Li cem me ya esasî baweriya bi mirove. Min baweriya xwe bi mirov anî û şaşî nekir. Min got nirxa herî mezin mirove û bi pîvanek rast dest bi vî karî kir. Heta her kesî digot; “Ger çek nebe, dost nebin, ma gengaze ev kar bê meşandin? Bingeha wî ya çînî jî, bingeha gel jî nîne.” Vêca beramberî van tevan çeka min çibû? Di mirov de israr, di destpêkê de jî di xwe de israr çeka min a esasî bû. Di encamê de israra di mirov de destnîşan kir ku wê ev kar bimeşe.
Li gorî teoriya me, teoriya Lenînîst jî êdî dibe sosyalîzma çors. Ji ber li gorî teoriya şoreşa Lenînîst divê rewşa çînayetî ya objektif û sûbjektîf kamil bibe, daku şoreş çêbe. Elbet li gorî teoriya me ne objektîfek wisa ya çînî, ne jî astek zanebûnê hewce ye. Heta teoriya me, yek kes jî be, girêdayî vê teoriya dikare şoreşek mezin çêbê ye. Ango yek kes jî be, teoriya israra di mirov de ye û ev teorî bi min re hat piştrastkirin. Li welatê Lenînîzm derketî holê de hilweşînek çêbû, lê bi min re serkeftina herî girîng çêbû. Dema dibêjim bi min re, tenê behsa xwe nakim. Ev bi min re hûn jî dan karkirin. Ango me israra di mirov de, mirov dana karkirin û mirov esasgirtin pêş xist. Me got teknîka herî mezin mirove, her tim perwerdeya li ser mirov kûr kir. Me hewl da mirov dahûrînin, mirov ji nû ve birêxistin bikin û di wateyekê de jî ji nû ve ava bikin. Di encamê de me dît ku, ev kar dikare pêş bikeve.
Nexwe, di vê şêwazê de mirov kirina cewhera her tiştî, heta yek mirov jî be li ser wî karkirin, ew kûranî dahûrandin û ew her roj ji nû ve birêxistinkirin, dikare rê ji şoreşek mezin re veke. Selmandina vê jî, ya bi me re pêk hatiye. Niha gelo ev qet bi mercên objektif ve ne girêdayî ye? Elbet girêdana xwe heye. Li gorî min di serdema navîn de jî be, di kesayetek wisa de israr dikariya li wir şoreşekê çêke. Ya diyarker ne şertên objektîfin, pêşketina di zanebûn û îradeyê de ye. Bi vê re, her yek ji we dikare bibe kesayetên serkeftinê. Heta her yek ji we dikare şoreşekê çêke. Li gorî teoriya me, maf, peywir û hêza her kesî heye şoreşê çêbike. Çawa? Wê xwe bide karkirin.
Di rastiya me ya civakî de ev hîn zêdetir girînge. Ji ber li gorî objektîfbûna vê civakê zêde dostên wê û zemînek civakî nîne. Çiyê wê heye? Mirovên wê yên weke we hene. Mirovên weke girtina dest, dahûrandin û ji nû ve avakirinê re pêwîstiya pêkanîna şoreşekê heye. Vaye dîrokê jî ev piştrast kir. Di dîrokê de mînakên vê pirin. Bes teoriya teng, materyalîzma çors a roja me hîn zêdetir pêşvebirinê ve, me ya di tevahî dîrokê de hatî kirin, carek din selmand. Ango me serkeftina îradeyê misoger kir. Hûn nikarin ji vê birevin. Ji ber ev bûyerek hatî selmandine û her wiha ji bo me rêya yekane ya jiyanê ye.
Di nêvenga me de bi dijwariya îradeyê re, hûnê fêrî kesayeta bin dixe bibin. Bi vî rengî hûnê bibin milîtanên partiya me yên saxlem. Hûnê di pêwendiyan de tengav nekin. Wê di pêwendiyên rojane de kes xwe ferz neke. Nexasim çi aliyên neyênî û qels bikin, hûnê wan di nava xwe de bigirin. Reftar, hest û fikrên xwe yên xêrê, watedar û xweşik jî çi hebin parve bikin. Xisletên xwe yên xav, nebes û zêde kêrî tiştekê nayên jî hûnê dernexin derve. Her hest, fikir û reftarên hûnê bidin der, teqez divê xwedî cewher û naverokek ku tiştekê bide yên kêleka we bin.
Rastiyek heye hûn weke sitiriyan hevre diçin û gelek ji we gotinên ne di cîh de rojevê berovajî dike. Nexasim ger yên xwedî însiyatîfa rêveberiyê rojekê xirab dest bi rojê bikin, wê keda sedan kesî vale derbixin û keda me jî vale derbixin. Her gotin û her gava wî, neçare di asta xizmeta ji avaniya giştî re be. Ger mirov bizane pêşketinan bişopîne û çi hewce bike di asta herî jor de bersiva vê bide, ev cewhera rêveberiyê ye. Ger rêveber, ji her kesî re li ser bingeha pêşveçûnê, ji her kesî re li ser bingeha pêdiviyan ji bo hinek tiştan pire, ji bo hinek tişt navbeynkare, ew xizmetkar û rêveberek başe. Ya ji bilî vê şaşe û nayê pejirandin.
Di nêvenga me de rewşa gundiyekê yan jî karkerekî ya li hember patron ne mijara gotinê ye. Dîsa rewşek weke rêber hinek tiştan dibeje û endamên partiyê jî wisa vale vale gundar dikin nîne. Weke kesayeta herî girîng a fermandar, xwedî kesayetek herî çalek, kûr dihizire, biryardarek dijwar û hewldanim. Şervanên milîtan jî kesên pir balkêşin, herî zêde li ser lingane û bi şêweya cengawerî parve dikin. Hûnê şêwaza avanî û rêveberiyê bi kesayeta xwe re ava bikin. Ne her tiştî bavêjin ser rêber û weke gundiyan xwe ji vî karî dûr bixin, ne jî hûnê Rêbertî înkar bikin. Rêbertî mejiyê giştî ye, giştî dinêre, îrada giştî ye û ev pir hestiyare. Rêbertî ji bo her kesî vîn û ramane. Lê nayê wê wateyê ku evê nebe vîn û ramanê yên din jî. Berovajî, Rêbertî aliyê di vîn û ramanê kêm ê her kesî de yekbûnê çêdike. Ji bo hûn jî di vîn û ramanê xwe de aliyên kêm bi Rêbertiyê re parve bikin û yekbûnê çêbikin, di nava seferberiyek perwerdeya mezin de ne.
Di nêvenga me de her tişt bi vîn û zanebûn pêş tê. Li ser kesî di ti mijarê de ferzkirinek çênabe. Parvekirin û tevlîbûn çêdibe, lê ev jî bi dîsîplînek mezin tê meşandin. Li vir kesê herî bibandor, kesê tiştekê dide her kesî ye. Soza herî bibandor, soza ku ya her kesî ye. Raveya vê ya herî berz, xala ku her kes dibêje; “Tam a di dil û mejiyê de min re rave dike” ye. Kesê ku xisletek wî ya wisa nîne, ev ez jî bim, divê bêdeng be û yên baş kîne ew derbikevin pêş. Meşa fermandarî misoger di vê çarçovê de ye. Cewhera rêveberiyê jî, bûna dengê her kesî û ji bendewariyên her kesî re bûna bersive. Em di qonaxa rizgarî de ne. Bes piraniya we di radeyek mezin de li ser bingeha nezantî nêz dibe. Lê belê rastiyek jî heye, ev rewş bi lez tê derbaskirin. Yên bi aqil wê zêdetir vê li ser xetê bidin rûniştandin û tevkariyekê bikin.
Hûn jî dikarin weke rastiya biharê ya azad dike, vejîndar û zindî dike, çiqas aliyên we yên ji giyan ketine û cemidî hene zindî û ronî bikin. Bi rastî jî hûn dikarin bi xwe re biharbûnekê pêk bînin. Me ji destpêkê ve her tim li ser vî bingehî ser xist û hatin heta vir. Me rêhevaltiyên mezin û dibe bi qasî dîroka ti tevgerê de nehatî dîtin lehengiyên mezin bi vê ferasete pêk anîn. Di rewşa heyî de, em hêza bi rastiyek mezin re jiyînê raber dikin. Dîrokê jî selmandiye ku, yê herî zêde têk naçe, yê herî zêde nêzî serkeftinê û herî xweşik jî ev meşe.
Rêber Apo
ÇAVKANÎ: KESAYETA MILÎTANÊN APO’YÎ
18 Nîsan 1998