• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

JI BO RAYA DEMOKRATÎK Û ÇAPEMENIYÊ

September 23, 2022
in Daxuyanî
A A
JI BO RAYA DEMOKRATÎK Û ÇAPEMENIYÊ
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Em Jîna Emînî, Şilêr Resûlî û şehîdên şoreşê yên di serhildanên gel de jiyana xwe ji dest dan hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, rejîma Îranê ya dîktator şermezar dikin. Kuştina jinê tiştekî nû nîne; Şîrîn Elemholî û bi sedan şoreşgerên Kurd, jin û mêr ên siyasetmedar ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, bi sedan jî hîn girtî ne.

Rejîma Îranê ku sîstemeke zayendîperest, baviksalar û zordar e, ne tenê bi kiryarên xwe yên polîtîk bi pirsgirêk e, weke rejîm bi temamî pirsgirêk e. Dijminê jinê ye, dijberê azadî û demokrasiyê ye. Êrîşên ku di şexsê jinê de têne kirin, li hemberî temamiya Kurdan, gelê me yê Îranî ye. Jin û gelên ku piştî kuştina Jîna Emînî bi dirûşma JIN, JIYAN, AZADÎ rabûn ser piyan, bi berxwedana topyekûn li bingeha sîstemê dipirsin û daxwaza guhertina demokratîk dikin. Em sekn û îradeya azadiyê ya jin û gelên me yên Rojhilatî-Îranî silav dikin.

Gelên me yên Kurd, Fars, Azerî û Belûc ku bi têgihiştina ‘azadiya jinê azadiya jiyanê ye’ bi pêşengiya jinan rabûne ser piyan, xwedî wê hêzê ne ku çarenûsa xwe ya demokratîk bi xwe diyar bikin. Serhildanên gel ên bi lez belav bûn, di asteke bilind a dîrokî de hêja ne. Ya ku pêk tê; şoreşa jinê ye, her wiha nîşaneya pêkhatina şoreşa civakî ye. Serhildanên gel ên ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi gelemperiya Îranê ve belav bûn, li dijî rejîma Îslamî ya Îranê ya dîktator raperîna azadiyê ye. Dirûşmên ‘JIN, JIYAN, AZADÎ!’ û ‘MIRIN JI DÎKTATOR RE’ ku li Îranê bilind dibin, pêngaveke dîrokî ya azadiyê ye. Dirûşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ku bi têgihiştina ‘kuştina jinê kuştina civak û jiyanê ye’ tê qîrîn, manîfestoya avakirina sîstemeke nû ya demokratîk e ku veger jê nîne.

Pêvajoyeke azadiyê destpê kiriye ku êdî veger jê nîne. Tevgera gel a civakî ya bi pêşengiya jinê destpê kir, heta encamê bi dest bixe wê dewam bike. Li Îranê bi serhildana civakî ya bi pêşengiya jinê re pêvajoya azadî û demokrasiyê destpê kiriye. Dem ew dem e ku bi şoreşa jinê, şoreşa demokratîk a Îranê bê misogerkirin. Li dijî êrîşên rejîma zordar, ya esasî berxwedana heta serketinê ye. Lewma gelekî girîng e ku qad neyê terikandin, berxwedan bê geşkirin.

Qîrîna azadiyê ya li Îranê bilind bû, ji niha ve li Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye. Jinên li gelemperiya Rojhilata Navîn, vê raperîna şoreşgerî weke şoreşa xwe dibînin, jê îlhamê werdigirin û ber bi şoreşên nû ve dimeşin. Li ku dibe bila bibe, jin bi biryar in ku li dijî rejîmên zayendîperest, dîktator û statukoparêz ala têkoşînê bi hev re bilind bikin û sedsala 21’ê bikin sedsala jinê. Ji ber vê yekê em bang li jinan û gelê me yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bi xurtî bibin yek, çalakiyan geş û dewam bikin. Bi navê Partiya Jin a Azad a Kurdistanê (PAJK), em bi jinan re ne, em bi gelê xwe re ne. Jinên Rojhilatê Kurdistanî û Îranî bi tenê nînin.

Coşa azadiyê ya gelên me û jinên me yên Rojhilatî-Îranê li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Xwedîderketina li vê yekê ku li Rojava û Bakur tê kirin, helwesta welatparêzî û azadiyê ye. Yek ji deverên ku herî zêde pêwîstiya xwe pê heye ku jin bi jiyanê re, jiyan bi azadiyê re bibe yek, Başûrê Kurdistanê ye. Em bang li jinên li Başûrê Kurdistanê dikin ku hîn bi xurtî xwedî li jinên Rojhilatî û Îranî derkevin, bibin dengê wan, tevlî çemê demokrasî û azadiyê bibin, bi helwesta yekîtiyê ya jinê berpiryariyên xwe bi cih bînin.

Koordinasyona PAJK’ê

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk