Tekoşîna me ya azadiya jin, bi saya rastiya mîlîtaniyê ya bêhempa ya ku xwe fedayê gelê xwe û azadiya jinan kirî hatiye wan rojan. Dema ku Zîlanan, Bêrîtanan û Sarayan ev xeta azadiyê diafirandin hevrêyên me yên şehîd ên ku di xeta wan de dimeşiyan, jiyanên xwe di oxira honandina meşa azadiya biheybet de feda dikirin. Ji bo ku ev xet jiyanî bibe û ji hemû jinan re bibe mal, bi utopyaya cîhanek azad ve tekoşîna xwe domandin.
Hevala me Pelîn Zozan jî yek ji wan hevalan bû ku di encama êrîşek dijmin a ku dîroka 27’ê Çileya 2025’an de li ser Herêmên Parastina Medya pêkanî, beşdarî karwanê şehîdan bû. Em ji malbata hevrêya xwe Pelîn Zozana ku di meşa xwe ya mîlîtaniyê ya 23’ê salan de bi sekna xwe ya bi îdîa, wêrek, bibiryar û zelal ve pêşengtî kirî, ji hemû jinan û gelê me re sersaxî dixwazîn. Em ava kirina cîhanek jin, gel azad jiyan dikin a li ser bingehê dilsoziya ku bi heval Pelîn re, wek erkek bingehîn dizanîn.
Heval Pelîn, di sala 1981’an de li Wanê wek zarokek keç a yekane di malbatek welatparêz a xwediyê 5 zarokan hat dinyayê. Ji malbatek welatparêz ku bi eslê xwe ji Bedlîs-Xîzanê ne. Taybetmendiyên Kurdistanî yên hevrê Pelîna ku ji zaroktiyê ve tevgera azadiyê nas dike û xwediyê zanebûnek bikoke, arasteyê tekoşîna li dijî mêtîngeriya Kurdistanê dike. Biryardariya mîlîtanî ya meşa şoreşgeriyê ya heval Pelîna ku ji dibistana amadeyî şûnve bi awayek çalak beşdarî tekoşînê bû di sala 2001’an de vegeriya biryarek xurt. Bi birayê xwe Azad Serbilind re bûn mîlîtanên pêşeng û kadroyên hilbijêr ên tekoşîna azadiyê.
Her ku heval Pelîn fikrên têkildarî azadiyê yên Rêbertî nas kir, lêgerînên wê kûr bûn. Tevahî meşa xwe ya tekoşîna 23 salan diyarî azadiya jinan kir. Hevrê Pelîn di wan salan de timî xebatên jinan meşand, hema di her qada tekoşînê de xebat rêvebir, di zîndanên dewleta Tirk de ma. Wek Konseya Rêvebir a KJK’ê pêşengtî ji tekoşîna civakî û tekoşîna azadiya jin re kiriye. Ji bo ku Bîrdoziya Rizgariya Jin civakî bike bi dil û can xebitî.
Heval Pelîn, bi zanebûn, rêxistin û keda xwe ve mîlîtanek mînak û kadroyek pêşeng a PAJK’ê bû. Di her qadê de bi wêrekî, azwerî û kesayeta xwe ya bihêz ve li ser erkên şoreşgerî da meşiya, ti demê ber bi paş ve pêngav neavêt. Di hemû erkên xwe de serkeftî û encamgir bû. Sekna wê ya çanda rêxistinî ya bihêz, jêhatî û bidisîplînî bû mifteya wê ya serkeftinê. Bi kesayeta xwe ya bi idîa û bibiryar, bi hevgirtî û sade ve ji hevrêyên xwe re bû mînak. Ji bo ku heval û jin zanebûna azadiyê di perwerdeyan de qezenç bikin, kedek mezin da. Ji ber vê jî pir dihat hez kirin. Bi taybetmendiyên xwe yên derdorê bandor dike, cazîb û rêxistin dike ve guhertin û veguhertin serxist.
Xeyala dîtina Rêbertî, azadiya Kurdistanê û utopyaya cîhanek ku jin azad jiyan dikin ew arasteyê xebatek bi kelecan, hezkirin û azweriyê kir. Bi tempo, kelecan û dilsoziya ku bi hevalên xwe re hişt ku di dilê hevreyên xwe de cih çêbike.
Piştî ku birayê wê heval Azad Serbilind di sala 2011’an de li Botanê şehîd ketî şûnve tekoşîna xwe ya di şopa şehîdan de hê bihêztir kir. Hetanî roja ku şehîd bikeve di xeta PAJK’ê de wek kadroyek pêşeng her devera ku çûyê rola xwe bi şêweyek herî bihêz leyîst.
Em li ser bingehê dilsoziya ku bi heval Pelîn re hê bihêz xwedî şehîdên azadiyê derbikevîn, rastiya jin jiyan azadî jiyanî bikîn, li dijî koletî, zayendperestî, faşîzm û netewperestiyê helwest hildîn. Hê bihêz xwedî nirxên azadiyê yên ku şehîdên me afirandîn derbikevîn, vê tekoşîna ku wan bi xeyal û keda xwe ve ava kirîn mezin bikîn.
Hingî ku êrîş, qetlîamên dewleta Tirk a li ser mîlîtanên şoreşger ên ku di oxira azadiya jin de tekoşîn dikin bidomin, li dijî vê tekoşîna li ser bingehê xwe parastinê mafê me yê herî rewa ye. Em ê parastina felsefeya jin jiyan azadî û mezin kirina tekoşîna azadiyê bidomînin. Em wek jinên ku ji bo azadiyê jiyanên xwe danîn holê û tekoşîn dikin wê li hember serweriya mêr parastina xwe bikîn. Em ê cîhanek ku jin ne azad û tên qetil kirin qebûl nekîn.
Em li dijî qetlîam û reşkujiyên ku dewleta Tirk li beramberî mîlîtanên pêşeng ên azadiya jin pêktîne, bang li hemû jin, gelê me û raya giştî ya demokratîk dikîn ku tekoşînê bilind bikin û helwest pêşbixînin.
Wê tekoşîn û xeyalên azadiyê yên hevala Pelîn bi tekoşîna hevrê û jinên ku her roj ji bo azadiyê li ser linganin mezin bibe, wê bi jiyana azad û civaka demokratîk re tacîdar bibe.
Wê serweriya mêr, qatilên jinan û yên dijmintiyê ji azadiyê re dikin têk biçin!
Wê jin azad bibin, wê cîhan ji aliyê jinan ve bê azad kirin!
KOORDÎNASYONA PAJK
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê me yên şehîd bi vî rengî ye:
Nasnav: PELÎN ZOZAN
Nav Û Paşnav: PELÎN YILMAZ
Dîrok Û Cihê Jidayikbûnê: 23.11.1981-WAN
Navê Dayik – Bav:MUHSINE-ŞEMSETTÎN
Cih Û Dîroka Şehadetê: 27’ê’ CILE 2025-Herêmên Parastinê yên Medyayê