Nûjiyan Erhan
Girevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a rêhevalên di girtîgehan de gihîştiye pêvajoyeke krîtîk. Di çalekiyên ku nêzî du mehe didome, rewşa tendurûstiya gelek girtiyan xirap dibe. Ji 5’ê mijdarê vir ve nêzî 10 hezar girtiyên doza PAJK û PKK’yî gireva birçîbûnê dane destpêkirin. Girtîyên azadiyê, ruxmî hemû zext û zoriyên dewletê, berxwedana xwe berdewam dikin. Bêguman armanca sereke ya vê çalekiya dîrokî heye; ew jî azadiya Rêber Apo ye.
Bêguman xalên cuda jî hene ku dîlên azadiyê dane nîşandan wek; perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê parastina bi zimanê dayîkê û mafên çandî. Lê belê armanca sereke ya van çalekiyan; azadiya Rêbertî ye.
Dewleta faşîst a Tirkiyê û serokwezîrê wî Erdogan ruxmî hemû binkeftina xwe, dixwaze xwe xurt bide nîşandan. Li hember Tevgera Şoreşgerî ya ku HPG’ê daye destpêkirin ku roj bi roj li hemû Kurdistanê belav dibe û berxwedana ku di girtîgehan bilind dibin, rejîm ketiye nava tengasiyeke mezin. Agirê ku ji berxwedana kurdên azad bilind dibe wê di serî de Erdogan, hemû kesên faşîst bike xwelî. Ji ber dem dema mafê xwe bidest xistin û jiyaneke azad e. Dem dema berxwedan û gihîştina armancên hezaran salan e. Dem dema serî rakirinê ye. Ji ber ku pergal bi kûrkirina pirsgirêkan, bi rêbazên dîlgirtinê û israra di bêçareseriyê de, ti riyeke din ji Kurdan re nehiştî ye. Gelê Kurd nema dikare bê Rêbertî jiyanê tehemul bike.
Hukûmet çiqas bixwaze berxwedaniya li girtîgehan ji raya giştî veşêre jî, hemû cîhan çalekiyên dilên azadiyê dişopîne. Ruxmî gefên Erdogan jî di hemû çapemeniya Tirkiyê de çalekî tê nîqaşkirin. Ev çalekî ji binî ve hukûmet hejandiye. Pergal li hemberî vîna azad bêçare maye. Çiqas bixwaze armanca çalekgeran dûrî rastiyê şîrove bike û naveroka wê cuda biteyisîne jî, hemû cihan rastiya tevgerê nas kiriye. Ji ber vê jî bi axaftinên bê exlaq û hewldanên derveyî mirovahiyê re êrîşî berxwedêran dike. Erdogan çiqas bi axaftinên jirêzê û besît mijarê binirxîne jî, di heman demê de bixwe xwe vala derdixîne, wiha jî rûyê xwe yê derewîn ji raya giştî re carekî din eşkere dike. Ji milekê ve dibêje kes di çalekiyê de nemaye, ji mileke din ve dibêje çalekger bilof dikin. Tikes jî napirse heke kes di nava çalekiyê de nîne, wê demê kî/kê bilof dike? Di du hevokên pêy hevdu de jî xwe vala derdixe.
Bêguman ji Serokwezîrekî bi vê rengî û hukûmeteke wisa derewîn, hêviya tikesî/ê jî nemaye. Gelê Kurd bêyî ku li benda dewletê bimîne û ji wan daxwazî bike, ji bo azadiya xwe û hevdîtina bi Rêber APO re têkoşîna xwe bilind dike. Lewma jî ji bo azadiya Rêbertiya xwe bi tevahî xwe di derdora Rêbertî dike mertal. Ji bo Kurdên azad herder qada berxwedanê ye. Çar dîwar û nerdeyên hesin nikare girêdana gel û Rêbertî ji hev cuda bike.
Di zîndanan de çalekger, li derve jî gel û li çiya gêrîla di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî, biryardariya xwe nîşan dide. Pêwîste herkes û derdorên demokratîk û xwedî wîjdan ango hemû beşên civakî berjewendiyên xwe yên takekesî berdin û piştgirî bidin têkoşîna azadiyê û tevlî berxwedanê bibin.