Nûjiyan Erhan
Di van rojên ku kêliyen dîroki tê jiyandin de di her bostên axên Kurdistanê de çirokekî cuda tê hunandin. Bi taybet Rojavayê Kurdistanê jiyan pênaseya xwe nû de dike. Ciwan qerfa xwe bi mirinê re dikin. Mirin wek zerewanekî li ber welatê me nobedê de ye. Ciwanê me û mirin li kêleka hev in. Lê niha mirin ji ciwanê me ditirse. Dixwaze fêm bike ka ewên ku guh nadin wiya kî ne. Çi ne û çi dikin.
Gelek egît naskir ev axên pîroz. Gelek qehreman li ser van riyan meşiyan bi cilê xwe yên bi xwîn bi lêvên xwe yên ji tîna re qelîşî. Çavên xwe yên ji dû û barûdê xumam bûye li van deran mêzandin. Gelek zarokên bê tirs li vir derbas bûn.
Bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ku girêdayî El Kaîdê yê, ew ji piştgiriya xwe ji dewleten derva digrin re, hêzekî pir mezin ya gelê Rojava derket holê. Piştî ku dewletên navnetewî piştgirî da hêzen çete û êriş birin ser Rojava, gelê Rojava jî ji bo parastina xwe ye cewheri avabike hêzên xweyên parastina cewherî ango YPG avakirin. Her ku êrîşên çeteyan pêş ket YPG jî roj bi roj hebûna xwe mezintir kir. Bav û kur, dayik û keç, xwîşk û bira li gel hev carna di mevziyekî de bi hev re şer kirin. Welatê me pir serpêhatiyên cuda guhdar kir, gelek çîrokên destanê re şahîdî kir. Kesekî ku dixwaze rastiya Rojava fêm bike dibe ku destpêkê biçe goristana şehîdan ya li Rojava. Kesekî ku goristanên vir nedîtibe nikare rastiya berxwedana Rojava û gelê wê fêm bike. Lê divê rojên pêncşemê biçe. Ji ber ku rojên pênçşemê hemû dayikên şehîdan diçin li ser gorên zarokên xwe. Wekî tê gotin ‘Di wextê aşitiyê de zarok bav û diya xwe vedişêre di şer de dayik û bav zarokê xwe vedişêrin’. Dema hun diçin goristana cangoriyan destpêkê temenê ku li ser kevirên berseriyan bala mirov dikişe. Piraniya wan di bahara temenê xwe de. Piraniya wan di temenê pepulekanekî de. Piraniya wan ji ciwantiyê ciwantir. Her gor weki ku diçe dawetê hatiye xemilandin. Li ser wan çiçekên rengûrenk. Li ber serê wan wêneyê wan û dayikekî dilşewat. Di destê her dayikekî de pet şîşeyek û gorên ewladên xwe, gulên ber dilê xwe av didin. Av didin ku gulên wan şîn bibe. Av didin ku rih u koka gulên wan geş bibe. Av didin ku gulên wan ber germê netehebin. Şil dikin axên gorên ewladên xwe ku rihê wan ê welatperwer giştî li welatê Kurdan belav bibin.
Dema merasîma şehîdan ya ku li goristana Berkevirê ji bo sê cangoriyên şerê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate kirin de çawê min li dayikeki ket. Li ber serê kurê xwe cixara dikişand u li ser gor jî cixareyekî pêketi dîk hatibu danin. Dayik qet nedigriya tenê dilorand. Dayik bi kurê xwe re daxivi. Jê re eş û jana dilê xwe vedigot. jêre kulên dayiktiyê parve dikir. Wêneyê kurê wê rubiken bû. Serê dayikê de kefiyekî reş. Dibe ku piştî kurê xwe kefiye spî nedabu serê xwe jî. Li ser singa wê wêneya rehevalê kurê wî ya ku nû şehîd ketibû hebû. Bo dayikan hemû zarokê wan bû. Tenê ew dayik ji êşa hevdû fêm dikirin. Tenê ew ji hevdû hîsdikirin u şewata ku ketiye kezeba hevdû nasdikirin ji ber ku ew şewat bibû mivanê gelekan. Dayikên ku diçin goristana şehîdan piştî gorên zarokê xwe av didin yeko yeko hemû goran ziyaret dikin. Hevdû teselî dikin. Hêz didin hevdû.
Dayika Emel jî hin jî kurê xwe têr nebibû. Li ber serê wî ranebibû. Cîxara ser cixarayan pê dixist. Yek jî her tim datanî li ser gorê kurê xwe. Dayikên dihatin derdora wê re çîroka eşa xwe digot lê nedigriya. Ruyê wê ji kedera dilê wê qermîçî bû, lê nedigriya. Ji ber ku soz dabû Murat ku ewê negrî. Murat Xelo di encama şerekî ku li Serêkaniyê de ru dabû de birîndar bûye û 11 rojan nexweşxanê de maye. Ji ber nebûna derfetan bê benç ameliyat kirine û laşe Murat rixmi hemû bêimkenetiyan ji 11 rojan berxwe dayê. Piştî 11 rojan jiyana xwe jidest daye. Dayika wî ew 11 roj şev û roj li ber serê kurê xwe sekîniye, bîrinên kurên xwe pansuman kiriye. Ew dayik di wan 11 rojan de her deke her seat miriye, ji canê wê can çuye. Kesên derdor nikaribûn xwe bigrin dema dayik dilorand lê ew cardin nedigriya. Digot ‘Murat pir ji cixara hez dikir û digot ‘dayê ji min re yekî pêxe’, me bi hev re vedixwar. Ji bo vê ez têm vir wek rojên berê bi kurê xwe re cixara pê dixim. Ew birayê 6 xwîşkan bû. Delaliya min bû lê niha bû delaliya welatê xwe’. Murat 19 salî bû nêzi du salan di parastina welatê de cih girt.
Di wê goristanê de me gelek ciwanên wek Murat nas kir, heya gelê Kurd yekîtiya xwe avaneke û li hember neyaran nebin yek, emê gelek Murat’an nas bikin. Lê heya Muradên me hebin jî ti hêz nikare Kurdan têk bibe.