• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025
in Nirxandin
A A
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Pêşî em silav, hezkirin û bîranînên xwe ya bê dawî ji Rêber Apo re dişînin. Di heman demê de em di şexsê Heval Fûat û Heval Riza de şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet bi bîr tînin.”

Kongreya 12’emîn a partiya me kelecanek mezin ava kir. Ji ber ku Rêber Apo vê pêvajoyê weke pêvajoyeke nû girt dest. Em ji zaroktiya xwe PKK’yî ne, weke milîtanên vê partiyê mirov bixwaze nexwaze hestên cuda dijîn. PKK’ê mîrateyek pir mezin ava kir. Civakek tinebûyî ji nûve zindî kir. Ev mîrate di encama keda Rêber Apo, şehîdên me yên leheng û berxwedana gelê me de pêk hatiye. Ev 52 sal in li her qadê têkoşîneke bênavber hat dayîn. Şerekî pir dijwar hat meşandin û me 45 hezar şehîd da doza têkoşîna azadiyê. Di her wateyê de berdêlên mezin hatin dayîn. Ji bo vê jî têkoşîneke mezin hate kirin û ruhekî mezin hate afirandin. Rêbertî dibêje, ‘PKK’ê emrê xwe temam kiriye’ û niha ji me mîsyoneke cuda dixwaze. Dema ku PKK’ê di sala 2008’an de xwe bi nav guherand, nêzîkatiyên me yên hestewar zêde bû û me wate nedabû wê yekê. Me nedikarî em vê bi wate bikin. Bi rastî jî me digot navê PKK’ê çiqas biguhere jî wê di dilê me de bimîne.

Mesele Nav Nîne, Mesele Em Ê Mîrateya Hatiya Avakirin Çawa Bêhtir Mezintir Bikin

Lê belê niha em disala 2025’an de ne û pêvajoyeke gelek cuda destpê dike. Weke milîtanên ku di xeta Rêber Apo de têdikoş in, ji bo me mesele nav nîne. Ji bo me tişta girîng mîrateya hatiye avakirine. PKK’ê êdî ne tenê bi hezaran an jî sed hezaran e, niha bi mîlyonan e. Ne tenê civaka Kurd, îro tevahiya cîhan xwedî li mîrateya PKK’ê derdikeve. Ya ji bo me esas ev e. Em jî milîtanên vê xetê ne. Em dizanin ku barê me wê ji niha û pê ve girantir be. Bi taybetî piştî rexneyên Rêber Apo yên li ser me, tişta ku ji me tê hêvîkirin ew e ku em zêdetir têkevin nav têkoşînê. Ji bo avakirina civakeke demokratîk, divê em ji berê bêhtir bixebitin. Ev tê wateya meşandina têkoşîna ku şehîdan ji me re hiştiye. Dibe ku gelê me jî zehmetî dijî, lê mîna ku min got mesele nav nîne: Divê em bifikirin ku em ê çawa karibin bêhtir xurt bikin, mezin bikin û hîn bêhtir tevkariyê li mîrateya ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin bikin.

Em Ê Erkên Xwe Bi Awayekî Serketî Bi Cih Bînin

Bi salan e em li hember rastiya dijmin şer dikin. Her roj şehîd didin. Hê jî dijminê li hember me zimanek aştiyane bikar naîne. Rêber Apo dixwaze vê zîhniyetê ji holê rake. Ji bo vê jî, ev yek bo me jî girîng e. Weke gerîlayên Kurdistanê û jin em dizanin erkên bi çi rengî li benda me ne. Çi dibe bila bibe, em ê li hember Rêber Apo ti carî dudilî nejîn. Berovajî heta dawiyê em bi Rêberê xwe bawer bin. Em fedaiyên Rêber Apo ne, erka me xurtkirina vê têkoşînê ye. Li ser vê bingehê careke din em kongreya xwe li gel, hevrê û Rêber Apo pîroz dikin. Çi dibe bila bibe em fedaiyên vî gelî ne. Erkên ku Rêber Apo daniye pêşiya me, em ê bi awayekî serketî bimeşînin. Ji ber ku ev keda şehîdan, Rêber Apo û gelê me ye.

Ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Hemrîn Dersim

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Nirxandin

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE

May 27, 2025

Read moreDetails
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Nirxandin

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025

Read moreDetails
ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE
Şehîdên Azadiyê

ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE

May 25, 2025

Read moreDetails
PKK WEKE DESTANEKE AZADÎ Û VEJÎNÊ WÊ DI DILÊ ME DE BIJÎ
Nirxandin

PKK WEKE DESTANEKE AZADÎ Û VEJÎNÊ WÊ DI DILÊ ME DE BIJÎ

May 24, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk