Dema operasyon derdikeve heval Cemal û heval Zelal bi hevre hareket dikin. Qederek hevalên din jî bi wana re bûn. Dema operasyon destpêdike û dijmin wan dorpêç dike, li jêra Herekolê bûn. Ew di dolekê de diman. Xwe dabûn pala dolê. Dijmin wana dorpêç dike. Em jî li jora Herekolê bûn. Heval pêvçûnekî pir giran jiyan dikin. Wê çaxê heval Cemal ger ne şaşbim, ji milê xwe ve birîndar jî dibe. Hinek hevalên din yên gel wî birîndar dibin, hinek jî şehîd didin. Dijmin wana pir tengav dike û ji bo heval ji çembera wan xwe xilas nekin pir giran li ser wan de diçin. Dijmin jî dizanîbû ku komek qelebalix e, dizanîbûn heval Cemal jî li Besta ye. Ji xwe bi taybet hevalên fermandariyê kiribûn armanc. Hevalên li wir bi awayek fedayî û qehremanî li berxwe didin, şer dikin. Hevalên ji wê dorpêçê xwe rizgar kiribûn piştre ji mere behsa ziraviyên wê pêvçûn û berxwedaniyê kiribûn.
Heval Zelal yekser dikeve nava lêgerîna heval Cemal saxlem ji cihê dorpêçê derxistinê. Heval Cemal dijî wê derdikeve û naxwaze ji wir dûr bikeve, dixwaze heya dawî bi hevalan re bimîne. Lê heval Zelal pir israr dike. Çend heval bi heval Cemal re xwe di dolê de berdidin. Heval Zelal û çend hevalên din di nava pêvçûnê de bûn û heya dawî berxwe didin. Koma heval Zelal dem dirêj şer kir û berxwedaniyek bêhempa nîşan dide û şehîd dibin. Koma heval Cemal re jî ji çemberê derdikevin û xwe xilas dikin. Piştî heval Zelal û hevalên din şehîd dikevin, dijmin diçe cihê wan.
Hevalan behs kirîbû ku dema çûbûn cenazeyê hevalan bigrin bi çavê xwe dîtibûn ku dijmin qet neçubu ser cenazeyê heval Zelal. Lê heman dijmin bi hovitiyek mezin nêzî cenazeyên hevalên din bûbûn. Armanca dijmin pêkanîna şerê taybet bû û vêna dixwestin li ser hevalên piştre diçin cenazeyê wan bigrin bimeşînin. Tişta balkêş ew bû ku, dema heval çûn cenazeyê wan hevalan bigrin dibînin ku dijmin bi hemû cenazeyên hevalan pir pîs leyîstine. Heval dema diçin li ser cenazeyê heval Zelal dibînin ku dijmin destê xwe qet lê nedaye. Cenazeyê heval Zelal cûda disekinî. Heya yelekê heval Zelal jî anîbûn gel me. Şîfreyên eyaletê bîle û tişt miştên din yên di bêrîka wê de wek şeh, eynik, defterek, pênûs hemû têde hiştibûn. Lê yên hevalên din hemû girtibûn, yan biribûn yan jî şewitandibûn.
Hevalên çûbûn cenazeyên hevalan bigrin jî pir ji vê dîmenê bandor bûbûn, wan jî gotin, “demekî heval Zelal ewqas berxwedaye û bi qehremanî şer kiriye ku gelek bandor li dijmin kiriye.” Ji ber ku hevala herî demdirêj berxwe dabû heval Zelal bixwe bû. Ji bo heval teslîm bigrin dijmin gelek bangawazî kiribûn. Koma heval Zelal re dijmin bêzar kiribû. Dijmin çi dike û nake nikare bi wan, heya hemû şehîd nekevin jî nikarin biçin cihê lê ne.
Heval Rojîn Gewda û çend hevalên din ku ji wê dorpêçê xwe xilaskirîbûn hebûn. Hemûyan şahîdiya berxwedanî û şerkeriya heval Zelal kirîbûn. Ji mere piştre jî gelek caran behsa wê buyerê dikirin.
Hevalan piştre cenaze ji wir rakirin û anîn. Carna ji bo behsa mijarekê bikî, buyerek yan hinek hevalan bikî mirov nizane bi çi gotin û peyvan tarîf bike, behs bike, xwe îfade bike. Em dikarin bêjin tam efsaneyek bû ku li wê Besta’yê hate jiyan kirin, bi taybet jî bi berxwedaniya di şexsê heval Zelal, heval Agirî û heval Cîhan de pêkhatî. Heval ewqasî dirêj û bi qehremanî berxwedidin ku dijmin pir bêçare dimîne.
Heval Cemal û yên pêrebûn dikarin ji wir derkevin. Li gel gruba heval Bêrîvan wan jî birîndar hebûn. Ji bo ew hemû heval bikarin xwe xilas bikin bi wê berxwedaniya dîrokî firsendek mezin ava kiribûn. Hem pêvçuna ku têde bûn pir baş dimeşînin, hem dersekî pir mezin didin dijmin. Bi rastî jî darbeyên giran li dijmin didin, nahêlin dijmin demdirêj bi ser wan de biçin. Dersa didin dijmin jî ewe ku; “çi dibe bila bibe, jina Kurd teslimiyetê qebûl nake. Heya kêliya dawî, heya dilopa xwîna xwe ya dawî dizane berxwe bide û rê nede dijminê xwe.” Yanî dijmin hima kengê bixwaze yê nekare bikeve qadên me, heger were jî yê bedelê wê bidin. Wan hevalan ders dan zihniyeta zilamsalar, ya pergala zilam bi peyama “heya jinek Apo’cî bimîne yê ew dijminê xwedî zihniyeta baviksalar nekare bi rihetî bikeve wan çiyayan, dagir bike. Yê nikaribin jina Kurd teslîm bigrin.”
Armancek wan ya operasyonê teslîm girtina hevalan bû, ji bo wê her daîm banga xwe teslîm kirinê dikirin. Hevalan ti caran wê îxanetê qebûl nekirin û heya ew 8 heval li wir şehîd ketin jî heya dawî berxwedan, bi awayek fedayî têkoşiyan. Heya dawiyê, bi hêrs û kînekî mezin di dil de li dijî dijmin, bi baweriyek bê hempa şer kirin.
Di berxwedaniya binya Herekol de ku di pêşengtiya heval Zelal de pêş dikeve de heval vêna didin diyar kirin; “çi dibe bila bibe, jina Kurd qehreman e. Jina Kurd asî ye, zû bi zû rê nade dijmin. Bêyî bedelên giran bidin yê dijmin nekare bikeve qada gerîlla lê ne, bikevin araziyê operasyonan lidar bixin.”
Dijmin di wê operasyonê de, di şexsê wan hevalan de hem rastiya mîlîtanên PKK ji nêzde dît, hem ruhê Apocî’tiyê dît. Bi taybet jî ruhê heval Zîlan li wir dîtin. Ruhê heval Zîlan yê Fedayî di şexsê heval Zelal wan de cardin derketîbû holê. Ruhê şerker ya jina Kurd dîtin. Çi li bajaran di şexsê Zîlanan de dibe, çi jî li çiyan di şexsê Zelalan de be, ev ruhê ti carî teslîmiyetê qebûl neke ye. Û heval bûbûn xwedî ezmûn û bi ruhê şerker rê nedidan dijmin.
Mirov di dîroka jina Kurd de jî dibîne, li Dersîmê derketiye pêş, di Keleha Dimdimê de derketiye pêş û li gelek dem û çaxên dîrokî de jina Kurd bi sekna ku rê nade dijminê xwe xwe nîşan daye, her tim ji dijminê xwere bûye kelem, xwe kiriye sîper, hertim armanc kiriye bibe asteng li hemberî dagirkeriya dijmin li ser Kurdistanê.
Em dikarin bêjin sembola berxwedaniyê di operasyona Murad ya wê salê de bû heval Zelal. Heman demî ew bûn destanek mezin di dîroka jin de jî. Bi rastî dema mirov behsa dîroka artêşa jin dike, çawa ku bê heval Zîlan, bê heval Sema, bê heval Zekiye, her wiha bê bi sedan hevalên jin yên berxwedêr nikarîbe behs bikî, bê berxwedanî û qehremaniya heval Zelal ya ku li Bestayê nîşan dayî jî mirov nikare behsa dîroka berxwedaniyên li Botanê pêşketî, behsa dîroka jin bike, behsa dîroka artêşbûna jin bike. Ez bi xwe jî demekê bi heval Zelal re mabûm. Piştre dikarim behsa bîranînên xwe pêre, taybetmendî û kesayetiya wê hevalê jî bikim.
Belê, hevalan cenazeyê hevalan rakirin. Piştre jî şer pir yoxun meşiya, salên 1997-98-99 jî şerekî pir giran li wan qadan berdewam kir. Mezelê hevalan li wir bûn. Piştî xwe paşde kişandinê û şûn de ya sala 1999’an, sala 2003 û wirde cardin heval kom bi kom vegeriyan wan qadan, çûn Botanê. Şehîdgeh hatin çêkirin. Hevalan xwestin cenazeyê hevalan kom bikin û bînin şehîdgehê bispêrin axê. Lê geriyabûn lê nedîtîbûn. Carna lehî radibi, şemitîna erdê çêdibe, guherîn di araziyê de jî rû dide. Hevalan wî demî mezelê hevalan peyda nekirîbûn. Ez jî dema 2014 cardin çûm Botanê, me cihên heval lê şehîd ketîbûn dizanî, hevalan weke arazî ji mere tarîf kiribûn. Lê belê tam cihê heval lê hatine veşartin me nedizanîbû. Em jî pir lê geriyan lê mixabin me peyda nekir. Hêjan cenazeyê hevalan nehatiye peyda kirin, hewildan û xebatê tespît kirina cihên heval spartibûn axê tê domandin.
Şehîdên xwe yên din jî me ji xwe li Herekolê veşartîbû. Piştî cenazeyên hatin dîtin anîbûn civînek jî pêkhatibû. Qederek hevalên birîndar hebûn, hemû hatin derman kirin. Piştre em çûn noqteyekê ku hevalan ji mere diyar kirîbû. Em çun, yekîneyek din bû û ya me bû li heman cihî. Hinek quwetên saziyên din jî li wir hebûn. Hemû hevalên li wir bi giranî yên ji operasyonê sax rizgar bûbûn. Armanca dijmin bi temamî me ji holê rakirin bû. Dixwestin me li Botanê xilas bikin. Di şexsê wan hevalan de dixwestin ARGK tine bikin, da ku erîşên xwe rihetir li ser Rêbertî jî bimeşînin.
Teknîka dişuxilandin pir zêde bû, hêjmara leşker, cervedanan bikar anîbûn bê hed û hesab. Her tişt dabûn pêşiya xwe, dabûn ber çavên xwe. Operasyonek gelek berfirehî bû. Koordîna xwe danîbûn ser girê Çelê Nimêjan, ji wir hem li ser radyo yê, hem li ser cîhazê, hem di mesafeyên nêz de bi bangawaziyan hewildidan teslîm bigrin. Wan hizirîbû ku yê li me wundahiyan bidin xwarin, emê şehîd bidin û yê mayî jî yê teslîm bigrin. Dixwestin li Botanê li tekoşînê şikandinek gelek giran bidin jiyîn. Bêguman ev daxwaza wan pêk nehat. Ruxmê ewqas qeybên me yên giran, rêhevalên me yên gelek hêja jî me wunda kirîbe jî wê operasyonê de nekarîn bigihêjin armancên xwe. Wan li ser berxwedaniya dîrokî ya heval Zelal derbên giran xwar û xwe paşde kişandibûn.
Nîştiman Sorxwîn