Beşa Duyem
Encama nîqaş û agahdariya di derbareya jîneolojiyê
Jîneolojî, hem pênaseya jinê, nasnameya wê ya civakî, hem jî dîroka mêtîngehkirin û biyanîbûna ku jiyayî derdixîne holê, hem jî xebatên zanistî-civakî û teorîk-felsefîk yên azadiya wê bihêz dike. Diyare ku ev jî wê di demdirêjî û berfirewanî hêzekî ronakbîrî û guhertinê derxîne holê.
Lewma fêmbûye ku vegira vê xebatê asta yek gurubê jixwe derbas kiriye. Lê belê xebat di nava xwe de yekbûyîn, rêxistinbûyînek giştî û bi vê perspkektîfê re meşandina kar hewce dike.
Jin, heya roja îro jî nehatiye pênasekirin. Li doraliya wê di qadên mîtolojî- ol-felsefe- huner û zanistê de pir zêde avaniyên zanîn û hizirandinên sîstematîk hatin înşakirin, lê belê hebûna jinê her di tarîtiyê de hatiye hiştin. Di derbara mijara “jin çiye?” de bêhejmar nima (îmge), sembol û darizandin xuliqandin. Birdozîkirinên herî sîstematîk û kûr li dor jinê hatine pêşxistin. Dikare bê gotin ku ti hebûneke din evqa di wateya birdozî de nehatiye hizirîn. Di astek pir bilind de hatiye bilindkirin, lê ji wê jî bêtir bûye biresera (nesne) piçûkxistinê. Jin wek nasnameyeke ku hem hatî perestîn, hem hatî lenetkirin, hem mesûmiyet-exlaq, hem jî taybetmendî û gemariya şeytan pê ve hatî xeyalkirin e. Lê rumxî vê jî hêmana jêneveger a mîtolojî, ol, felsefe û huneran e. Jin wek amûrekê ya ku li doraliyê wê cîhan, civak û mirov wek zanebûn û giyan carek din tê avakirin e. Çi di wateya negatîf (desthilatdarî) de, çi jî pozîtîf de (di wateya avakeriya civakî) be jin, nasnameyeke ku li dora wê giyan û têgihîştina jiyan, civak û mirov tê avakirin. Yekemîn qazenckirina nasnameyê, çavkaniya xwe ji jinê werdigre. Pejirandina nasnameya jinê ku ji hêla zilam û li gor pozîsyona wî ya desthilatdar ve hatî avakirin li aliyekê bimîne, yek ji erkên herî sereke ya jîneolojiyê rexnekirinek radîkal û bingehîn ji vê ye. Divê jinê ne li gor zilam; bi tevahî bi hebûn û nasnameya wê ya civakê ve pênase bike û bingehên vê yên zansitî xurt deyne holê. Di vê wateyê de ew zayendparêziya civakî ku hatî çêkirin, ew rol û nasnameyên wê jî ticar nayên pejirîn. Ev di heman demê de hinceta têkoşîna stratejîk e. Ya ku di wateya rastîn de jîneolojiyê bike zanista jinê, nepejirandina nasnameyên ku ji jinê re hatî destnîşankirin e. Di vê mijarê de pîvanên redkirinê ya bingehîn divê di feraseta jiyan û têgihîştinê de bê rûnişkadin, di hilbijartin, ecibandin, liv û tevger û hestan de divê bi awayek radîkal pêş bikeve. Heya ev pîvanên redkirinê pêşnekevin jî ne gengaz e ku jin bi heqîqeta xwe re hedîtinê çêbike û xwe bixîne îfadeyekî zanistî. Di vê wateyê de jî jîneolojî jina ku di statuya koletiya hatî ferzkirin de hatiye hiştin û bi vê statuyê re bûye yek, qebûl nake. Nabe ku jina di jêr de mayî, ya xwe radest kirî bê pejirandin, ne jî jina ku hewl dide bişibe zilam, ew rola zayendparêz a civakî red dike lê belê di bin navê azadiya vîn û ramanê de zayendparêziyek berovajî pêşdixîne jî nayê pejirandin.
Di vê wateyê de yek ji xebatên bingehîn a jîneolojiyê; pêşxistina zanista-hebûnê ya jinê ye. Jin bi rastî çiye, dikare çawa pênase bibe, xwe çawa afirandiye, têkîli û nakokiya wê bi xweza, gerdûn û civakê re bigihîne felsefeyek hebûnê ya bihêz di vê vegirê de. Ne dijberê zilam, ne jî jinê dike ya zilam. Her wiha jin ne ew hebûne ku zilam hemû hestên xwe yên bêbawerî, hesûdî û lewaziyên xwe pê dide teyisandin, her ku wê piçûk dixîne, xwe xwediyê wê dibîne û wiha jî xwe mezin û bihêz dihesibîne. Ev ji hêla jîneolojiyê ve nayê qebûlkirin. Herwiha jîneolojî li dijberê çêkirina nakokî û diyalektîkên din wek serwer-bindest, spî-reşik, kirde-bireser e. Bi vê re girêdayî ji bo bigihîje têgeha xwe ya sereke jî lêkolînên berfireh, lêhûrbûn û ji her tişî jî zêdetir xebatek regedar (yetkin) a felsefîk hewce dibîne. Ji bo pênasekirina diyalektîka xwezayî ya hebûnê di jinê de, divê dualîteya paradîgmeya desthilatdar a kujer û stewr were derbaskirin. Wesfa damezirandinî û erênî ya diyalektîkê dikare di hebûna jinê de pênase bibe.
Divê ku di rêya azadiya jinê de ji eniya jinê ve pergala desthilatdar bi awayek berfirewan ji aliyê birdozî, civakî-zanistî ve were dahûrandin. Bi qasî wê jî pêwîst dike pergala civakî ya alternatîf jî were avakirin û sîstematîka wê ya ramanî jî bê pêşxistin. Li beramberî zanistperweriyê, wê careke din di zemînê civakî-dîrokî de zanistê bi nav bike. Bi taybet di dîsîplîna di navbera zanistan de li dijî kategorîkirin û dabeşkirina zêde, wê jinê jî civakê jî bi nêrînek yekgirtî û komple bigre dest. Nexasim jîneolojî ji aliyekê ve ferasta nû ya zanistê, zemînê yekbûyîna di navbera zanistan û hevgirtina wan jî rave dike. Yek ji tayebetmendiya sereke ya ku jîneolojiyê ji ferasetên zanistperestî û ferasetên civak-zanista desthilatdar cihê dike ewe ku jîneolojî di heman demê de bi exlaqê re hevbeş bingeha projeya jiyana azad û têkoşîna wê ava dike. Em dikarin asta ku pirsgirêka azadiya jinê gihîştiyê wiha îzah bikin.
Rêbertiya me femînîzm wek “serîrakirina mêtîngeha herî kevn” pênase kir. Femînîzm bi berfirehî mijara lêkolîn û nirxandina jîneolojiyê ye. Wê hemû nirxên ku femînîzmê derxistî holê xwedî lê derkeve û ew berxwedaniya ku di hişyarkirin û zanekirina jinan de nîşan dayî, wek mîrateya xwe binirxîne. Di kêleka vê de aliyên kêm û şaş yên femînîzmê wek di nirxandina zayendparêziya civakî de derbasnekirina poîzîtîvîzmê, çaresernekirina bingehîn û bihêz a şaristaniya dewletger û zilamsalar, bi sedema wê ve, girêdana wê bi têgehên dane rûnişkandî ve wê bike mijara lêhurbûyîna taybet a jîneolojiyê. Lewre jîneolojî di wateyekê de jî dibe zemînê ku femîmîzm ji sînor û bandora pergala desthilatdar bê pakirin, wiha jî perspektîf û pergala azadiya jinê bê afirandin. Di vê wateyê de pirsgirêka azadiya jinê ji bo bigihîne perspektîfek civakî-dîrokî divê jin wek kombûyînek civakî were lêkolandin û heke bigihîje raveyek zanistî jî wê rê li ber vebûnek mezin veke. Di şêwazê jiyan û rêxstinbûyînê de, avaniya felsefîk û di wateya milîtantiyê de femîmîzm pirsgirêkên cidî dijî. Ji zemînê civakî qut e. Nekariye heya niha şaristaniya navendî yekgirtî binirxîne û çareser bike. Wiha jî nekariye xwe ji helîn di nava pergalê de rizgar bike. Divê ku jîneolojî van aliyên femîmîzmê hûr û kûr binirxîne û rexne bike. Bizav û şaxên femînîzmê ku her diçe marjînal dibin, di zemînê siyaseta desthilatdar de li ser bingeha lîberalîzmê dikevin nava pergalê û ji armanca azadiyê dûr dikevin, pêwîste ew jî di vê çerçoveyê de werin bidestgirtin. Lê belê divê ev jî ser bê zêdekirin ku ji salên 1985’an pêve çi femînîst bin, an jî nebin, xebatek bihêz a akademîk ji hêla jinan ve hatiye pêşxistin. Di vê çerçoveyê de jî bi taybet aliyên akademîsyen wek gurub û navendên lêkolînê hejmarek zêde ne. Di nava xwe elît û bingehên civakî lewaz bibin jî lê di wateya hişmeniyê de di lêhûrbûyîna li ser paradîgmeya desthilatdar û pergala wê, her wiha bidestgirtina aborî û polîtîkaya di eksena jinê de xwedî xebateke berçav bûne ku nikare piçûk bê dîtin. Jîneolojî ji xebatên wiha re nirxek mezin dide û bi vê re jî aramanc dike ku bi aliyên wiha re zemîn û platformên hevbeş û nîqaşên hevbeş bide pêşxistin.
Lê di bingeh de jîneolojî avakirina akademiyên alternatîf ên jinê esas digre.
Li gor vê yekê jîneolojî;
a)Navendên Zansita Jinê,
B)Akademiyên Siyasetê yên Jinê,
C)Enstîtuyên Estetîkê ya Jinê,
D)Fakuleteyên Ziman û Wêjeya Jinê,
E)Akademiyên Zanist-Civaka Jinê,
F)Akademiyên Çandê ya Jinê,
G)Akademiyên Hunerên Xweşik ên Jinê,
H) Akademiyên Dîroka Jinê,
İ) Akademiyên Jina Azad (bi taybet wê felsefe û projeya jiyanê ya azadiya jinê pêşbixîne).
Î) Navenên Tendurustiya Jin-Zarokê an jî navendên lêkolîna dermankirina xwezayî esas digre.
An jî yekser avakirina navendên ku guhertin û ronakirina civakî bingeh dike, armanc dike. Eşkereye ku ev jî avaniyek xweser-taybet a berfirawan hewce dike.
Qasî tê zanîn di zanistên civkî de heya roja îro dîsîplîn û şaxek taybet a zanistê ku jinê bike rojev tine ye; derveyî jîneokolojiyê. Jîneokolojî di nava şaxên tibî de yek ji ya herî ciwan e. Di dîroka dema berê de zanebûn û tecrûbeya bi hezar salî li yek cihê navend nebibû û qada parvekirinek xwezayî hebû ku ev bi giştî di bin destên jinê de bû. Jîneokolojî wek qadek pisporiya zanstiya tibê, bi pirsgirêk û nexweşiyên di fîzyolojiya zayenda biyolojîk a jînê re elaqedar pêşket. Pirsgirêk û xebitîna bedena jinê di çerçoveya zayînê de dixîne vegira xwe de. Zayîn, bixwe mijarek pir xwezayî ye lê belê evçend rojevkirin û tibîkirina fonksiyona bedena jinê bêguman sebebên xwe hene. Bi kontrola li ser bedena jinê re di heman demê de avaniya demografîk a civakê di çerçoveya polîtîka û îhtîyacên pergala desthilatdar de tê tenîzmkirin. Di bin navê tendurustiya jinê, kontrolkirina zayînê bi destên dewlet û tibê bi serê xwe bûye yekdest (tekel). Stewrbûn, an jî kirina bedena jinê wek amûra zayînê berhemek polîtîkayên qirkirin û paqijkirina (tinekirin) etnîk, an jî polîtîkayên netew-dewlet a şoven, netewperest û faşîst e. Di vê çerçoveyê de divê ku pirsgirêka zayînê li ser bingeha pirsgirêka azadiya jinê û azadiya civakî li gor bingeha vîn û zanebûna cewherî ya jinê bê bidestgirtin. Di roja îro de ji pênceşêra rehîm bigre heya pir diyardeyên ku wek “nexweşiya jinê” têne binavkirin, çavkaniya xwe ji zêde mudaxeleya bi armaca serweriyê û kontrola zêde li ser xwezaya jinê tê. Ruxmî ku zayîniya jinê nikare tenê wek aliyekî fîzîkî û biyolojîk ve bê girêdan. Ji ber di aliyê civakî, aborî, çandî, civakî, derûnî yekgirtinek madî-menewî heye. Yek ji rêya bandor a perçekirina yekbûna civakî ewe ku zayîniya jinê wek şaxek endûstriyê tibî bikin. Di vê qadê de divê jîneolojî têkoşînek xurt a civakî-zansitî û azadîxwaz bide û bi lêkolîn û lêhûrbûna ku encam ava bike bigre dest. Ewqa ji etîk û estetîkê bê parkirina çêkirina zarokan, ewqa dûrxistina wê ji bingeha felsefî û civakî, pir metirsîdar e û teqez bi pergala zilamsalar a dewletger re di nava pêwendiyê de ye.
Di teoriyên psîkanalîz Freud de jin, wek hêz an jî hebûnek xwerû ya zayendî, kêm û hîsterîk hatiye pênasekirin û wek aliyê din a zilam ku teslîmiyet qebûlkiriye û anog perçeyek ji zilamê desthilatdar ê ku “temambûye, hakîm û çalek e” tê hesab. Hişmendiya Falus-vajîna pir zêde hatiye kûrkirin, xwezaya civakî a mirovahiyê jî di asta herî daketî de li refleksan ve tê girêdan ev jî wek zemînê zanistkirî ji hêla psîkolojiyê ve tê kirin. Ev bêtir jî bi modernîteya sermayedar re pêşket. Bi lez jî populer bû û bû “otorîte”ya zanistî. Di vê de jî divê pêwendiya her duyan bi hev re baş were dayîn.
Psîkolojî jî di nav de, di hemû şaxên zanistê de jin wek tiştekê (bireser/nesne) hatiye dîtin û bûye amûra birdozî ya avakirina zemînê rewabûna pergala desthilatdar. Bi desthilatariya birdozî re li ser keda jinê, vîn û ramana wê bi destên zansitê pergalek berfireh a serweriyê tê avakirin, ev mijar jî divê ji hemû aliyên wê ve were nirxandin. Di vê wateyê de jî hemû “daneyên zanistî” ku wek agahiya zansita mutleq di mijara jinê de têne lansekirin divê ku bi şik lê were mêzandin. Her wiha divê werin redkirin û di çerçoveya zanista civakî ya alternatîf de agahî werin bingeh girtin. Pir eşkere ye ku ev hem bi zansita civakî- hem jî şêwazê saziya wê ve, hem jî avaniya hişmendiya zilamsalar û dewletger-desthilatar re elaqedar e. Zansita civakî kel û bircên sereke yên pozîtîvîzm û lîberalîzmê ne û divê ku ji hêla jîneolojiyê ve rexne û nirxandinek berfireh li ser bêne kirin.
Di vê çerçoveyê de di zanista civakî de bi nêrîna jinê û felsefeya wê re bidestgirtina pirsgirêka rêbaz û çareseriyan, her wiha nirxandina xeta desthilatdarî-agahî mijarek bingehîn e. Di qutkirina civakê ji dîroka wê, bi jinê re civak jî bireserkirin, tinekirina xêv û hişa wî ya civakî, bêvînkirina jin û civakê û rewakirina desthilatdariyê, ji rahîbên Sûmeran bêtir rolekî paşketî ya zanstina civakî heye. Divê ev rol were deşîfrekirin û di înşakirina bihêz a alternatîfa wê de jî rola jîneolojiyê girîng e. Zanist di cewherê xwe de çiye, karîgeriya wê ya civakî û karaktera civakî a agahiyan çiye?, divê ev ji nû ve werin pênasekirin. Di vê axê de careke din bidestgirtina dîrok, raman, hebûn û şêweya jiyana jinê xwedî girîngî ye. Jîneolojî pêwîste xebatên herî biwecdar a zansitî di qada dîrokê de bimeşîne. Bi taybet di vehûnandina têkîliya hebûna jinê bi felsefeyê re di roja îro de bisînorkirin û paşxistina hemû çeloxarkirinên hişmendî û şêweyên hişê analîtîk ku zêde werimandine, wê rolek diyarker bilîze. Zanist ji felsefe, bawerî, hîs, avaniya ramana mîtolîjîk û anîmîstîk dûr ketiye. Lê ji bo jîneolojî bikare serwerkirina vê rewşê bi dijîtiya desthilatdariyê ya li beramberî jinê ve bide girêdan pêwîstî bi zansit-hebûna jinê a binghîn heye. Ji bo zanist bigihîje têgehek rast û civakî divê girêdana wê ya xurt bi etîk û estetîkê re were çêkirin. Di wateyekê de heke zanist ji mêjiyê zilamê desthilatdar û analîtîk were derxistin û li ser eksena civak û jinê bê rûnişkandin, wê demê wê zanist ji rewşa ku rastiya berovajî bike derkeve, wê bibe zemînê gihîştina heqîqetê.
Bi taybet di çarêka dawî ya sedsala 20. de feraset û avaniya zanista civakî ya modernîst pir zêde bi rexneyan re rû bi rû ma. Di vê mijarê de hêz û zemînek befireh a rexneyan jî derketiye holê. Lê belê sedema ku nekarîn xet û pergala zanist-desthilatiyê derbas bikin bi taybet girêdana xwe bi nêrîna û ramanan li ser pirsgirêka azadî û rizgariya jinê ve heye. Ruxmî ked û lêgerîna alternatîfê jî van derdoran nekarîn ku xwe ji bandora avaniyên zilamsalar yên desthilatdar derxînin. Pêwîste rexne û nêrînên alî û derdorên Postmodernîst ji hêla jîneolojiyê ve bi awayek berfireh bêne nirxandin, rexnekirin û her biçe jî di eksena jinê de û zemînê civakî de bê rûnişkandin û di qazenckirina pergalê de jî vebûnek girîng bide çêkirin.
wê bidome…