• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Mêtingehkirina Rojhilata Kurdistanê

February 16, 2023
in Perspektifên Rêber Apo
A A
Mêtingehkirina Rojhilata Kurdistanê
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Împaratoriya Îranê ku ji beriya Şerê ParvekirinêYê I. Yê Emperyalîst ji aliyê Îngilîzîstan û Çartiya Rûs ve biryara parvekirina wê hatibû girtin, piştî şer bi temamî ket pêvajoyeke belavbûnê. Li aliyekî di bin dagiriya Îngilîzan de parçebûna feodal pêş diket, lêli aliyê din hikumeta Sovyetê peymanên ku Çartiyê çêkiribûn qebûl nekir û alîkarî da tevgerên şoreşgerî yên ku bi şiklekî parçe parçe pêş diketin. Van mercan Îran dehf da nav rewşeke şoreş û dij şoreşê. Lê Riza Xanê ku hê bi hêztir bû, berjewendiyên axayên feodal û burjuwaziyê temsîl dikir; ji xwe re kiribû hedef ku artêşeke neteweyî ya merkezî avabike, dawî li parçebûna feodal bîne, ekonomiya welêt pêş bixe û tevgerên şoreşger tasfiye bike welat xist kontrla xwe. Xanedaniya Kaçar welat firot hêzên emperyalîst û bi talanên li ser pişta gel feydeyên mezin bidest xistin. Riza Xan ku nerazîbûnên gel baş bi kar dianî, di bin navê “Pehlevî” de ji xwe re xanedaniyeke nû ava kir û dubare Îran bi şiklê împaratoriyekê birêxistin kir. Împaratoriya ku rewşa serdestbûnê ya neteweya Farsparast û berpirsiyariya pêşxistina berjewendiyên axayên feodal û burjuwaziyê girt ser milên xwe, di Şerê Parvekirinê Yê I.Yê Emperyalîst de ji nû ve hat dagirkirin.

Di dawiyê şer de bi alîkariya Artêşa Sor, Komarên Azerbaycan û Mehabadê hatin avakirin. Ev her du komar, li ser bi paş ve kişana Artêşa Sor bi desteka emperyalîstên ku alîkarî didan Îranê jî, ji aliyê Îran ve bi hêsanî ji holê hatin rakirin. Dema ku hewldanên Musadiq ên neteweyîkirina ekonomiyê, bi saya alîkariyên aktîf ên ClA’yê ve ji aliyê Şah Muhamed Riza ve hatin perçiqandin, Îran ket pêvajoya bûn mêtingeha nû ya DYE’yê. Şah ku rejîmeke bê eman a zilm û zorê ava kiriye, bi xism û karên xwe û axa burjuwakirinê, hewl dide hakîmiyeta xwe ya li Îranê bidomîne.

Aşkere ye, li Îrana ku Fars rewşa xwe ya bûn neteweya xwediyê ferq û cewazî diparêzin, gelên Azerî, Kurd û Belucî di bin çewisîna neteweyî û feodal de tên ragirtin, her ku mêtingeriya nû pêş dikeve wê rewş hê bêhtir jî xirab be. Di Îrana roja me ya îro de ku emperyalîzm, derdora şah, axayên feodal ên mezin û burjuwaziya noker (işbirlikçi) ku xwe dispêre sanayiya montajê li ser esasê berjewendiyên xwe li hev kirine, li dijî mêtingeriya nû ya ku li ser neteweya Fars pêş dikeve û li dijî mêtingeriya klasîk ku ji aliyêmonarşiya Fars ve li ser neteweyên Azerî, Kurd û Belucî tê pêkanîn, têkoşîneke şîrîk a gelan pêş dikeve.

Ev têkoşîna li Îranê, wezîfeyên esasî yên Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê, têkoşîna Kurdan a neteweyî ya serxwebûn û demokrasiyê, bi têkoşîna serxwebuna neteweyî û demokrasiyê ya gelên din re di cepheyekî de gihandina hev e. Têkoşîna serxwebûnê ya neteweyî û demokrasiyê ya ku Kurd li dijî axayên xayin ên feodal, emperyalîzm û xizmetkarê wê ku monarşiya Şah e pêş bixe, bi têkoşîna gelên Azerî, Fars û Belucî re hev temam dikin. Di vê têkoşînê de wezîfeya destpêkê, hilweşandina monarşiya Şah e.

Wekî encam, mêtingeriya ku li çar parçeyên Kurdistanê cuda cuda û di nav alîkariyeke diyar de wekî ku berjewendiyên hev li ber çav bigirin hatiye pêşxistin, heya ku têkoşîna Kurdistanê ya serxwebûna neteweyî û hevgirtina neteweyî înisiyatîfê neke destê xwe an jî heya ku di asta cîhanî de guherînek pêk neyê wê hê jî girantir be û her berdewam bike.

Rêber Apo

Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk