Ji dîroka mirovahiyê ve hertim dualîte ya tarîtî-ronahî, reş-spî, bindestî-azadî uhwd. heya roja me ya îro hatiye. Kengê aliyek zindî bûbe dualîte ya wê jî bi xwe re aniye. Çawa ku pergala zilamsalar re zilm, zor, êrîş, talan û wêrankarî destpêkirîbû têkoşîn û berxwedaniya li hemberî wê pergalê jî zindî bûbû. Ev rastî heya roja me ya îro jî tê û yê her berdewam jî bike. Çawa ku Dehaq’ê Zalimkar derketibû Kawayê Hesinkar jî derketina xwe kiribû. Her pêvajoyên girîng yê dîrokê de berxwedanî, têkoşîna ji bo heq, hiqûq, edalet û azadiyê veşartî ye, derketinên kesayetên mezin jî bo wê armancê kirine jî heya roja îro bandora xwe bi şiklekê berdewam kiriye. Lê ya rastî gelo ev hemû ne enerjiye ji xwe, rihek e, seknek e? Nav digûherin, dem û dewran diguherin lê sekin, rih û helwest xwe dûbare dikin, bi biryardarî û hêrsekî bêhempa li hemberî zordar, neheq û zaliman de weke çeman diherike, bê navber, bê sekin û vê rastiyê me carekî din li qadên Newroz îsal hate pîroz kirin de dît. Ne tinê me, hemû cîhanê dît, dost û hevalbend pê dilşad û keyfxweş bûn, dijmin û nokerên gelê me bi tirsekî gelek mezin û lerizandina çong û destan li xwe şaş û mat man.
Ti demî Newroz di vê astê de nekarîbû bi hemû îhtîşam û bedewiya xwe geş û xweş bibe, ji ber ku astengî, qedexe, zilm û zordarî li çar aliyê welêt li ser hebû. Her tişt dikirin ji bo ku neyê pîroz kirin, heger bê pîroz kirin jî bi hêjmarek kêm û bêyî dinya lê bihese dihiştin bê pîroz kirin. Dehaq’ên serdema me nedihiştin Newroz bi rihetî, bi keyfxweşî û şadî were pêşwazî kirin. Ji ber wê ye ku ewqas şehîdên me yên di oxira Newrozê de canê xwe bexşandine hene. Ji ber wê bi hezaran girtiyên zindanan de ji ber ku evîndarê pêtên agirê Newrozê ne û parçeyek berxwedaniya têkoşîna bo azadiya xak û gelê xwe ne hene. Ji ber wê li çiyayên azadiyê li hemberî berxwedaniya şervanên azadiyê ewqas bi hovane êrîş hene. Lê rastiyê qebûl nedikirin ku çawa zilm û zor, siyaseta înkar û îmhayê yê têkoşîn û berxwedaniyek çawa bi xwe re bîne. Bi dehan salan girtin, kuştin, birîndar kirin, birçî hiştin, bê ziman, çand û nasname hiştinê de hêvî dikirin ku yê vî gelî, van gelan bitepisînin, wana tine bikin û pêtên agirê Newrozê di dil û hinavên wan de bitefînin. Lê vê jî ji bîr kirin ku di dilê her mirovekî me de pêtek agirê Newrozê heye û bi derketina Rêber Apo re ev pêt her çû geş û coş bû. Bawer nedikirin ku ew pêt yê were asta ti demî neyê tefandinê, digotin qey yê bi şer, êrîş, zext û qedexeyan çirûska dawî jî bitefînin û hêviyên dawî yên azadiyê jî ji destê gelên bindest derxin.
Dema min dîmenên Newrozê îsal temaşe kir muyên laşê min jî rabûn hewa. Ew coş, ew rix, ew girêdaniya gelê me bi Rêber Apo û felsefeya pêşxistî, eşq û evîna di dilê her zarok, jin, ciwan kalê welatê min bi rastî jî min di kûr de hîs kir. Enerjiyek muazzam, hêzekî tarîfsîz belavî her derî dikir. Bi milyonan mirovên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn carekî din Dehaq’ên serdemê binxistin, carekî din serketina ronahiyê îlan kir. Bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin-Jiyan-Azadî” dildarî, heskirin û biryardariya xwe ya têkoşîn û berxwedana li hemberî Dehaq’ên serdemê carekî din îlan kir. Di wan kêliyan de Dehaq’ên serdemê binketin, Kawa’yên serdemê serketin. Ev kêliyên dîrokî ji kêliyên herî bi wate ne di roja me ya îro de. Ez jî carek din bi vê wesîleyê dibêjim, “Bijî Newroz”, “Bijî Rêber Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”.
Destîna Botan