Beriya her tiştî, ez hevrêyê Rêber Apo, yek ji damezrînerên PKK’ê, hevrêyê me yê dozê, heval Alî Haydar Kaytan (Fûat) bi rêzdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînim. Ez bi rêzdarî li ber bîranîn û têkoşîna wî ya bênavber bejna xwe ditewînim. Ez careke din soza ku me di şexsê hevrêyê Rêber Apo de daye, ku ev şehadeta mezin dê bibe sedema serkeftina mezin, dubare dikim. Em ê li gorî hevrê Fûat têkoşîna xwe ji bo avakirina neteweyek demokratîk berfireh bikin. Sersaxî ji Rêber Apo re dixwazim. Ew yek ji hevalên pêşî yên Rêber Apo ye. Ew kes bû ku Rêber Apo herî baş fam dikir û hişt ku were fêmkirin. Careke din, sersaxiyê ji malbata me ya hêja, hemû gelên Kurdistanê, bi taybetî jî ji gelên me yên Elewî û Dersimê, her wiha ji hemû hevalên têkoşînê, milîtanên PKK’ê, şervanên azadiyê, hemû berxwedêrên zindanan û dostên me re dixwazim.
ŞEHEDETA WÎ BANDOREK MEZIN LI SER TEVGERA AZADIYÊ Û GELÊ KURISTANÊ KIR
Bêguman vê şehadetê bandorek mezin li ser Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê kir. Gelê me û tevgera azadiyê gelek axaftinan li ser ka ew ê çawa nêzîkî vê şehadetê bibin dikin. Lê em pir baş dizanin ku; ev şehadet, mîna hemû şehîdên bi rûmet ên di dîroka PKK’ê de, wê bibe bingeha pêngaveke mezin. Ji ber vê sedemê, gotina ku hewldana hevrê Fûat di têkoşîna azadiyê de vebêje û rave bike, tineye. Hin tişt hene ku gotin têrê nakin ku wî vebêjin. Yek ji van jiyana heval Fûat, têkoşîna wî, hewildanên wî û asta ku xwe lê ava kiriye ye. Weke hevaleke têkoşînê ravekirina wî ji bo me ne hêsan e, lê em ê hewl bidin ku zanista Rêber Apo ya ku me ji hevalê xwe fêr bûye, bi qasî ku ji destê me tê rave bikin. Bi vî awayî, em dixwazin tiştên ku me bi hev re bi hevrê Fûat re jiyaye şîrove bikin û wan veguhezînin hevrêyên xwe û gelê xwe. Dema ku Tevgera Azadiyê ango koma yekem dihat damezrandin, hevrê Fûat yek ji zarokên gelê Kurd ê ji Kurdistanê, yekem kes bû ku bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kir. Ji wê rojê heta roja ku şehîd bû, bi evîn, coş û biryardariyeke mezin li hemû deveran bê westan têkoşiya.
Li Kurdistanê ku qirkirin û komkujî lê qewimîn û gotina ‘Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin’ lê hatine nivîsandin, hevrêyên mîna Rêber Apo û hevrê Fûat gelê Kurd vejandin, hişyar kirin, ew rakirin ser piyan û kişandin ser xeta têkoşînê. Ji bo vê yekê, em deyndarê hevrê Fûat in. Hevrê Fûat, ewqas zana, bi hişmend, îdeolojîk û felsefî, coş û kelecan bû, bi heweseke mezin di xeta Rêber Apo de têkoşiya. Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye.
Eger em dixwazin PKK’ê baş fêm bikin û piştrast bin ku ew tê fêmkirin, divê em jiyana hevrê Fûat, pêşengê gelê me, gelên bindest û mirovahiyê, pir baş bizanibin. Me heta niha bi hezaran şehîd dane û em didin, lê ev cara yekem e ku em şehadeta hevalekî ku ji roja yekem ve bi Rêber Apo ev têkoşîn meşand, berfireh kir û anî vê merheleyê, dijîn.
EW DI MALBATEKÊ KU KOMKUJIYA DERSIMÊ JIYAYE DE MEZIN BÛ
Di dîroka mirovahiyê de, tenê hin kes dikarin civakan bi rê ve bibin, şopa xwe li ser dîrokê bihêlin û hemû mirovahiyê yan civakê li dora xwe bicivînin. Yek ji van kesan di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de Rêber Apo û hevrêyî wî Fûat e.
Em dibînin ku hevrê Fûat di hemû qonaxan de, di hemû têkoşînan de, di hemû destketiyan de rol û mîsyona wî hebû. Ew di her mijarê de bi Rêber Apo re dimeşiya, ji ber vê yekê di her qada têkoşînê de ku me qala wê kir, xwêdan rijand, bêwesatan xebitî. Mînak; dema ku kom cara yekem hate damezrandin, wan bi sozekê dest pê kir. Gotina Rêber Apo ya ‘Kurdistan mêtingeh e, hatiye dagirkirin. Divê dagirker ji axa Kurdistanê werin derxistin û Kurdistanek demokratîk, wekhev û jiyaneke azad were avakirin’. Ev nirxandin bandorek mezin li ser hevrêa Fûat çêkir. Çima? Ji ber ku hevrê Fûat di malbateke ku komkujiya Dersimê jiyaye de mezin bû. Di komkujiya Dersimê ya di salên 1937-38’an de eşîrên wan, malbatên wan û gelê Dersimê rastî qirkirinê hatin. Bi zorê ji welatên xwe hatin derxistin. Ew bi êş, azar û hesretê dijîn. Dê û bav zarokên vê qirkirinê ne.
Hevrê Fûat jî bi van çîrokan, van lorikan û vê êşê mezin dibe. Ev yek di wî de kîn, nefret û hêrseke mezin çêdike û dest bi lêgerînê dike. Ji ber vê yekê, dema ku ew bi Rêber Apo re dikeve têkiliyê, wî nas dike û gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ dibihîze, ronî dibe. Ew dibêje, ‘Tiştê ku ez lê digeriyam min dît, tenê bi vê ramanê em dikarin tola qirkirin û komkujiyan hilînin.’
Di wê demê de xebata yekem belavkirina raman û gotaran bû. Hevrê Fûat axaftina Rêber Apo zû fêm dikir û zû digihand civakê. Ji ber vê yekê ew beşdarî yekemîn rêxistina kadroyan a piştî daxuyaniya ‘Kurdistan mêtingeh e’ bû, wî gel tevlî têkoşînê kir û bû dengê berxwedêrên zindanan. Ew bi koma yekem a ku pêşengiya Pêngava 15’ê Tebaxê kir vegeriya çiyê û li wir amadekariyan kir. Di heman demê de, wî roleke pêşeng a mezin di rêxistinkirina gel û xebata ERNK’ê de lîst. Rola wê ya sereke li ser xeta Rêber Apo avakirina partîbûyîn, kadroyên partiyê, milîtanên partiyê bû.
Wî pêşengtiya vê kir. Pêşengiya felsefe û ramana Rêber Apo kir. Di hemû serketinên îro de para wî ya sereke ye. Di vî warî de têkoşîneke bênavber da destpêkirin. Li hemû qadan têkoşiya, li hemû eniyan xebitî û bi tevahiya civakê re têkildar bû. Ji Ewropayê bigire heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Rojava, Bakur û beşên din ên Kurdistanê. Ew mîna derwêşekî bû, mîna hewariyan bû. Ew dilnizm bû, bi awayekî civakî dijiya, ji ber ku ew yekem hevrêyê Rêber Apo bû û dizanibû koma yekem çawa ava bûye, yekîtî çawa ava bûye, jiyana hevpar çawa ava bûye. Keda wan di vê de hebû. Ji bo wî ne karê dijwar û ne jî karê sivik hebû. Lêkolînên felsefî, îdeolojîk, çandî, zimannasî û aborî bingehîn bûn, lê çawa ew di pratîkê de werin sepandin, çawa werin kirin; di hemû waran de pêşengtî kir.
HEMÛ JIYANA WÎ, ÇAVKANIYA WÎ RÊBER APO BÛ
Hevrê Fûat bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe û bi keda xwe, xwe pênase kiriye. Rêber bû ku herî dirêj bi Rêber Apo re jiya. Hemû jiyana xwe ji bo Rêber Apo feda kir. Her çiqas bi gotina pêşî ya Rêber Apo re tevlî bû jî, piştre jî ti carî dudilî û bê biyardarî nebû. Ew bi Rêber Apo re bû yek û di hundirê xwe de afirand. Wî her tim digot, ‘Rêber Apo deryayek e û em mîna dilopeke nava deryayê ne. Em nikarin bikevin nav deryayê û ji hev cuda bimînin.’ Bi rastî, di derya û okyanûsa Rêber Apo de ew bû yek, ti nikarî wan ji hev veqetînî. Ji ber vê yekê, çi bi serê civaka Kurdistanê hatibe, ew qirkirina ku wan jiyaye, koçberiya wan, nebûna azadiyê, nebûna nasnameya wan, ji ber nebûna rêberan di vê astê de ye. Wî ev di Rêber Apo de dît, ji ber vê yekê nêzîkatiyek cuda nekir. Hemû çavkaniya wî Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê wî Rêber Apo dixwend, hemû tiştên ku Rêber Apo pê xwedî dibû digirt, dixwend û lêkolîn dikir.
Hem Rêber Apo fêm dikir û hem jî hewl dida ku were fêmkirin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re em ketin serdemeke nû. Piştî ku Rêber Apo dîl hate girtin, tevgera Apoyî wê çawa berdewam bikira, wê çawa bijiya, wê çawa têbikoşiya? Li ser vê mijarê, hevrê Fûat Rêber Apo wiha nirxand: ‘Rêber Apo her tim bi me re ye, ew bi me re dijî, divê em tiştên ku wî daye me pir baş fêm bikin, bînin hişê xwe û li gorî wê têbikoşin.’ Ev gotin pir bi bandor bûn. Wî her tim gotina Rêber Apo bi bîr dianî: ‘We çi ji min dixwest min da we, min her tiştên ku hebû da we.’ Rêber Apo bivî awayî dinirxand. Rêber Apo her tişt daye me û bipirsa ‘Em ê çawa Rêber Apo fêm bikin û em çawa dikarin wî zindî bihêlin?’ dikir.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta