Em roja Newrozê di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên Kurdistanê, bi taybet jî li şehîdên Newrozê pîroz dikin. Ew rêhevalên ku bi çalakiya xwe, bi canê xwe Newroz kirin e Newrozin. Heval Rahşan, heval Mazlum Doxan, heval Viyan, heval Zekiye Alkan jî di nav de wan rêhevalan bi agirê canê xwe çalakî kirin û Newroz xemilandin. Di serî de em Newroz li wan pîroz dikin. Em li hemû gelê Kurd, li gelên Rojhilata Navîn, li dayîkan, li hemû rêhevalên li çar aliyê Kurdistanê, li hemû kadro û welatparêzên PKK’ê, yên ji bo vê têkoşînê û tevgerê de ked didin, têdikoşin pîroz dikin.
Newroza îsal gelekî cuda ye. Ji ber ku peyama Rêber Apo mohra xwe li Newroza îsal da ye. Çawa ku mohra xwe di serî de li 8’ê Adarê dabû hemwext demga xwe li Newrozê jî xist. Ji ber vê yekê Newroza îsal hem ji aliyê têkoşîna me ve hem jî ji aliyê siyasî ve xwedî wateyeke cuda ye. Bi peyam û hewildanên Rêber Apo re pêvajoyek nû hate destpêkirin. Di vê wateyê de em dikarin bêjin ku ev Newroza îsal di warê siyasî de pêşengtî ji vê pêvajoyê re jî dike. Gelê me jî li hemû qadan bi dirûşmên li ser civaka demokratîk û azadiya Rêber Apo bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Bi yêk dengî dirûşmên tê de ji Serok Apo re Azadî û civaka demokratîk û azadîxwaz hate xwestin bilind bûn. Newroza îsal navê xwe jî jê girt, navê wê bû „Newroza Azadiyê û Newroza Civaka Demokratîk ya Avakirinê“. Tevahî cîhanê, hemû gelan bi vê coş û kelecana Newrozê ya gelê Kurd re şahîdî kir, wateya wê ya siyasî û civakî li ser hemû gelan bandor kir.
Gelê Kurd gelek caran ispat kir ku ew gelê Newrozê ye. Di dîrokê de di pêşengtiya Med’an de Kurda pêşengtiya vê rojê kiribûn. Newroz di cewhera xwe de xilasî ye, ji desthilatdariya di pêşengtiya Med’an de hatî pêşxistin û bi sedan salan berdewam kirîbû. Ev têkoşîn li hemberî desthilatdariya Asuran pêşdikeve. Ne tinê gelê Kurd, ne tinê herêma Kurdan di bin zilmê de bûn, hemû herêmên li Rojhilata Navîn ji desthilatdariya Asuran dikşand, zext pirbû, dagirkirin hebû, qetlîam hebûn. Dibe ku mirovahiyê demê xwe yê herî di bin zilm û êşê de wî demî jiyan jî kiribe. Di pêşengtiya Med’an de, bi felsefeya Zerdûşt re pêşengtiyek ji gel re tê kirin. Ji bo wê ew roj heya roja me ya îro, di warê zanist de wek kevneşopiya cejna azadiyê tê pîroz kirin. Di rastiya xwe de girîngiya wî demî û rastiya binxistina dijminê xwe dide diyar kirin. Weke cejnek ewqas hezaran salane di vê astê de zindî dimîne, wek rih zindî dimîne.
Bêguman Newroz cejna gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye, cejna gelên Arî ne, lê belê gelê ku herî zêde di roja me de bi coş û xurtî pîroz dike, gelê Kurd e. Gelê ku bi wî rihî, bi wê coş û wateya kûr roja Newrozê pêşwazî û pîroz dike gelê Kurd e. Gelê Kurd e ku vê rojê weke rojek yê azadiyê, weke rojek yê rizgariyê ji bo gelan, ji bo mirovatiyê pêşwazî dike û pîroz dike.
Çawa ku beriya 2600 sal berê di pêşengtiya Med’an de mohra xwe li Newrozê dabûn îro jî Kurd li her derî têkoşîna azadiyê didin, têkoşîna demokrasiyê didin, têkoşîna serxwebûnê didin. Îro Kurd, PKK û Rêber Apo mohra xwe li Newrozê dixin. Serok Apo wiha pênase kiribû, tevgera azadiyê ya Med’î îro di pêşengtiya Rêber Apo de, bi PKK re wek Têkoşîna Azadiya Gelê Kûrd tê dayîn. Rêber Apo weke tevgera azadiyê ya dûyemîn ya hemdemî a Med’î pênase kir. Bi vesîleya vê rojê em vê heqîqetê bînin ser ziman. Em hemû dibînin ku yê ku îro pêşengtiya têkoşîna bo azadiyê, edalet û demokrasiyê dike, pêşengtiya têkoşîna bo wekheviyê û jiyanek bi rûmet dike gelê Kurd e. Dîrokê jî vî erkî carek din danî ser milê gelê Kurd. Serok Apo jî vê mîsyonê dide gelê Kurd da ku li Mezopotamya, li Rojhilata Navîn weke Gelê Newrozê carek din bikare rolê xwe bileyîze û pêşengtî ji civaka demokratîk re bike. Da ku pêşengtî ji civaka azad re bike, da ku pêşengtî ji hemû gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn re bike. Îro dîrokê vî erkî daye ser milê Kurdan. Di vê wateyê de em dikarin bêjin ku dîrokê xwe di vê xalê de jî tekerûr dike. Di dîroka mirovahiyê de Kurdan pêşengtî kir, di rizgariya gelan de rolê xwe leyîst û îro dîrok carek din vî erkê daye ser milê gelê Kurd. Ev car jî di pêşengtiya PKK’ê de pêk tê, di pêşengtiya Rêber Apo de pêk tê. Bi Kurdên Apo’yî, Kurdên çanda Rêbertî û PKK’ê ya ku berhemê têkoşîna 50 salan e û pir bi nirxe ava bûye re her diçe xûrtir dibe.
Îro jî gelê Kurd li ser xeta Rêber Apo û PKK’ê dimeşe û pêşengiyê ji demokrasiyê, têkoşînê û berxwedanê re dike. Ev Newroz di milê xwe de qasî dîrokî ye, ewqas jî bi wate ye. Hem di warê dîrokî, hem di warê siyasî de xwedî wateyek gelek mezin e. Gelê Kurd heta ku bê vê astê berdêlên gelekî giran da, şehîd da. Em hêvîdar in ku ev Newroz bibe wesîleya serdemeke nû ya ku Rêber Apo daye destpê kirin. Weke gerîla û milîtanên vê tevgerê, ji bo serketina pêvajoyê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin tacîdar bibe û keda Rêber Apo bigihêje armanca xwe em ê jî hewil bidin, têbikoşin. Emê jî li gorî wê tevlîbibin û tevbigerin. Em careke din Newrozê li hevrêyan hemûyan, Rêbertî, dayikên şehîdan û tevahiya gelê xwe pîroz dikin.
Peyman Amed (Ji Fermandarên YJA Starê)