• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025
in Daxuyanî
A A
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Meha Hezîranê di dîroka me ya azadiyê de meha jinên fedayî ye.

Em hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku bi çalakiya xwe ya mezin a ji bo jiyaneke azad û watedar xeta fedaîbûnê afirand bi bîr tînin; Em hevrê Sema (Sema Yuce) û hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) ku şopdarên hevrê Zîlan in, bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.Em carek din çalakiya mezin a hevrê Zîlan û azadiya jinê bi wesîleya 30’ê Hezîranê pîroz dikîn.

Dîsa em dîlsoziya xwe ya bi bîranînên Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Leyla Agirî û hemû şehîdên vê tekoşînê re destnîşan dikîn. Pêkhatina heyalên wan ên jiyana azad erk û armanca me ya herî mezin e.

Hevrêyên me yên fedaî, bi jiyan û şehadetên xwe ve ji bo jinan rêgezên jiyana azad destnîşan kirine. Heval Zîlan, bi gotina “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek biwate û çalakiyek mezin” ve ji pirsa ‘jina azad çawa jiyan dike’ re pîvanek diyarkiriye. Xetek afirand. Ji ber vê sedemê wek xwedawenda azadiyê di dîroka me de cihê xwe wergirt.

Hevrê Sema, bi gotina “di asîmanan de du roj nabin” ve pîvana jiyana bi rêgez û xwe bexşandin danî holê. Hemû paşverûtiyên ku jinan ji rastiya jiyana azad dûr dixîne şewitand, helwestek ku xeta azadiyê pratîze dike raber kir.

Heval Gulan, ji bo ku xwedî li jiyana azad a ku di rastiya Rêbertî de şênber bûyî derbikeve û ji komploya navnetewî ya ku li dijî Rêbertî pêkanîn re bibe bersiv bû kesayetek pêşeng ê ku ev xeta fedaî sazkirî.

Li holê ye ku di wan xakan de azadî û jiyan  ne hêsan in. Em dizanîn ku hebûn û azadî hişmendiyek mezin û ew qas jî çalakgeriyek mezin dixwaze. Temsîl kirina heqîqeta ku ketî ferqê û fêr bûyî û wêrekiya jiyana li gorî wê dixwaze.  Ji ber vê sedemê jî di oxira jiyana ku tê xwestin bê qetil kirin û bê qezenç kirin de fedaitiyên mezin derketine holê, li ser dîroka şaş destwerdan çêbûye û wateyek nû li jjiyanê hatiye bar kirin.

Em li ser navê kesên mezin şer dikin û azadiyê, aştiyê diafirînin; li ser navê Zîlan, Gulan û Semayan dibêjîn ku jiyana azad û biwate; bûne rastiyên me ya bingehîn ên ku em di oxira wan de dest ji tekoşînê bernadîn. Jiyana azad jiyana komunale; jiyaneke ku di oxira wê de tekoşîn daîmî dibe. Em ê ji bo jiyanek ku ferdperestî, kirêtî, bêexlaqî, berjewendperestî, ne hezkrin û bêhûrmetî nebe; komunaltî û edalet hebe, hemû hêza xwe ve bixebitîn. Em ê li ser bingeha paradîgmaya ku di manîfestoya aştî û demokratîk de danî holê tekoşînek bibiryar û rêxistin kirî bimeşînîn.

Me wek jinên Kurd di xeta Zîlan de şer kir, xwe afirand. Em dizanîn ku jin bi hêza ji dîroka xwe digirin û sekna rêxistinkirî û birûmet ve wê dî ava kirina civaka demokratîk de jî rola xwe bileyîzin. Wê jin bibin afirînerê guhertin, veguhertin û jiyana azad.

Meşa azadiya mirovahiyê Kurdistanî ye. Di formula Jin, jiyan azadî de ye. Mecbûre ku di hemû tekoşîn û şoreşên sosyalîst de pêwendiya jin û jiyan, jin û azadiyê bibin kevirê sereke.

Di erdnîgariya me de pêwîstiya ava kirina jiyana hevpar a ku xwe dispêre feraseta neteweya demokratîk ji her demê zêdetir e. Di oxira berjewendiyên serdestan de jiyana mirovahiyê tune tê hesibandin. Çareseriya Rêber Apo rizgariya Rojhilata navîn û mirovahiyê ye. Ji bo kesên ku di nava êşên mezin û qetlîamên mezin de dimînin çareseriya rasteqîn e.

Îro bi hemû zelaliya xwe ve derketiye holê ku divê hemû jin, bindest , hêzên demokratîk li dijî xeta bimire-bikuje ya ku pergala kapîtalîst a hov hemû mirovahiyê dikişîne nava wê û dîsa li dijî pergala mêrê serdest ê ku bi şerê Cîhanê yê 3’emîn ve  êş, xwîn û rondikan wêdatir ji mirovan re tiştekî nayne; tekoşîna hevpar pêşbixînin.

Pêwîste jin bi hemû hêza xwe ve di oxira jiyana biwate û azad  a li ser bingeha rastiya Zîlan de sefer bibin. Hewceye parastina xwe bi rêxistina xwe ve bixînin bin mîsogeriyê.

Rastiya Zîlan navê jiyana nû ye. Ronakbiriya felsefîk, bîrdozî û fikrî ya jinan e. Bi vê zanebûn û hêzê ve xwe ji nû ve diafirîne, li dijî pergala qetlîamker û dijminê jinan a mêrê serwer tekoşîna radîkal û çalak  rêvedibe. Jiyana azad û biwate ya ku li ser vê bingehê tê afirandin,;wê bibe jiyanek ku xwe dispêre zanebûyîn, şervantî, edalet, hezkirin, etîk û estetîka jin. Ji bo ku utopyayek wiha rasteqîn bibe em hemû kesî/ê dawetî fahm kirina rast a cîhan û çalakgeriya mezin a Zîlan û rast pêkanînê dikin.

Em carek din şehîdên xwe yên ku tişta Kurdîstanî gihandîn cîhanê, tekoşîna azadiya jin pêşxistîn û bûne nûnerê xeta sosyalîzma roja me; rêzdarî, hezkirin û biminet bibîrtînin. Bang her kesî/ê dikin ku di xeta şehîdan de tekoşînê hê zêde mezin bikin, hê bihêz xwedî nirxên me yên azadiyê derbikevin û jiyanê qezenç bikin.

KOORDÎNASYONA PAJK

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE
Genel

MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE

June 24, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk