Ev çîrok çîroka lingên min e. Ya hem yê lingê min yê çep hem jî yê rastê ye. Herdu koşkên hevin, her bi hevre ne û her tiştî bi hevre dikin. Ji aliyekê ve dişibin hev, lê ji aliyekê din ve jî naşibin hev. Lê belê dizanin ku hevdu temam bikin. Hevdû bihêz dikin, yek ji ya din piçek xweşiktir e ya din jî ji ya din hîn zanetir e. Her du di wê ferqê dene ku ya zana xweşik e ya din jî madem xweşik e wî demî zane ye jî. Navê lingê min yê çepê can e, ya rast jî can e. Her du bi hev re yek canin û temenê wana buye bi hezaran sal. Lê yek roj jî navê xwe şaş nekirin e. Min kengî got: “can” lingê ku navê wî cane bersiv daye min, ji xwe kijanê jî bersiv bida wê nebuba ya xelet. Ji xwe em li rastiyek wisa jî nedigeriyan. Can nebe wê canek din hebe, wê kevir hebe, wê pel hebe, agir hebe. Madem niha can heye, ezê jî wê behsa Can bikin, yanî behsa lingên xwe yên cep û rast bikim, bê ku yêdin ji bîr bikim. Rê dûr e û pêwistiya me bi hevrebûnê heye. Rê dûre û zeman ewqas jî nîne di encamê de xweza ji bo min, ji bo lingê min yê çep û rastê wextek diyar kiriye. Piştre emê bimirin. Nizanim dibe piştî mirinê jî em bi formeke din ji nuve avabibin, vejîn bibin. Dibe ku lingê min yê çep bibe darek kezwanê ez bi xwe bibim kevir ya girînin: lê niha ez wek ez, lingê min weke lingê min li ser ruyê vê dunyayê ye. Me armancek daye li pêşiya xwe. Em ê wê buheştê peyda bikin. Em ê ji wê ava şirîn vexwin. Em ê tê de melevaniyê bikin û ji xwezayê re Şikir bikin, ji ber ku em zarokê wêne.
Çûk qiyametê radikin bi dengên xwe, bi xêr hatina me dikin. Ba tê me maç dike, tijî tijî. Morî ketine nav tevgerê, di guhê hev de dibêjin “ew jî ji me ne, ew jî ji me ne!” Ez keniyam ji xweşiya van xeyalan, lingê minê rastê keniya. Em ê di bin dara çinarê de runin piştre ez û Can û Can. Bê ku em biaxivin em ji hevdu fêm dikin. Ji xwe lingê min ê rast ker û lal e. Bila bê. Ez dibim parçek ji Can, Can dibe parçeyek ji Can. Ez dibêjim: “ Navber Xelas.” Can dibêje: “Raste xelas, yek milyon sal derbaz bû, Navber Xelas.” Pêşî lingê min yê rastê rabû, piştre ez rabûm, herî dawî jî lingê min ê çepê. Dema em derketin rê me dizanî rê zehmet e. Me di dilê xwe de got: “Rê zehmet e.” Lingê min ê çepê beriya min got biqasî hezar sal. Min beriya lingê xwe yê rast got biqasî çend saniyeyan zivistana hişk piyê min diqelişîne. Tava havîna germê çavê min ji xwêdanê tejî av dike. Lê belê ev ne ji bo min, ne ji bo Can, ne ji bo Can nabe asteng. Ne ku egera wê nîne, lê em bi xwe nakin asteng. Emê biçin û wî marê ku berê jiyana me xelas kirîbû bibînin û tine bikin. Min ji lingê xwe yê çepê re got: “Rabe Can, dereng e.” Rabûn her du Can û em ketin rê û çûn…
Denîz Gafur Garzan