Di zanistê de tê gotin kû her madeyêkî, dijmadeya xwe heye. Di pevçuna wan bi hev re hebun çê dibê. Di baweriya zerdeştî jî di navberê Ehrîmen û Ehuramezda de pevçun heye; di vê pevçunê de Ehuramezda bi ser dikevê û li dinya başî serwer dibê. Ev tarîfa mîtolojîk çend hezar sal li bendê ma, heya bi zimanêkî zanistî ji nu ve gorê astê wateya serdemê nu werê pênase kirin.
Mirowên mêzopotamya di hemû serdêmên şêwazê bi wate kirina xwe ya mîtolojî, dîn, felsefe û zanistê bi vê terzê jiyane. Yanî herdem li hember hêzên şevperest di nav têkoşînê de bune û her berê xwe li rojê bune. Di wan axan ji roja yekem kû giya ya yekem hate peyda kirin, peyva yekem hate bi lêv kirin, ajelên yekem hate kedî kirin, dermanê yekem hate dîtin û ji dema kû civatê yekem çê bu heya niha; jin-dayik-xwedawendan pêşengtî kirine. Ev rih weke kû renkarnasiyon dijî di her pêwajoyêkî xwe di jinêkî de bi beden kiriye. Ev ne tesadufe kû îro li axên Kurdistan dîsa xwedawendan xwe bi vîn gurç û pêç dikin û hember tarîtî şer dikin. Zeman 30’ê Hezîranê 1996, cîh Dersîm….
Heval Tîrêj Gîwara dibêjê her pêxemberêk mucîzeyêk xwe heye, mucîze ya rêbertî jî jine. Hz.Îsa miriya zindî dikir. Lê serok mucîzeyêkî hin mezintir kir; ne tenê mirî zindî kir, ji miriyên pênc hezar salî, xwedawendên serdemê afirand. Em dikarin behsa sedan bikin. Ew pepuleyên kû bi ronahiya agir re bun yek û gihiştine sira heqîqetê.
Gerdun mekan û zemanêk nu ji bo xwe nas kirinê hilbijart. Jinêk esmer, bejn bilind, gavên wê hişk, vîna wê pola, awirên wê tuj, dilê wê kîn, armanca wê ji mîrateya hezaran salî bi cih mabu. Ew jin bu, dayik bu, xwedawendêk bu, şoreşgerêk bu. Meşya kû dilê Hadesan biqelişînê û ronahî derbixînê.
Zîlan tenê navê jinêk nîne. Navê vejînê gelêk ji xweliyên xwe ye. Navê kulîlka yekeme kû mizgîniya behar dide ye. Navê berfîna serhildêra kû berf nikarin îrade ya vê bin pê bikine. Ew soz da bu rojê…!
Vê di sibehê 30’ê Hezîran kolanên Dersîm, bi dengê nalîna dagirkeran olan bide. Ên kû dixwastin kurdistanê xeyalî di bin axê de weşêrin. Mezarêk kû ji kurdan re kola bun, vê carê bu menzîla wan bi xwe. Zîlan biba tola tertele ya 1938’an. Biba tola çarçirayê Mehabad, sînemayê Amûdê, tola Helepçe, tola Geliyên Zîlan û hemû rondikên kû ji çavê zarokên Kurdan barî bu… tola lorîna dayikên çavşil… tola hemû xeyalên şikestî… tola hemû hêviyên kû roniya çirayê wan wemirî bu… Zîlan dengê gelêkî bu ji îxaneta yekemê Enkîdo, heya Harpagosa xayîn, heya destên qirêjên kû dirêjê rojê bibun di 6’ê gulanê…
Zîlan tenê gêrîlayê salêk bu, lê gihiştibu roniya heqîqeta Rêber APO. Ew gihiştibu wate ya jiyanê. Gihiştibu sira gerdunê. Meşya kû bibe îspata mucîze ya Rêbertî. Ketibu rê, bê kû ji sitrî û kevirên kû bikevin bin lingê wê bitirsê. Bê kû ji êşên zayîna jiyana nu bitirsê. Meşya kû mirin bikojê, kû tirs bikojê, kû serî tewandin û çok danîn bikojê…!
Heval Zîlan, di jiyanêk kû pergal pêşkeşê wê kiribu pir serketî bu. Dikarî ew jiyana sexte ya kû her kes ji bo vê dikarin rojê hezar car rumeta xwe bişkînin hilbijêrê û weke jinêk ji rêzê bijî. Lê dizanî kû jiyanêk bilindtir jî dibê. Di encamê lêgerên xwe jiyana bêmirin peyda kir. Vê APOyîzm re biba meşale ya wê di şevên tarî. Vê biba êksîra nemir buna wê. Tenê pêwîst bu kû qurtêk ji vê avê wexwe.
Heval Zîlan bi çalakiya xwe deriyên serdemêkî nu di şer û dîrokê partî vekir. Di demê xwe de bu rêya hilmê ya rêxistinê. Bu bersîvê herî tuj di pêwajoyêk kû dixwastin roja me ji me bigrin. Bu şeqamê dîrokêkî dagirkerî ya 2500 salî li ruyê dagirkerên axên pîroz.
Heval Zîlan jî weke me hemûyan jinêk bu, gêrîlayêk bu, şerwanêk bu, xeyal û hêviyên xwe hebun. Lê tiştê kû wê anî asta xwedawend bun, xwe helandina wê di birdoziya Rêbertî bu. Rexmê kû derfetên wê ji me hemûyan kêmtir bu, dibê kû ji me hemûyan zêdetir zorahî kişandibê, dibê kû ji me hemûyan zêdetir nakokiyên xwe hebuye… lê ferqa wê ev bu kû Rêbertî fêm kir û bi qasê kû fêm kir, piratîk kir.
Bi salane kû Rêbertî bi rêbazên cur bi cur xwest kû me di xetê rast bide meşandin û her car bi rexneyên xwe xwest bi destê me bigrê kû me bide meşandin… ‘’hevaltiya kêm û dostaniya sexte, meqesa ve buyî di navberê me de, hûn çima naxwazin min fêm bikin’’ tenê çendêk ji wane…
Ên kû bun rêhevala heqîqata Rêbertî, di her demî derketin. Ên kû ji bo bigehin evîndara xwe, xwe bi agirê evînê şuştin. Heval Evrîm Demîr, Heval Xalîd Oral, Heval Nesrîn Teke, Heval Taylan û hezaran û milyonan fedayî û cangoriya kû bi xwînê xwe şilêrên welat av dan.
Di vê roja pîroz, di roja vejînê; bi rumeta rêheval buna mirovên herî bi nirxê dinya; em bejna xwe hember bîranîna wan ditewînin, rexnadanê xwe ji bo hevaltiya kêm ê kû bu sedema ku em 26 sal fîzîkî ji roja xwe dur bin didin. Heya kû em hilm bistînin soza me ev bê kû di roniya rêya wan cangoriyan, hewl bidin kû bigehêjin çavkaniya ronahiya rojê.
Amara Ciwanro