• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Navê Leyla Li Kurdistanê Navê Jin A Pêşeng E

August 25, 2020
in Daxuyanî
A A
Navê Leyla Li Kurdistanê Navê Jin A Pêşeng E
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Hevala me Leyla Agirî ku di têkoşîna azadiya jinê de li Kurdistanê kesayeteke girîng bû û bi jiyana xwe pêşengî kir, di êrişa namerdî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Di serî de jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin bila serê gelê me û malbata wê ya welatparêz a hêja sax be. Em soz didin ku li ser bîranîna wê em ê şoreşa azadiya jinê pêk bînin.Ev navê ku di asta dîrokî ya her berxwedanê de der bû, ji Leyla Qasiman heta Leyla Kaplanan, ji Leyla Walî Huseyînan heta Leyla Agiriyan li her devera Kurdistanê bû navê hevpar ê jinên têkoşer û hîn jî wê bibe navê vê têkoşînê.

Hevrê Leyla sala 1995’an dema ku xwe gihand Rêbertî, bi azadiyê re hevpeyman çêkir, berê xwe da serketinê û bû xwedî hêza jinûve afirandina xwe. Piştre jî hewl da li ser felsefeya Rêber Apo xwe biafirîne, kûr bike. Her tim pê serbilind bû ku bibe milîtana nêrîn û afirîneriya Rêber Apo. Û bi vê rûmetê û baweriya mezin tevlî nava têkoşînê bû.

Bi vê têgihiştinê di her kêlî, çeper û dema têkoşînê de bi erka pêşengiyê rabû. Di şexsê hevala Leyla de li qada leşkerî ji şervaniyê heta fermandariyê em serpêhatiyekê dibînin, li nava karên îdeolojîk jî sekna jineke şareza, li qada avakirina civakî de tevlîbûna bi rengê milîtanî û li her qada têkoşîna azadiya jinê jî keda wê dibînin. pê bawer bû ku aştî û çareseriya demokratîk bi xweparastineke xurt a jinê dibe û li her qda kar ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk bi roleke mezin tevgeriya. Li gel zor û zehmetiyan, bi coş û moralê şoreşgerî daxwaza xwe ya serketinê her mezin dikir.

Hevrê Leyla bû jineke xurt ku di artêşbûna jinê de bû xwedî îradeyek ji pola, bi îdeolojiya rizgariya jinê hişmendiya xwe xurt kir û di partîbûna jinê de xwe bi rêxistin kir.Bi taybetmendiyên xwe yên xurt, bi hişmendiya kûr a welatparêziyê û bi bawerî û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, xwe gihand jinan hemûyan, xwe gihand gelê me, xwe zêde kir û ji nû ve afirand. Di vê çaçroveyê de li nava YJA Star, PAJK, PKJK û têkoşîna azadiyê ya jinê li gelek qadan bi erka fermandarî, rêveberî û pêşengiyê rabû. Em pêşengiya wê di têkoşîna xwe ya bêeman a xwedî tercûbe de, di têkoşîna wê ya bi biryardarî, aramî, bi îrade û kûr de dibînin. Hevala Leyla bi her awayî tevlîbûneke çalak, fedakar û pêşeng kir û nasnameya milîtanî ya Apoyî temsîl kir. Ji ber vê yekê bû hedefa dewleta Tirk a faşîst. Ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê ew bûye soza tolhildanê ya serketinê.

Şehadeta hevala Leyla bandoreke giran li her kesên ku ew nas dikir kiriye, lê di heman demê de daxwaza têkoşînê mezintir kiriye. Bi felsefeya ‘yek ji me biçe, wê bi hezaran bê’, jinên Kurd wê li ser şopa vê berxwedanê, li ser rêya hevrê Leyla bimeşin, li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin. Li dijî rastiya dijminê hov, faşîst û serweriya mêr, em ji her demê bêhtir xurt in, ji her demê bêhtir bi hêrs û xwedî tolhildanê ye. Bi navê PAJK’ê em ê bikin ku bîranîn û têkoşîna hevrê Leyla ku kesayeta milîtan a pêşeng bû, bi ser bikeve. Bîranîna wê wê bibe ronahî ji têkoşîna me re û em ê têkoşîna wê bi serxistina bendewariya azadiyê ya jinan û mirovên bindest û gelê Kurd tacîdar bikin.

Koordînasyona PAJK’ê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk