• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Jina Kurd Bi Berxwedanê Agirê Arî Geştir Kir

March 19, 2025
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Jina Kurd Bi Berxwedanê Agirê Arî Geştir Kir
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Newroz rojeke nû ye, jiyaneke nû ye, vekirina deriya li azadiyê ye, xilaskirina mirovan ji koletî û bindestiyê ye. Newroz Cejna Gelê Arî ye, bi hildan û geşkirina agir li Rojhilata Navîn bilindtir dibe û hêviya gelan a bi hezaran salan nû dike. Newroz û buhar pev dibin pirreng, dixemilin bi gul û çîçekên rengareng. Bi bêhna gulan re, bi geşkirina agirê Newrozê re, fîşara dilê mirovahiyê ji kelecan û coşê re xwe lê dide û bi lez diherike. Jin mîna buharê bi hebûn û vejîna Newrozê re dibe yek û xwe nû dike. Bi kelecan, bi coş, bi cil û bergên xwe yên gelerî, li deşt, çiya û zozanan digerînin dîlana azadiyê. Jin bi xemil û xweşikbûna xwe pêşengtiya dîroka nû ya zindî dike.

Newroz, xwedî destaneke kevnar a gelê Arî ye, ev destan nifş bi nifş ne tenê di nav Gelê Kurd de, di giştî Rojhilata Navîn û cîhanê de tê pîroz kirin. Qehreman û lehengê hemdem ango Kawayê Hesin Kar koletî, bindestî û bê mafiya li ser mirovahiyê qebûl nake, serî natewîne, gav paşve navêje, şûrê xwe tûj û germ dike. Bi şûrê xwe yê azadiyê, li hemberî Dehak’ê xwînmij û zalim serî hildide û dawî li zilma xedar a Dehakan tîne. Bi dawî anîna zilma Dehak re, Agirê Arî li serê çiyayên ku bûye perestgeha Kurdan, li her derê Kurd û gelên bin dest kom dibin, agirê azadiyê bilind dikin û mizgîniya roja nû didin. Jin û ciwan bi stran, dîlan, silogan û tilîliyan cejna vejînê û nûbûnê pîroz dikin.

Beriya Zayînê, ev cejin di  nav gelên Rojhilata Navîn de bûye rê û resmeke çandî ku îroj jî ev çand bi guherînin nûtir re xwe didomîne. Her sal gel bi berpirsiyartiya xwe radibin û cejna xwe pîroz dikin. Her çiqas Dehakên nû derdikevin û dixwazin agirê azadiyê vemirînin jî rastî berxwedana Kawayên Hemdem tên. Bi vejînkirina şoreşa PKK’ê re Agirê gelê Arî bi bedena Mazlûman geştir bû. Di nav Şoreşa PKK’ê de ji bo ku agir û rê û resma gelan neyê tefandin û wûndakirin, Kawayê Hemdem ên mîna Mazlûman li hemberî zilma dagirkeran di zîndana Amedê ya dîrokî de, bi finda herî biçûk bedenê xwe dike agir û newrozê li azadiya gelan pîroz dike. Ev cejin a civaka ye, a gelên bindest e, ya bi dehan zarok û agirên rojê ji bo ku vê biparêzin bedena xwe dikin agir û dibin çirûsk li esîmanan. Bi dehan jinên leheng û qehreman jî bi Dehakên vê serdemê yên mîna dagirkerên Tirk û hevkarên wan re şer dikin û têkoşîn dikin. Jin bi dilwêrekî û cesaret li çiya, deşt, zozan, gund û bajaran di nava dilê dagirkeriyê de agirê Kawayê Hesinkar bilind dikin. Tu kes nikare dest bide agirê wan û bitefîne, cesaret nakin û ji keziya jinên azadîxwaz ditirsin û direvin. Jinên mîna Rahşan’an, Kurdê, Ronahî, Bêrîvan, Sema û Viyan’an xwe bi agirê azadiyê xemilandin, canê xwe kirin xweliya ji agir, bûn pepûleyên ji agir û li dora coşa civakan kombûn. Pêşengtiya şer, berxwedan û têkoşînê ya li hemberî dagirkeriyê û pergala kapîtalîzmê dikin û dîrokê ji nû ve dinivîsînin. Ev parazvanên mirovahiyê bedena xwe, ruh û anîmîzma xwe diyarî gelan û nirxê mirovahiyê yê bi hezaran salan dikin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di tunelên berxwedanê yên dîrokî de agirê Newrozê geş û bi wate dikin, li hemberî dagirkeriyê û Dehaqên vê serdemê ceng bi ceng û sîng bi sîng bi moral, manewiyet û bi zanista azadiyê şer dikin. Ruhê serkeftinê bi geşkirina agirê Newrozê û bilindkirina ruhê hevaltiyê, ronahiyê li mirovahiyê belav dikin. Leheng û gernasên mîna Şehîd Helbest, Baz, Şoreş, Avzem, Azê, Axîn û Devrîm’an di tunelên keleha dîrokî de li hemberî teknîka herî pêşketî a dagirkeran, serkeftin gihandin lûtkeya rojê. Li her derê û bi her cûreyî gerîlayên azadiyê çalakiyan dikin, fermandarên demê rêheval Asya Alî û Rojger Hêlîn bi narîncokan bedena xwe li tevahî gerdûnê belav kirin, mîna çirûska agirê Newrozê canê xwe fedayî Roja gerdûnê kirin. Van hevalan ruhê demê yê Newrozê veguherandin coşa azadiyê û yekparebûna gerdûnê. Ji bo ku Newrozê bi Rêbertî re pîroz bikin, bi ruh û fedayîbûna bi hezaran hevalên şehîd îro Newroz bi coşek mezin tê pêşwazîkirin û pîroz kirin.

Jina Kurd, pêşengtiya xurtkirin, mezinkirin, domandin û mayîndekirina agirê Newrozê ji Kawayê Hesinkar heya roja îro anîn. Ew berpirsiyartiya rê û resma ku çanda gelan diparêze, vîn û hebûna wê derdixe holê. Ji bo vê jî jina Kurd ev cejin belavî nav ruhê tevahî gelan kir, ruhê Newrozê  bi Paradîgmaya Rêber Apo re belavî nav ruh û mejiyê tevayî jinên azadîxwaz û giştî mirovahiyê kirin. Newroz bi şoreşa azadiyê re gerdûnî kirin, ronahiya wê, eşqa wê, wekheviya wê, netewbûn û demokrasiya wê xistin malê tevayî netewan. Bi ruhê Apo’yî yê vê sedsalê Newroz cewherî û neteweyî kirin. Tevayî netew û gelên bindest di yek qadê û sehneyê de, her gelek bi çanda xwe, bi rengê xwe, zimanê xwe û hebûna xwe bi hev re, bi wekhevî û bi awayek demokratîk Newroza dil mezin, pîroz dikin. Bi Newrozê re hevjiyana azad, demokrasiya gelan, wekheviya Jin û Mêran, cewherîbûna xwezaya gelan û hezkirina mirovahiyê di yek qada jiyanê de îmajekê dide.  Newroz coş û hêviya gelan e.

Newroza we pîroz be. Bi hêviya bi Rêbertî re û di Kurdistana Azad de em govenda azadiyê bigerînin.

Zelal Asya 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Nirxandin

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE

May 27, 2025

Read moreDetails
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Nirxandin

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025

Read moreDetails
ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE
Şehîdên Azadiyê

ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE

May 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk