Beşa dawî
Feraset û avaniya zanista civakî ya modernîst bi taybet di çarêka dawî ya sedsala 20’an de bi rexneyên kûr re rû bi rû ma. Di vê mijarê de hêz û zemînekî girîng a rexneyan derkete holê. Sedema ev rexne xwe negihandin sîstematîkekê û xet û pergala zanist-desthilatiyê derbas nekirin dikare bi nêrîna wan a ji pirsgirêka azadî û rizgariya jinê ve girêdayî were dîtin.
Nebûna pergal an jî bizavekî bingehîn bi taybet ji ber nêzîkatiya ji jinê re pênasenekrina rast a nasnameya civakî ya jinê û girêdayî wê jî pirsgirêka azadiya jinê tê. Di vê de bêguman ruxmî hemû ked û lêgera pergala alternatîf, xwedîbûn ji avaniya zilamsalar a desthilatdar xwedî bandorekî mezin e. Bizav û rexneyên postmodernîzmê di vê çerçoveyê de ji hêla jîneolojiyê bi awayek bi hêz divê were nirxandin, rexnekirin û her biçe li ser zemînê civakî û eksena jinê de were rûnişkandin û sîstem bibe, wiha wê jê re vebûnekê bide çêkirin.
Bi hemû aliyên wê ve îfadekirina hebûna jinê bi zanistî; hemû avaniyê zanîna li ser dîrok, civak, xweza û gerdûnê bi awayek rewacdar û sîstematîk rexnekirin û şîrovekirin dibe. Ji ber jin hebûneke bitûnî ye ku gerdûnî, civakî, dîrokî û çavkaniya xwe ji xwezayê digre. Fîzîk-nebat-heywan û heyîna wek çand di hebûna jinê de di nav hev de û bi awayek bitûnî xulasedibin. Pênaseya hebûna jinê pêdivî bi guhertiina hişmendî û zanebûnekî radîkal û bingehîn heye. Jîneolojî di vê wateyê de ji dîroka mêtîngehkirina jinê heya mêtîngehiya aborî, civakî, siyasî û hişmendî wê cihê wê eşkere bike. Jîneolojî; di nava dîrok û rojaneyî de gihîştina jinê bi tevnekî zanebûna sîstematîk e. Di vê wateyê de wê ravekirina pirsgirêkê bi awayek zansitî be. Eşkerekirina pirsgirêkê aliyekî girîng pêk tîne lê wek ku Rêbertiya me jî dide diyarkirin rizgarkirina wê aliyeke din a girîng a Jîneolojiyê ye. Di aliyê çareseriyê de di serî de wek avaniya zanebûnê destpêkê qada epîstemolojî, qadên psîkolojî, fîzyolojî, antropolojî, etîk-estetîk, aborî û demografya hîna bi nazikî û daneyên zanistî pêwîste were nirxandin. Di yekemîn nîqaşên ku ji hêla me ve hatin kirin hate destnîşankirin ku wek Rêbertî diyar kirî di serî de divê etîk-estetîk, aborî û qada demografya were esasgirtin, pê re jî girêdayî bi dem re li gor pêdiviyan xebatek bê meşandin ku hemû qadên din bigre nava vedera xwe. Çareseriya pirsgirêka azadiya jinê, encex bi rêxistinbûn û avaniyên bitûnî û berfireh yên di her alî de dikare pêk bê.
Yek ji beşa jêneveger a qada zanista jinê qada etîk-estetîkê ye. Jin wek hêmana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk, ji aliyê etîk û estetîka jiyanê rolekî jiyanî dilîze. Jin her dem li beramberî jiyanê berpirsyariyên giran hildigire, bi cîhana giyana xwe ve ji aliyê etîk û estetîkê kirdeyekî bi hêze jî. Wê hêmana bingehîn a avakirina çanda ku wateya jiyana civakî ya etîk û estetîk temsîl bike di kesayeta jina azad de pêk bê. Di jiyanê de berpirsyariya jinê li gor zilam, hîna berfirawantir e. Etîk û estetîk wek azadkirin û xweşikirina jiyanê ji hêla jinê ve mijarekî hebûnî ye. Ji bo watedar û xweşikirina jiyanê li ser bingeha nirxên etîk û estetîk pêdivî bi seknekî xwezayî ya jinê heye. Di azad û xweşikirina jiyana etîk û estetîk de pîvanên sereke destnîşan dike. Azadî bi etîk û estetîkê xwe digihîne teşe û rêgezan. Bi pêşketina pergala şaristaniyê re xwezaya jinê diguherê. Hişmendiya desthilatdar-dewletger û nêzîkatiyên milkirinê ya xwe dispêrin wê, xwezaya jinê qulipandine, bi jiyana sanal û modelên nû lê empoze dikin û wiha jî ji nirxên etîk û estetîkê bi dûr xistine. Cihê van nirxan jî taybetmendiyên zayendparêz girtine. Ji bo jin bigihîje pênaseya xwe û xwezaya xwe divê ku ji nêzîkatî û ferasetn milkirinê rizgar bibe. Heke em, namûsê wek rêgezên hebûnî û xalên bingehîn a muqawemetê bi lêv bikin, wê demê rêgeza herî etîk rêgeza “namûsa me azadiya me ye” ye. Bi qasî jin nirx bide nasname û rastiya xwe dikare ji vê berbendiyê (bagimli) xilas bibe û dikare bi qasî wê jî xwe bi hêz bike. Li ser bingeha zanebûna nasnameyê jin fonksîyona nirxên etîk û estetîkê hîna baştir tê digehe, di destpêkê de jî bi xwe re hevgirtin û sazbûnekê dijî. Di vê wateyê de jîneolojî erkdare ku nêzîkatiyên zayendparêz pênase bike û bi rexnekirinekî bingehîn lê bipirse û derbas bike. Bi vê re, divê pênaseya xweşikiyê ji hêla jinê ve ji hemû vegotin û sifetên zayendparêz safî bibe û dubare pênase bibe. Yekbûyîna cewher û şekil, xwe bikare bi şêweyekî nêrîna xweşik, gotin û lebata (davraniş) xweşik derxîne holê ji bo jinê lêger û têkoşîna mezin a heqîqetê îfade dike. Çavkaniya hizirîna xweşik, felsefe ye. Felsefe jî yekbûn û bitûniya hevseng a hizrê hestyar û analîtîk rave dike. Ji bo jinê felsefe ne tenê hezkirina zanebûnê, di eynî wextê de pênaseya wê wek çavkaniya xweşikiyê di vê wateyê de pir girîng e. Îro di endustrîya kozmetîk û modaya modernîteya sermayedar de veberdêr (yatirimci) bedena jinê bi kadavrayan dabeş dikin û ji her perçeyê re bihayekê didin. Dîmenên di fîlm, televîzyon û reklaman de encama şixulandina jinê wek metayekî kirêt e. Qadek din ku vê rewa dibîne medyaya zayendparêz e. Bi van hemû polîtîkayên zayendparêz re giyan û tendurustiya bedena jinê xirab û lewaz dibe. Jîneolojî wê van hemû pirsgirêkan bigre dest, li ser bingeha dozîne (kuram) û rêxistinên etîk û estetîk a jinê wê hêza çareseriyê derxîne pêş. Etîk wek mêjî û wîjdanê hevbeş a civakê û estetîk jî di aliyê xweşik û xwezayîkirina jiyanê wê qadên herî zêde jîneolojî pê re elaqedar be, bin. Divê di derbara jiyana xweşik, rast û baş çawa ye û wê çawa ev jiyan bê pêşxistin, lêhûrbûn û lêkolînekî bingehîn were pêşxistin. Bi zanebûnekî bihêz a etîk û estetîkê û rêxistinbûyîna wê re xebatên înşakirina modernîteya demokratîk hîna vederekî bihêz û dirûv û cewher qazenc bike.
Aborî wek beşekî binghîn a jîneolojî tê bidestgirtin. Aborî wek çalekiya bingehîn a civakê ya demokratîk bi pêşnegtiya jinê pêş ketiye. Di vî alî de aborî, pêşe û çalekiya civakî ya xwezayî ya jinê ye. Civakîbûyîn di cewher de li ser têkîliya di navbera dayîk û zarok de pêş dikeve. Di vê wateyê de hem rola ku jin bi giştî di jiyanê de dilîze, hem li beramberî zarok, hem jî bi keda ku ji bo civakîbûyînê dide, statuya jinê diyar kiriye. Jinê aborî wek xebatekî civakî pêşxist. Civak bixwe li ser têkîlî û hilberfîna madî û menewî hatiye pêşxistin. Di vê de keda jinê hîna diyarker e. Ev ked di heman demê de nirxa jinê bixwe jî derdixîne holê. Aborî ku çalekiyekî civakî bi pêşengtiya jinê pêşketiye, di nava pergala şaristaniyê de wek amûra kar û sermayeyê hate bikaranîn û kete bin serweriya hişmendiya yekdest. Wiha jî aborî ku çalekiyekî civakî ye, her wiha ji qadeke demokratîk hate derxistin dakete xizmeta hêzên yekdest. Endustrîyalîzm bi modernîteya sermayedar re wek yekdest li ser civakê hegemonyayê didomîne. Li ser avahiyên çandî, hişî, ziman û etîkê û li pir diyardeyên din bandor kiriye, çandinî ku qada hebûna xwezayî ya civakê ye bi tinebûnê re rû bi rû hiştiye. Di vê wateyê de têkîliya bajar û gund ji hev cihê kiriye, ew aniye pêşberî hev. Aborî jî ketiye dorpêça kar-sermayeyê. Civak bi birçîhiştinê, bi bêkarî û xîzaniyê re bi desthilatiyê ve hatiye berbendkirin. Jinedîtîvehatina keda jinê di malê de, tinehesibandin û piçûkxistina keda wê ji hişmendiya selefxur (tefecî), bazirgan û tehekumkar çavkaniya xwe digre. Ji ber vê hişmendî û pergalê, jin ji aborî ku çalekiyekî pîroz e, hatiye qutkirin, wek hêza erzan a kar hatiye bidestgirtin. Li beramberî van pirsgirêkên heyî, jîneolojî wê li ser keda dayîktiya jinê ku hêza sereke ya rêvebirina aboriyê ye, careke din wê pêşxistina teoriya ked-nirxê esas bigre. Nexasim ji bo zayendparêziya civakî ku hişmendiya zilamsalar li ser keda jinê ava kiriye were rakirin, pêşxistina wê li ser esasekî demokartîk sebeba bingehîn a têkoşînê ye. Bi vî awayî wê hemû nêzîkatiyên ku cudadike, biyanî dike û ferqê ava dike ji holê bêne rakirin. Yek ji erka jîneolojîyê ewe ku aboriyê di eksena jinê de rast bi nav bike û wê bixîne fonksyona wê ya rast; ji yekdestiya bazirgan, pere, sermayedar û dewletê derxîne û careke din bi pêşengtiya jinê bike ya civakê. Jîneolojî wê di qada aboriyê de ew pirsgirêkên çavkaniya xwe ji desthilatiyê digrin, rast çareser bike û wê derbaskirina van û avakirina alternatîfê jî bixîne nava xwe.
Yek ji qada din ku wê zanista jinê bi nazenînî ser bisekine qada demografyayê ye. Îro ev pirsgirêka ku di aliyê civak û xwezayê de metirsî ye, wê di aliyê dîrokî-civakî de ji hêla jîneolojiyê ve were bidestgirtin. Di serê qada ku herî zêde li ser jinê mêtîngehiya bêsînor pêşdikeve qada zayendî heye. Ruxmî ku di civaka exlaqî û polîtîk de ku li dora jinê raçandî bû, zayendîtiya mirovan bi qayîde û tabûyên civakî ve hatibû girêdan. Jixwe heke wiha nebûya, wê civakîbûn jî pêşneketa. Rewşekî zayendîtiya bi armanca zêdebûnê heye. Zayîn û keda ji bo zarokê tê dayîn sedema bingehîn a aîdiyeta jin-dayîkê ye. Hem zayîn hem jî xwedîkirin ev nasname daye jinê. Wiha jî ajoya zayendî yek ji fêrbûyîna herî kevn e û bûye potansiyela civak xwe dubare zêde bike. Wek Rêbertiya me dide diyarkirin “li dijî metirsiya dawîhatina nîjad û ji mirinê re bersivek e”. Zêdebûna mirov pêdiviyekî civakî ye. Ev pêdivî dema vîn û mafê jinê esas tê girtin, ji bo feydeya civakê pêşdikeve. Lê kengî vîn û mafê jinê hate tinehesibandin û ji hêla avanî û hişmendiya zilamsalar ve jin hate mêtîngehkirin qada herî zêde jin li xwe biyanî bû qada zayendî ye. Zayendîtî bi pergala desthilatdar re tam bûye qadekî serweriyê. Wiha jî zayendîtiya heyî encama desthilatî û zilamtiyê ye. Zilam xwe xwediyê jinê dibîne, di qada zayendî de xeşîm, hov û xwedî hişmendiyekî serdest e. Di qada zayendîtî de nêzîkatiya zilam li ser vê esasê desthilatdar e. Xwedî nêzîkatiyekî bêperpirsyar, ezezok û tehekumkar e. Beden û zayendîtiya jinê bûye bireserek (nesne) ku ne ya wê ye. Li ser vê bingehê jî jîneolojî divê zayendîtiya jinê bidest bigre û bedena jinê û zayendîtiya wê li ser esasê xwebawerî-zanebûna cewherî bi şêweyekî bi hêz bi lêv bike, pîvanên red û qebûlê jî li ser bingeha azadiyê careke din pênase bike.
Nêzîkatiya bingehîn a zilam anegorî çanda xanedantiyê avaniyekî malbata pir zarok e. Zêdebûna xortên malbatê encama birdoziya xanedantiyê ye. Zêdebûna zarokan di malbatê de zilam, di nav civakê de jî milkiyeta dewletê bi hêz dike. Lewre jî ne tenê raman û hestên jin, bendena wê jî bûye qada mêtîngehiyê. Di nava saziya malbatê de bi avaniya zilamsalar re, di roja îro de îflas û xetimîna ku ev sazî dijî, pêwîstiya çareseriyê ferz dike. Destpêkê malbata piçûk (çekîrdek) hate pîrozkirin, lê niha hew dikare di aliyê aborî, çandî û exlaqî de were berdewamkirin. Di demokratîkirina malbatê de rola jîneolojî bilîze ewe ku çerçoveya wê ya zanistî-etîk û rêbazên wê bi hêz ava bike. Ev hemû polîtîkayên zayendparêz herî bêtir di qada zayendîtiyê de tehekuma zilam zêde dike. Jin, hem ji bo hebûna biyolojîk, hem jî hebûna dewletî û desthilatiyê bûye amûra zarokzayînê. Bi vê re jî di nava pergala şaristaniyê de jin hilweşîna giyanî û fîzîkî pêkve û têkel dijî. Pirsgirêkên cidî yên bi vê nêzîkatiyê dertên tenê bi jinê re ne bi sînor in. Zêdebûna nufusa mirovan ango pirsgirêka demografîk bandora xwe li ser xwezaya civakî û hawîrdorê jî dike. Di pergala şaristaniyê de bi qeyrana kûrbûyî a ekolojîk re qeyrana bîyografîk jî bi qasî rojeva sereke a hemû zanistên civakî ye, yek ji rojeva zanista jinê ye jî. Di dîroka modernîte û şaristaniyê de ev wek rêbaza herî seretayî ya domandina nîjad hatiye pêşxistin. Rastiya ji hêla jîneolojî ve bê derxistin wê asta exlaqî û polîtîk a civakê bilind bike û potansiyela xurtkirina heyîna civakî zêde bike. Çanda demokratîk di vê qadê de guhertinekî berfirawan hewce dike. Jin li beramberî civak û xwezayê xwedî berpirsyariyên mezin e, divê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka demografya jî heman berpirsyariyê nîşan bide. Jîneolojî, ji bo derbaskirina avaniya heyî, di her qada jiyanê de tevlîkirina wê bi raman û vîna azad wê pêşbixîne. Wê avaniyên azad û demokratîk werin pêşxistin, avaniyên alternatîf û çareseriyê bêne pêşxistin. Jin wê bi pergala konfederal a demokratîk re ku ava bike wê hîna bi hêz xwedî maf be. Di vê wateyê de wê jîneolojî ji bo ku jin bibe xwedî vîn û maf di pêşxistina zanebûna polîtîk û exlaqî de rolekî girîng bilîze.