• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Ji Bo Tevahî Jinên Berxwedêr û Gelê Me Yê Welatparêz

January 7, 2021
in Daxuyanî
A A
Ji Bo Tevahî Jinên Berxwedêr û Gelê Me Yê Welatparêz
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Bi destpêkirina sala nû ya têkoşînê, em Qetlîama Parîsê ya ku dikeve sala xwe ya 8’emîn bi tûndî şermezar dikin. Em soz didin heya ku tevahî berpirsên wê qetlîamê werin cezakirin, bêyî ku kêliyek jî bisekînin, emê têkoşîna xwe di asta herî bilind de bidomînin û jiyana azad înşa bikin. Di şexsê rêheval Sara de em bejna xwe li ber tevahî şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minet ditewînin, îdiaya xwe ya bûyîna layiqê bîranên wan dûbare dikin.

Pergala modernîteya kapîtalîzmê ji bo domandina hebûna xwe alozî ava dike û bi her aloziya ku avakiriye re êşên mezin bi mirovahiyê re dide kişandin. Êrîşê ku li hemberî rêheval Sara hatiye pêkanîn, di şênberiya dewleta Tirk a faşîst de nîşan dide ku modernîteya kapîtalîst bi hewildanê derxistina aloziyên nû ya ji bo derbaskirina aloziya ku dijî, herî zêde bera êrîşên xwe dide jinê.

Di vê wateyê de êrîşa ku li hemberî şoreşgera mezin rêheval Sara ku di rastiyê de li hemberî nûnera çanda xwedawendî, şênberbûna bedewiya jin-dayîk, Pîr’a jinên Kurd ên Elewî, Kabe û pêşenga tevahî jinên berxwedêr hatiye pêkanîn komployek e. Ji ber vê yekê Rêber Apo wisa nirxand ku ev êrîşa li hemberî rêheval Sara hatiye kirin, li hemberî wî hatiye pêkanîn. Çawa ku pergala kapîtalîzmê piştî komploya ku li hemberî Rêber Apo hat pêkanîn, derfet dît ku hovîtiya xwe li ser tevahî Rojhilata Navîn belav bike û bi êrîş û encamên wê hewl dabe ku bingehê serweriya xwe ava bike, ev êrîşa ku li hemberî rêheval Sara hatiye pêkanîn jî hemane. Êrîşa ku li hemberî rêheval Sara hatiye pêkanîn, fermana qetlîama tevahî jinan e. Lewra hema piştî vê konsepta êrîşê ya li hemberî tevahî jinan ketiye meriyetê, plana êrîşê ya li hemberî hemû gelan, çand û kevneşopiya xwedawenda dayîk a civakan û li hemberî yek bi yekê hemû jinan ketiye meriyetê. Qetlîamên jinan a ku zêde bûye, êrîşên dagirkeriyê yên li ser axa me hatiye pêkanîn, destdirêjiyên ku li hemberî jinan hatiye pêşxistin, kûştin, şewitandin û tunekirin ji êrîşa ku li hemberî rêheval Sara hatiye pêkanîn ne qûte.

Yekane avahîbûna feraseta bingehîn ê faşîzmê serweriya zilam e. Ger li cihekê rengê jinê wenda dibe, ji nirxên jinê re girîngiya pêwîst nayê nîşandan û wate nayê dayîn, li wê derê ziman û rengê jinê derdikeve pêş. Di serî de zayendperestî, netewperestî, olperestî, zanistperestî û bi vê re girêdayî her cûre dijberiya nirxan û mirovahiyê û hovîtî pêş dikeve. Piştî komploya li hemberî Rêber APO û êrîşa li hemberî rêheval Sara; dagirkerî, şer, qirkirin, çetebûn, bê ax hiştina gelan ku ji bo Rojhilata Navîn rawa hatiye dîtin pênaseya vê ye. Wateyek birdozî û siyasî ya tevahî qetlîamên jinan heye. Gelek qetlîam bi şêweyên herî paşverû yê serweriya zilam tê îzahkirin û rû bi rû tê hîştin. Lê bi giştî ev şênberbûnek feraseta birdoziya serweriya zilame û di vê wateyê de jina ku li kolanan tê qetilkirin di encama siyasetekî de tê qetilkirin. Pergala dijminatiya jinê ya ku dewleta Tirk li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimeşîne, encamên xwe bi qetlîamên jinan dîtiye.

Em dikevin 8’emîn sala Qetlîama Parîs’ê. Di 7 salên derbasbûyî de qetlîamên jinan ên zêde bûnî û êrîşên pergala hov ê serweriya zilam nîşan daye ku faşîzm bi êrîşkirina li ser jinên berxwedêr re hewl dide gavên destpêkê yên êrîşkirina li ser tevahî jinan û bi pêkanîna qirkirina jinê û kolekirina civakê bavêje. Lê li hemberî vê faşîzmê û serweriya zilam berxwedaniya jinan mohra xwe li serdemê dide, berxwedanî hemû xeyalên faşîzmê hildiweşîne. Jinên ku li berxwe didin û azad dibin wê cîhanê biguherînin. Di serî de jinên Kurd ên di xeta rêheval Sara de bûne şoreşger, di ceribandinên tevahî jinên cîhanê de ev rastî carekê din derdikeve holê.

Rêhevala Sara weke nûnerê avakirina PKK’ê di dîroka mirovahiya berxwedêr de cihekê bi rûmet û pîroz girtiye, heta kêliyên dawî yên jiyana xwe li berxwedaye, şer kiriye û bûye şênberbûna nasnameya azad. Ev pênaseya herî wê ya bi hêz a temsîlkirina çanda xwedawend e. Berpirsiyartiya dîrokî ya cihgirtin di damezrandina partiyek mîna PKK ku li Kurdistanê xwe ji berjewendiyên perçebûyî û malbat-eşîrê dûrgirtiye, di her kêliyê jiyana xwe de zaniye û wê astê di sekna xwe de nîşan daye. Sekna wê ya pêşeng a li berxwedana zindanan, tûjbûna wê ya li hemberî dijmin û serkeftinên ku di şerê îradeyê de bi destxistiye nîşan dide ku ew di bin şertên êrîşên herî mezin de jî vê nasnameyê temsîl dike. Hevala Sara bi yekkirina nasnameya partiyê û bîrdoziya rizgariya jinê re kariye hem bibe temsîla wê û hem jî pêşnegê pêkhatina wê. Di vê wateyê de xeta PAJK’ê ya partiya pêşeng a jinan ava kiriye.

Rêheval Rojbîn (Fîdan Dogan) ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ji tevahî cîhan, mirovahî û jinên cîhanê re bê ragihandin kedên mezin daye, di vê wateyê de bûye zimanê gerdûnî yên jinên berxwedêr ên Kurdistanê. Hevala Rojbîn di nava malbatek ku bi berxwedana xwe re bandora komkujiya Maraşê derbaskiriye û têkoşînek a civakî û pergalî pêşxistî de mezinbûye û ew zanabûna xwe ya dîrokî bi bîrdoziya Apoyî û rizgariya jinê girçûpêçkiriye.Ev zanist di hemû qadên xebatan de rêheval Rojbîn gihandiye astekê pêşeng. Ji ber ku hedefa herî mezin a komplogeran êrîşbirina ser gerdûnîbûyîna tevgera me ye, lewma rêheval Rojbîn jî bi rêheval Sara re hatiye hedefkirin.

Di heman demê de rêheval Ronahî (Leyla Şaylemez) pêşengeke ciwan ê çanda welatparêzî dijiya, karibû bi lez rewşa ciwanan a li Kurdistanê fêhmbike, bikeve ferqa qirkirinê û li hemberî wê li ser hîmê berxwedanê xwe bi bîrdoziya Apoyî girçûpêç kiribû. Rêheval Ronahî di ferqa çerxên weke qeşa yên modernîteya kapîtalîst ya ku ciwanên Kurd dikşîne nav xwe de ye û têkoşîna mezin a şikandina van çerxan daye. Di vê wateyê de bi rêheval Sara û Rojbîn re hedefgirtina rêheval Ronahî rewşekê ji rêzê nîne.

Ev êrişa ku li hemberî îradeya azadiya jinê ya di xeta Rêber Apo de hatiye pêkanîn, êrişekê mezin e. Li hemberî vê êrişê divê têkoşîna ku were meşandin jî mezin be. Tolhildana rêheval Sara, encax bi azadbûna tevahî jinan ve pêk bê. Jiyana ku di nava wê de bi tu hincetî jin nayê qetilkirin, wendakirin, tunekirin, xweliyên wê di bin betonê de nayê veşartin, zextê ji bo ji xwebûna xwe derbikeve nayê kirin, astengî nayê çêkirin ku temsîla jiyana azad bike û ji bo ku bibe pêşengê jiyanê pêşî lê nayê girtin, jiyana azad e. Encax dema ku ev jiyane were avakirin wê tola rêheval Sara were girtin. weke PAJK’ê armanca me ya herî mezin tolgirtina rêheval Sara ye. Pêkanîna vê armancê û mîsogerkirina jiyana azad a tevahî destkeftiyên jinan jî bi hewldanên mezin, berxedanî û biryardariya têkoşînek bê rawestan ya heta serkeftinê, gengaz e.

Dema ku em dikevin savlegera 8’emîn a şahadeta rêhevalên Sara, Rojbîn û Ronahî; di serî de Sêvê, Fatma û Pakîze ku şehîdên me yên meha Çile yên pêşengê berxwedana rêveberiya xweser in, tevahî şehîdên me bibîr tînin, li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî û bi minet ditewînin. Şoreşa Bakur, şoreşa hebûnek a bi pêşengtiya jinê ye. Li Bakurê Kurdistanê şoreşa azadiyê ya ku tevgera azadiya jinê pêşengtiya wê dike, wê teqez bigihe serkeftinê. Faşîzm di her gavekê xwe de nîşan dide ku ew ji jinan ditirse. Ji ber vê yekê, jin bi êrişên faşîzmê re rû bi rû dimînin, bi girtinê tê xwestin ku jin ji civakê were tecrîdkirin û li zindanan bi her cûre sepanên derveyî mirovahiyê tê xwestin ku jin werin tunekirin. Wê li dijî wan êrîşan tu rêyek ji bilî mezinkirina berxwedanê û pêşxistina îdeaya gihandina wê yya heta serkeftinê tunebe. Rûxmê van êrişan jî jin têkoşîna civakî bilind dikin, faşîzmê ditirsînin û dibin tirsa herî mezin a serweriya zilam.

Di 8’emîn salvegera şahadeta wê de bi bîrxistina rêheval Sara, em tevahî şehîdên xwe yên jin ên di têkoşîna şoreşê de li ser şopa wê dimeşin, li ser çiyayên azad ên Kurdistanê destanên mezin ên azadiyê nivîsandine û gavên mezin ên pêkanîna xeyalên xwe avêtine û ji bo gelê xwe demên azadiyê hiştine bi rêzdarî bibîr tînin. Em tevahî rêhevalên xwe yên di refên YJA-Star’ê de ku pêşengtiya operasyonên şoreşgerî kirine û gehiştine şehadetê, ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê rêheval Leyla Agirî, nûnerê berxwedêr a jinên Hîlvan’ê rêheval Aryana û rêheval Zîn Cizîr bi rêz û hezkirin bibîr tînin û soza xwe ya girêdanbûna bîranînên wan dûbare dikin. Em tevahî jinên ku li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bûne hedefa faşîzmê û hatine qetilkirin bibîr tînin. Soza ku me daye şehîdên xwe dûbare dikin. Emê faşîzmê hilweşînin, jiyana azad înşa bikin û bi avakirina jiyana azad a bi Rêber Apo re, emê ji tevahî desthilatdaran tola xwe hilînin. Bi vê zanistiyê û bi pêşengtiya PKK’ê û PAJK’ê, em bang li tevahî gelê xwe, gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiya ku xeyalên wê yê jiyana azad heye dikin da ku bi hev re wê faşîzmê bi tevahî saziyên wî re hilweşînin û jiyana azad înşa bikin.

SAKÎNE CANSIZ BÊ MIRIN E!
BIJÎ ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ!
WÊ KOMPLOGER WENDA BIKIN, AZADÎ SERBIKEVE!
BIJÎ RÊBER APO!

Koordînasyona PAJK’ê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk