• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Mîna Ku Xalîçeyekê Bihûnî

March 17, 2024
in Şehîdên Azadiyê
A A
Mîna Ku Xalîçeyekê Bihûnî
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasnav: Jîn Roj
Nav û Paşnav: Gûlistan Fermerzî
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1990/Xoy
Navê Dayîkê: Besra
Navê Bav: Koçali
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2005/Xoy
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2012’an li Çukurca
Ji bo bîranîna rêhevala Jîn Roj (Gûlistan Fermerzi)

Gerîlaya Kurd Jîn Roj (Gûlîstan Fermerzi) di sala 1990’an de li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê tê cîhanê. Dibistanên pergalê naxwîne. Ji bereketa xakê, ji bereketa çiyayan herfên jiyanê fêr dibe. Jiyan; bi êş û xweşikbûyînên xwe ve bi rastî jî ji hevala Jîn Roj re mamostetiyê dike. Hevala Jîn Roj di sala 2005’an de berê xwe dide çiyayan. Ew jî dibe parçeyekî çiyayan yên ku gerîla li ser têkoşînê dide meşandin. Êdî ev yek ne xeyal e; wê jî rext li pişta xwe girêdaye, li ser milê wê çek heye û navê wê jî Jîn Roj e. Ew bi kelecan e, gelo wê tevlîbûneke çawa bide nîşandan?

Hevala Jîn piştî perwerdeya şervanên nû derbasî qada Xakûrkê dibe. Qada Xakûrkê cihekî pir xweşik e. Ew qad bi berxwedaniya rêhevala şehîd Bêrîtan ve hatiye xemilandin. Latên ku rêhevala Bêrîtan xwe têde avêtî xwarê li pêşberî çavên hevala Jîn disekine. Wê ew jî, di ronahiya van hedefan de gerîlatiyê bike. Pênûsa wê ked e, lênûsa wê jiyan e û bi vî awayî dest bi romana jiyana gerîlatiyê dike. Piştî ku 5 salan li qada Xakûrkê dimîne, li Akademiya Haki Karer perwerdeyekî dibîne. Her ku di gerîla de kevn dibe barê wê jî hîn girantir dibe, ew di ferqa vê zanistiyê de ye. Daxwaza wê ya tevlîbûna ji çalakiyan re bê sînor e. Ne tevlîbûna xwe ya ji çalakiyan re weke kêmanî dibîne. Di çalakiyên tevlî dibe de ruhê wê zindî dibe, ew dibe hostaya jiyan û şer. Dema ku dibihîse wê tevlî çalakiya Rindikê bibe, pir keyfa wê tê. Lê armanca wê di grubên êrîşê de cihê xwe bigire ye.

Hevala Jîn weke berpirsiyara gruba taqwiyeyekê di çalakiyê de cihê xwe digire. Ew ji vê yekê re xemgîn dibe. Çavên wê, firmiskan di kûrahiya deryaya wê de dibarîne. Yên ku êrîşî qerekolê bikin, gruba wan bixwe ye. Darbe li wê qerekolê xistin, mîna ku darbe li dewleta Tirk bixwe xistin bû. Ji ber ku artêşa Tirk qet texmîn nedikirin ku wê gerîla xwe bigihînin wê qerekolê. Gruba Jîn beriya her kesan cihên xwe digirin û di demên xwe de dest bi çalakiyê dikin.

Hevala Jîn a gerîla, rêhevala Fedayî a jin, mîna her carê bûyî, bi awayeke fedayî êrîşî qerekolê dike. Jîn û gruba wê gelek mewziyên leşkerên Tirkan dirûxînin. Hinek leşker ber bi Gundê Rindikê ve direvin, hinek ji wan xwe di avahiya qerekolê de vedişêrin. Gerîla bi ruheke fedayî qerekolê dirûxînin. Beriya xwe paşve bikşînin hevala Jîn bi awayeke giran birîndar dibe. Ji bo derbasî pêşiya fikarên rêhevalan bibe, van tiştan dibêje; “Hevalno ez birîndar bûm. Lê ez ê berdewam bikim.” Di cîhazê de bi dehan caran bi navê Jîn tê gazîkirin, lê ti kes nikare xwe bigihîne wê. Ji ber ku ew bersivê nade, hevalê Karwan Tetwan ên di heman grubê de cihê xwe digire, dema ku dixwaze xwe bigihîne hevala Jîn, dikeve ber hedefên guleyên dijmin û şehîd dikeve.

Wê şevê di nava xwînê de bi xeyalên xwe ve melavaniyê dike, wê çawa tola rêhevalên xwe rake û wê çawa darbeyê li artêşa dewleta Tirk bixe dihizire û plan dike. Tarîtiya şevê ber bi sibê ve diçe. Tevayî rêhevalên wê dihesibînin hevala Jîn şehîd ketiye. Hevalên wê bê agahdar in ku heval Jîn xwe ji çalakiya fedayî re amadekiriye. Jîn, bombayên li ser xwe amade dike, li bendê dimîne ku leşker ber bi wê ve werin. Dema leşker pir nêzîkî wê dibin bombayên li serxwe diteqîne û bi xwe re 6 leşkerên Tirk jî dide kuştin. Rêhevalên wê, leşkerên Tirk û xelkê li gund ji ber vî dengê teqînê pir şaş dimînin. Kes texmîn nedikirin ku rêhevala Jîn li benda rojek ya wiha sekiniye û çalakiyeke ya wiha plankiriye. Çalakiya heval Jîn bi tarzekî nû ve hatiye pêşxistin. Tirsek mezin dikeve nava dilê artêşa Tirk. Qet ticaran terhên ruhê Apoyî hişk nabin; gerîlaya Kurd Jîn Roj bi vê çalakiya xwe ya fedayî re careke din vê rastiyê da îspatkirin.

Hevreyên Wê Yên Tekoşînê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk