şehîdan e û ji bo Şehîdên Newrozê diyarî ye.

Baran Avdirehman

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk